4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Buldan: HDP’ê dê bibêje şah, hûn ê mat bibin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldanê di civîna koma partiya xwe ya meclîsê de axivî, diyar kir ku tevî zext, zor û biryarên darazê jî HDP xebatên xwe didomîne û wiha got: “Hûn dê bi hemleyên HDP’ê şah-mat bibin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe ya meclisê de axivî û  diyar kir ku bi moral û baweriyeke pir mezin xebatên xwe didomînin û wiha got: “Em li her devera Tirkiyeyê bi gelê xwe re tên ba hev, hevdîtinên xwe dikin. Em ê di dawiya hefteyê de jî di konferansa xwe ya Komara Demokratîk de bên ba hev.”

HDP misogeriya aramiyê ye

Pervîn Buldanê axaftina xwe wiha domand: “Hilbijartin nêz bû û em dizanin ku bendewariya gelê me û bi milyonan a ji HDP’ê zêde ye. Çavên her kesî li ser HDP’ê ye. HDP roj bi roj riya ber bi guherînê ve diçe berfirehtir dike û hêviyan xurtir dike. Ji ber ku HDP bereket û aramiya van xakan û temînata azadiyê ye.

Çiqas pêlên mezin derkevin pêşiya me jî em ê vê keştiyê teqez bigihînin qiraxê demokrasiyê. Ji ber ku rê û armanca me zelal e. Demokrasî ye. Em careke din soz didin ku dê Tirkiyeyê ji vê tariyê rizgar bikin. Dê kesên hewl didin sekn û rojeva HDP’ê biguherînin, hewl didin bêhêvîtiyê biafirînin teqez bi ser nekevin.

Nav navê AYM’yê lê mohr mohra îktidarê ye

Kesên bi kûmpasan derdikevin pêşberî siyaseta me, dê nekarin bi ser kevin. Me serî li AYM’ê dabû ku doza girtinê bidin piştî hilbijartinan lê AYM’ê red kir. Bê guman sedema vê polîtîkaya red û înkarê ye. Em dizanin ku AYM di bin zexta Qesrê de van biryaran dide. Tifaqa kûmpasê ya AKP-MHP’ê bi destê AYM’ê destwerdanê li pêvajoya hilbijartinê dike. Lewma ew qas xwedî li doza girtinê derketin.

Ew qas kesên qirêj in ku ji bo qutkirina alîkariya xizîneyê bi riya emniyetê şahidekî nepen afirandin. Bi navê şahidê nepen îfadeyeke ji 100 rûpelan pêk tê û tu eleqeya wê bi rastiyê re nîne û komplo çêkirin. Bi lez û bez şandin AYM’ê û wan jî bêyî ku rêgezên hiqûqê esas bigirin biryara blokekirina hesabên partiya me da. Tam kûmpas e.

Siyaseta we ya kirêt dê têk biçe

AKP-MHP, di hilbijartinê de dozger, dadger, hêzên ewlekariyê, walî, mela û burokratan weke ‘hespê Truvayê’ bi kar tînin. Vê yekê têra wan nekir ku niha şahidên nepen lê zêdekirin. Karê wan bi hêviya van şahidan maye. Ev kûmpas, rontgena herî zelal a rejîma îktîdarê ye ku dixwaze li Tirkiyeyê bi cih bike. Lê bila baş bizanin ku dê ji van kûmpasan bo wan kutek dernekeve. Bila şirîkê biçûk ê îktîdarê ku weke qeyûmê AYM’ê dixebite jî vê baş bizane; dê siyaseta we têk biçe, HDP dê rewşa xwe bi hêztirîn bidomîne. HDP ne pariyekî biçûk e û dê di qirika we de bimîne. Kevneşopiya têkoşînê ya HDP’ê û gelê kurd bi salan e gelek xefik têk birin û van kûmpasan baş nas dike. Seyît Riza ji bo kesên xefik li ber danîbûn wiha digot; ‘Me bi xefikên we nekarî.’ Lê em dibêjin ku gelê kurd û dostên wan dê yek bi yek hemû hîle û xefikên we pûç bike û faşîzma we têk bibe.

Yên ku pêvajoyeke hilbijartinê ya bêyî HDP’ê difikirin bila baş bizanin ku dê xeyalên we biçin sergo. Hûn dê ji hêla siyasetê ve tune bibin. Jixwe li gorî anketan roj bi roj dengên we dikevin. Rastiyeke din jî heye ku dê her tim bi dijminatiya we ya li kurdan bên naskirin. Dibe ku hûn bi dek û dolabên xwe dîsa bilîzin! Lê hûn dê di vê kişikê de li hemberî hemleyên HDP’ê şah û mat bibin. Dê li hemberî hewldana demokrasiyê ya bi milyonan têk biçin”.

Îmrali sînorê hebûn a nebûna hiqûqê ye

Bûldanê axaftina xwe bi tecrîda li Îmraliyê dewam kir û got, “Yek ji sedemên ku em ew qas balê dikişînin ser polîtîkaya tecrîdê jî ev e. Tecrîda li Îmraliyê ya li ser birêz Ocalan pêl bi pêl li tevahiya welatê belav bû û pergala bêhiqûqiyê ava kirin. Mesele ne tenê Îmrali lê tevahiya welêt û gelan e. Tevahiya siyaset û pergala tarî ya gel pê dorpêç kirin e, bi riya tecrîda li Îmraliyê didomînin. Hiqûq û makeqanûn ji holê hatiye rakirin. Îmrali, bi hiqûq û makeqanûneke taybet tê birêvebirin. Welêt, bi makeqanûna tecrîdê re bi rê ve dibin. Îmrali sînorê hebûn a nebûna hiqûqê ye.

Muxalefet çima li dijî tecrîdê dernakeve

Binêrin, hefteyek berê ji 7 welatan 35 parêzer, aktîvîst û siyasetmedar hatin Tirkiyeyê. Ev kes, endamên Deleqasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê bûn. Li Amed, Enqere û Stenbolê bi dehan sazî, malbat û partiyan re hevdîtin kirin. Di 28’ê çileyê de jî li Stenbolê daxuyaniyek dan û xwestin ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bê bidawîkirin. Rastiya ku hemû dinya dibîne, divê siyasetmedarên Tirkiyeyê jî bibînin û li dijî tecrîdê xwedî helwest bin. Muxalefeta ku dibêje ‘em ê dewletê ji rizînê rizgar bikin’ divê serê pêşîn li dijî tecrîdê xwedî helwest be ku destpêka vê rizînê ye. Nêzikatiyên ku bingeha pirsgirêkan nabîne, nikare çareseriyê pêş bixe. Em tam di rewşeke wiha ya tecrîd û rizîbûnê de dikevin pêvajoya hilbijartinê. Divê hemû kes di ferqa vê rastiyê de bin.

Riya Erdogan ji bo cara sisêyan nevekirî ye

Ji bo Serokê Giştî yê AKP’ê dîsa bibe namzetê serokkomariyê, Tifaqa Cumhur di nava hewldanan de ye. Debara gel bi ser guhê wan ve nîn e. Erê rast e li gorî makeqanûnê Erdogan nikare cara 3’yemîn bibe namzet. Ev yek pir aşkera ye. Namzetiya wî rewa nîn e. Bila li dîrokê cih bigire, heke bibe namzet, em ê bi namzetekî nerewa re rû bi rû bimînin. Lê xuya ye ku dê guh nedin makeqanûnê. Erdoganê îro, serokkomar Erdoganê 2018’an nas nake. Heke ew serokkomariya xwe nas neke ma dê gel çima nas bike. Nekeve nava hewldanên namzetiyê. Jixwe dê gel li ser sindoqan te tune bike û dê nekarî bibî serokkomar.

Mifte di destê HDP’ê de ye

Çawa ku HDP nifteya hemû çareseriyên li Tirkiyeyê be, niha jî dê dê encama hilbijartinan diyar bike. Em bi vekirî dibêjin ku HDP û Tifaqa Ked û Azadiyê dê vî welatî ji hilweşînê rizgar bike û ber bi pêşerojeke wekhev û azad ve bibe. Em baş dizanin ku ev welat neçarî siyaseta duqutbî nîn e. Bi salan e em têkoşîna vê didin û siyaseta vê dikin.

Kesên dibêjin qey tenê kolaneke vî welatî heye û tenê ji wan pêk tê divê baş bizanin ku kolaneke din jî heye ku ew kolan ji kurdan, elewiyan, ermenan, suryanan, rûman, lazan, pomakan û hwd, ji jinan, ciwanan, kedkaran û karkeran pêk tê. Bi milyonan kes hene ku dibêjin welatekî din jî pêkan e. Ev hêz jî bi HDP û Tifaqa Ked û Azadiyê derket holê. Tifaqa me, tifaqeke herî kevn a van xaka ne. Em tenê dikarin bi hêza xwe pêşeroja xwe ava bikin. Ev yekitî hêza damezirîner a pêşerojê ye. Cihê her kesên aştîxwaz û demokrasîxwaz di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de heye. Riya pêşerojeke demokratîk û komara demokratîk, tifaqa me ye. Wer in em vê riyê di 14’ê gulanê de bikin riya serkeftinê.