18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ûçar û Akin dengên xwe avêtin û peyama serkeftinê dan

Hevberdevkên Giştî yên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîn Akin dengê avêtin. Ûçar li Stenbolê û Akin jî li Îzmîrê dengê xwe avêt. Her du hevberdevkan jî peyamên serkeftinê dan.

Dengdana hilbijartinên 14’ê Gulanê berdewam dike û gel diçe ser sindoqan. Ji bo dengdanê eleqeyeke zêde heye û li bendê ye ku di asteke baş de beşdarbûn çê bibe. Di vê çarçoveyê de Hevberdevkên Giştî yên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîn Akin jî dengê avêtin. Ûçar li Stenbolê û Akin jî li Îzmîrê dengê xwe avêt.

Piştî deng avêtinê Ûçar li ber didistana ku dengê xwe lê avêt axivî û ev peyam da: “Demekî dirêj, me li Tirkiyeyê bê edaletî, xizanî, tundî û tiştên ji bo civakê nebaş em axivîn. Em naxwazin êdî li ser van biaxivin. Me sedsalek li pey xwe hişt. Em dixwazin ev hilbijartin bibe wesileya ku hemû pirsgirêkên heyî bên rojevê û bibe wesileyê Mecliseke ku çareseriyê diafirîne. Em dixwazin bibe wesîleya makeqanûneke ku maf û hiqûqê diparêze hemû beşên civakê di nava xwe de dihewîne çêbibe. Bi heman awayî em dixwazin siyaseta demokratîk a pêdiviya vî welatî pê heyî were avakirin. Em soza komareke demokratîk didin.

Têkoşîna heqîqetê

Ûçar, bi bîr xist ku 14’ê Gulanê roja dayikan e û roja Dayikên Şemiyê, Aştiyê û hemû dayikên din pîroz kir. Ûçar, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ez dixwazim têkoşîna heqîqet û aştiyê ya Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê di sedsala nû de bibe wesileya serkeftinê. Encamên hilbijartinê ji niha ve ji herkesê re pîroz be.”

Serkeftina demokrasiyê

Akin jî li Îzmîrê piştî deng avêtina xwe axivî û ev tişt gotin: “Em niha hilbijartineke dîrokî li dar dixin. Bila bi wesîleya demokrasî, azadî û aştiyê û bila li ser xêrê be. Banga min ji bo gel ew e ku biçin dengê xwe bidin. Bila hevalên me yên li ser sindoqan peywirdar jî sindoqan biparêzin. Hêvîdarim ev hilbijartin bibe wesîleya demokrasî, edalet û aştiyê. Em ê di 15’ê gulanê de bi hev re serkeftina demokrasiyê pîroz bikin. Bila li ser xêrê be. Her wiha Roja Dayikan li hemû dayikan pîroz dikim.”

Akin, piştre jî ji bo biçe Navenda Giştî ya Partiya Çepên Kesk ber bi Enqereyê ve kete rê.