3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojava çinîna ceh û nîskan dest pê kir

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çinîna ceh û nîskan dest pê kir û li bendê ye ku di rojên pêş de çinîna genim jî dest pê bike.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, werza havînê dest pê kir. Li piraniya herêmê, cotkaran dest bi çinîna ceh û nîskan kirin. Barana ku îsal bariya li gorî salên borî baştir bû. Li Reqa û herêma Firatê xebatên çinînê berî herêma Cizîrê dest pê dike. Piştî çinîna ceh, genim, buharat, kemûn û reşreşk û hwd. dest pê dike.

Li bendê ye ku di rojên pêş de çinîna genim jî dest pê bike. Li gorî pisporan, dibe ku îsal miqdara hilbirîna genim li herêmê bigihîje mîlyon tonî. Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo wergirtina genim 28 embar amade kirine. Di 9’ê gulanê de desteyê buhayê kîloyeke genim ji cotkaran re weke 43 sent û yê ceh jî weke 35 sent diyar kiribû.