6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şirnexê dengdayîn bi binpêkirinan dest pê kir

Li Şirnex û navçeyên wê kar û barê dengdayînê bi binpêkirinan dest pê kir. Li dibistaneke Cizîrê polîs derbasî hundirê polan bûn û li gundekî Silopiyayê jî pusulayên bêmohr didan dengdêran

Dengdayîna ji bo hilbijartina serokkomarî û parlamentoyê a li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji saet 08.00’an ve dest pê kir.

Di hilbijartinê de leşker û polîs divê li dibistanên ku dengê xwe lê didin “Belgeya 142” nîşan bidin û belgeyê teslîm bikin. Lê belê leşker û polîsên li dibistanên navçeya Cizîr a Şirnexê hatin peywirdarkirin, li gelek dibistanan piştî dengê xwe dayîn dîsa pişta belgeyê hate mohkirin û ew belge lê hatin vegerandin. Hat ragihandin ku leşker û polîsan bi hinceta ku heke hilbijartin ji bo tûra duyemîn bimîne, ji bo ku dîsa dengê xwe bidin ev belge nedane.

Li dibistanan ji ber polîsan rageşî derket

Polîsên ku li Dibistana Seretayî ya Vatanê ya Cizîrê heta hundirê polan jî çûn, ji hêla muşahidên Partiya Çepên Kesk ve hatin hişyarkirin ku li derve bisekinin. Li ser vê yekê jî rageşî derket. Piştî ku rayedarên din ketin navberê, polîs ji polan hatin derxistin. Berpirsyarên Partiya Çepên Kesk ên Dibistana Seretayî û Navîn a Menderes a Cizîrê, di saetên serê sibehê de ji hêla polîsan ve hatin astengkirin û destûr nehat dayîn ku bikevin dibistanê. Piştî îtîrazan, berpirsyar ketin dibistanê.

Her wiha polîsên ku li korîdorên dibistana Mîthatpaşa ya Cizîrê bi çekan digeriyan, ji hêla muşahidan ve hatin hişyarkirin. Li ser vê yekê polîsan got; “Qanûneke wisa tune ye, dê polîs li her qatê hebin.”

Di seatên destpêkê de 70 girdek girtin

Li navçeya Hezexê jî polîs bi çekan ketin Dibistana Seretayî ya Ataturkê û derheqê wan de girtek hatin girtin. Hat zanîn ku ji ber binpêkirinên heta niha li navçeyê hatine kirin, parêzeran 70 girtek girtine.

Polîsan dengên sexte dan  

Li gundê Milga Şantiyê yê girêdayî navenda Şirnexê jî leşkerekî li gel ku navê wî di lîsteyê de nebû jî “Belgeya 142” nîşan da û dengê xwe da. Piştî ku peywirdarê sindoqê yê Partiya Çepên Kesk û muşahidan îtîraz kir, dengê wî hat betalkirin.

Pusulaya dengan a bêmohr

Li gundekî Silopiyayê jî pusulayên dengan ên bêmohr birin dibistanê. Li ser îtîrazan, hatin guherandin. Hat zanîn ku piştî îtîrazan, pusulayên dengan ên bimohr birin gund.