9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bûrkîna Faso 33 sivîl hatin kuştin

Babo Pîerre Bassînga diyar kir ku kesên çekdar êrîş birin ser 'mirovên aştîxwaz' ên li qirava çem bexçewanî dikirin û li gorî bîlançoya destpêkê 33 kes hatin kuştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya waliyê Herêma Moûhoûn Babo Pîerre Bassînga de hate ragihandin ku li gundê Yoûloû yê ser bi bajarê Tcherîbayê, êvara 11’ê Gulanê roja pêncşemê ‘êrîşeke terorîstî ya nemerdane û barbar’ hate kirin.

Babo Pîerre Bassînga diyar kir ku kesên çekdar êrîş birin ser ‘mirovên aştîxwaz’ ên li qirava çem bexçewanî dikirin û li gorî bîlançoya destpêkê 33 kes hatin kuştin. Çavkaniyên xwecihî diyar kirin êrîşkaran bi motorsîkletan û çekên giran êrîş birin ser bexçewanan. Qurbanî roja Înê hatin veşartin.

Şêniyen herêmê ragihandin ku di êrîşê de 3 kes jî birîndar bûn û xaniyên wan hatin şewitandin. Êrîş piştî bûyera roja Duşemê qewimî ku çekdaran waliyek revandin û cenazeyê walî li nava daristaneke li rojavayê welêt hate dîtin.

Dawiya meha Nîsanê li rojhilatê welêt, di êrîşa kesên tê gotin ‘cîhadîst’ bûn 33 leşker mirin, 12 jî birîndar bûn. 18’ê Nîsanê li herêma navîn rojhilat a welêt di du êrîşan de 20 jê cerdevan herî kêm 24 kes mirin. Ji meha Adarê û vir ve ji 13 herêman li 8 herêman rewşa awarte hatiye ragihandin.