6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ger êrîş bikin wê rewşa Sûriyeyê aloztir bibe

Erdogan dixwaze bi lezgînî hin peymanan bi rejîma Sûriyeyê re bike ku beriya hilbijartinan ji xwe re bikar bîne. Lê rejîma Şamê jî vê yekê baş dizane lewre ew jî dixwaze şertên xwe li ser hikumeta tirk ferz bike.

Vê heftiyê mêvanê me nûnerê  têkiliyên Derve yê rêvebiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Ewropayê ye Abdulkerîm Omer e. Em bi Omer re li ser kar û barên wan ê dîplomasiyê axifîn. Her wiha me behsa têkliyên wan ên bi welatan re û çawaniya meşandina kar û barên dîplomasiyê kir. Wekî din jî me behsa  gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nêzîkatiya dewleta tirk bi rejîma Şamê re û gelek mijarên din jî kir.

Di vê dema dawî de û bi taybetî piştî hevdîtinên rayedarên Tirkiye û Sûriyeyê li Moskovayê, mijara hevdîtin û lihevkirina di navbera Erdogan û Esed de her di rojevê de ye. Li gorî daxuyaniyên rayedarên rejîma Şamê şertê wan ê bingehîn ji bo lihevkirinê vekişandina leşkerên tirk e ji axa Sûriyeyê. Gelo ev daxwaz çiqasî pêkan e?

Di vê dema dawî de hin hevdîtin di navbera rayedarên dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê de hatin çêkirin, hinek li Moskovayê û hinek jî li Şamê. Jixwe ev hevdîtin û nêzîkatiya bi rejîma Şamê re li ser xwesteka Tayip Erdogan pêk hatine. Ji ber li Tirkiyeyê dê hilbijartin çêbibin û pisrgirêka penaberên sûrî yên li wî welat pisgirêkeke giring e û muxalefet wê yekê li dijî Erdogan bi kar tîne. Jixwe muxalefetê jî her digot ku ew bi ser kevin dê hevdîtinan bi rejîma Şamê re bikin û pisgirêka penaberan çareser bike. Lewre Erdohgan dixwaze vê yekê ji destê muxalefetê bigire û vê mijarê wekî serkeftineke xwe nîşan bide. Wekî ji bo serokê Rûsyayê Putîn jî Erdogan giring e û ji ber têkliyên xwe yên bi rêvebiriya Erdogan re dixwaze ku ew li ser desthilatê bimîne . Ji ber şerê li Ûkraynayê Rûsyayê jî di krîzekê de ye lewre berjewendiyên her du aliyan û hewcedariya wan a bi hev van têkilî û nêzîkatiyan ferz dike.

Wekî te jî anî ziman ev nêzîkatî ne wiha hesan e, şertê pêşî yê rejîma Şamê ew e ku hikumeta tirk leşkerên xwe ji axa Sûriyeyê vekişîne ev jî tiştekî gelekî aloz e û ne wiha hêsan dikare pêk were. Tirkiye wiha bi hêsanî nikare ji wan deverên di bin kontrola komên çekdar ên radîkal de derkeve.

Rejîm jî naxwaze ku vê yekê wekî xelatekê pêşîkêşî Erdogan bike ji bo ku ew di hilbijartinan de ji xwe re bi kar bîne, li hemberî wê rejîma Şamê jî dixwaze sûdê ji vê yekê bigire lewre ew jî sergiraniyan dike û şertên xwe ferz dike. Bi kurtasî mirov dikare bêje ku gelekî zehmete tiştê rejîma Sûriyeyê ji rayedarên tirk dixwaze pêk were her wiha tiştê ku dewleta tirk jî ji rejîma Şamê dixwaze anku ‘Mijara şerê bi Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêvebiriya Xweser re’ jî ne hêsan e û gelekî zehmet e ku pêk were.

Çima hikumeta tirk ew qasî dixwaze bi lezgînî têkliyên bi Şamê re sererast bike û çima rejîma Şamê sergiraniyan dike?

Mijara lez û beza Erdogan a hevdîtinên bi rejîma Şamê re bi gelek tiştan ve girêdayî ye. Di serî de hilbijartinên li Tirkiye nêz dibin û ew dixwaze di mijara penaberan de rê li ber rexneyên muxalefetê bigire û di vê mijarê de hin pêşketinan bi dest bixe. Ya din a girîng jî ew dixwaze ku destwerdaneke din li dijî Rêvebiriya Xweser û destkeftiyên kurdan pêk bîne, ji ber Erdogan destkeftî û hebûna kurdan ji xwe re wekî gefekê dibîne. Li hemberî wê rejîma Şamê li gorî wê lez û beza Erdogan tevnagere ji ber ew naxwaze beriya hilbijartinan xelateke wiha bide Erdogan bêyî ku rejîma Sûriyeyê jî sûdekî mezin ji vê nêzîkatiyê bigire dest. Lê ji ber ku Rûsya dixwaze di hilbijartinan de Erdogan bi ser keve dibe ku zexta xwe ya li ser rejîma Şamê zêdetir bike ku hin lihevkirin çêbibin. Lê bê guman ew tiştên ku rejîma Şamê û Erdogan li ser wan li hev bikin teqez wê pisgirêkên mezin ji bo gelê Sûriyeyê bi xwe re bînin. Heke lihevkirinek bi rejîmê re çêbibe dê pirsgirêka Sûriyeyê vegere wekî demên 2011, 2012’yan û aloziyên gelekî mezin bi xwe re ji bo gelên Sûriyeyê bîne.

Heke hikumeta tirk artêşa xwe ji axa Sûriyeyê vekişîne, dê helwesta wan komên çekdar û muxalifên ku piştgiriya wan dikir çi be?

Di baweriya min de heke artêşa dewleta tirk  xwe ji axa Sûriyeyê  vekişîne wê helwesta komên çekdar bi du rengên cuda be. Hinek komên çekdar ên girêdayî dewleta tirk hene ku bê îrade ne û li gorî fermana dewleta tirk tevdigerin. Ji xwe berê jî gelek caran dewleta tirk ew ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne. Dewleta tirk ew komên çekdar şandine Lîbya û gelek deverên din û ew ji xwe re bi kar anîne. Lê hin komên din ên çekdar ên girêdayî El Qaîdeyê hene ku dê fermanên dewleta tirk qebûl nekin.

Di serî de Cebhet el Nusra û yên giredayî El Kaîdeyê tu car ev biryara dewleta tirk qebûl nakin û ew ê pirsgirêkeke mezin bi xwe re derxîne. Bi taybetî piştî ku dewleta tirk xwe bide alî û êrîş li dijî wan pêk bên wê rewşeke gelek aloz çê bibe. Wekî ditîr jî te behsa muxalefetê dikir ew muxalefeteke bêbiryar û bêîrade ye û nikare tiştekî bike. Lê helwesta gel we jî şopandiye çawa ku li Azaz, Cerablus, Bab û gelek deverên din gel dakete kolanan û nerazîbûna xwe li hemberî lihevhatina bi rejîma Esed re anî ziman.

Lewre jî ez bawer dikim ku gelekî zehmet e ku dewleta tirk bikaribe li gorî tiştên ku soza wan bide tevbigere. Lê Erdogan her dixwaze bi rengekî lezgîn hin peymanan bi rejîma Sûriyeyê bike ku beriya hilbijartinan ji xwe re bi kar bîne. Her wiha ji ber ku rejîma Şam jî vê yekê baş dizane ew zêde wekî Enqerê lezê li vê pêvajoyê nake.

Çima welatên wekî Rûsya û Amerîkayê ew qasî çavên xwe ji êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digirin û dema ku hûn rû bi rû, bi rayedarên wan welatan re vê mijarê nîqaş dikin bersiveke çawa didin we?

Amerîka û Rûsyayê li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, Rûsyayê wekî hûn dizanin hevalbendê rejîma Şamê ye û ji aliyekî din ve ji ber ku di şerê xwe yê li dijî Ûkraynayê de gelekî qels bûye pêwistiya wê bi dewleta tirk û Erdogan heye, lewre jî ew gelekî dixwazin ku Erdogan di van hilbijartinên pêşiya me de bi ser keve. Lewre Rûsyayê çavên xwe ji her tiştî re digire û roleke girîng jî dilîze ji bo lihevhatina di navbera Erdogan û rejîma Esed de.

Amerîka jî ji ber ku dewleta tirk hevalbendê wê NATO’yê ye û hewcedariya wê bi dewleta tirk heye ji ber wê di hemû şerên xwe yên li herêmê de bi kar tîne. Ji ber wê rola dewleta tirk a di nava NATO’yê de çavên xwe jê re digirin û berjewendiyên wê di ber çavên xwe re derbas dikin ji bo Tirkiye bi temamî xwe teslîmî Rûsyayê neke.

Ji aliyekî din ve Tirkiye mijara endamtiya Swêd û Fînlandayê ya nava NATO’yê ji xwe bi kar tîne û bi riya wê jî şantajê li wan welatan dike û bazarên xwe bi wan her du welatan re li ser esasên dijminahiya kurdan dimeşîne. Lewre jî hem Rûsya û hem Amerîkayê ji bo berjewendiyên xwe yên bi dewleta tirk re çavên xwe ji van êrîşên li dijî me tên kirin, digirin.

Di kar û barên we yê dîplomasiyê de herî zêde hûn bi zehmetiyên çawa re rû bi rû dimînin?

Di destpêka ragihandina Rêvebiriya Xweser me dest bi karê xwe yê dîplomasiyê kir ji bo xatirê naskirina Rêvebiriya Xweser û ji bo danasîna projeyên me yên ji bo tevahî civaka navdewletî û her wiha me nêrînên xwe ên ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê bi welatan re par vekir. Bi rastî di wî warî de me zehmetiyên gelekî mezin dîtin. Piştî şerê bi DAIŞ’ê re û kordînasyona bi hêzên Koalisyonê re û piştî serkeftinên mezin hatin bidestxistin û têkbirina DAIŞ’ê ango rizgakirina ji sedî 30 ji axa Sûriyeyê û piştî ragihandina Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî gelek derî li pêşiya me vebûn û me dikarî bi rengekî xweştir û hêsantir karên xwe yên dîplomasiyê bimeşînin. Lewre jî piştî bidestxistina van destkeftiyan êdî di asta herî jor de têkliyên me bi gelek welatên cîhanê re çêbûn.

Bi rastî dîplomasiya me li ser du lingan tê meşandin yek ji wan dîplomasiya fermî ya bi dewletan û saziyên fermî re û ya din dîplomasiyeke civakî ya bi raya giştî re ye. Wekî dewlet ji xwe her dewletek berjewendiyên xwe esas digire û ew yek heta radeyekê ji bo me nabe cihê matmayînê ye. Di pêvajoya şoreşê de Rûsyayê jî hin peyman li ser hesabê me bi dewleta tirk re kirin û bi wê yekê Efrîn da destê Tirkiyeyê.  Her wiha serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump jî bi tweetekê bang li Erdogan kir ku derbasî Serêkaniyê û Girê Spî bibe. Piştî wê Swêd û Fînlanda jî ji bo derbasî NATO’yê bibin bazar bi dewleta tirk re li ser kurdan kirin û bi hevre peymanek imze kirin. Dewlet her dem li gorî berjewendiyên xwe gavan davêjin lê tiştê girîng ji bo me dîplomasiya raya giştî ye û em wê dîplomasiyê esas digirin.

Di vê warî de me gelek destkeftiyên mezin bi dest xistine û di nava hemû welatên dinyayê de em hatine naskirin. Gelek welatên cîhanê xwe dibînin deyndarê kurdan, deyndarê pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di nava raya giştî ya dinyayê de êdî ev rola girîng a kurdan û pêkhateyên herêmê di şerê li dijî terorê de baş tê zanîn. Her wiha rola jinan a di vê şoreşê de li dinyayê gelekî deng daye.

Bi rastî di warê dîplomasiyê de di warê têkliyên bi welatên ereb re hin astengî li pêşiya me hene. Em di wî warî de berpirsiyariyê didin ser xwe jî ji ber dibe ku di wî warî de me nikaribû projeyên xwe baş bi wan welatan bidin naskirin.  Lewre jî yek ji plan û projeyên me yên bingehîn ên xebatên di sala 2023’yan de ew e ku em têkiliyên xwe bi welatên erebî re, bi civaka erebî re xurt bikin.  Hem di aliyê fermî û têkliyên bi welatan de û di aliyê dîplomasiya bi raya giştî ya civakî re em ê hewl bidin ku têkliyên xwe xurt bikin.  Bi taybetî jî hewcedarî bi xurtkirina têkliyên bi welatên ereb ên ku têkildariya meseleya Sûriyeyê dikin heye wekî Misir, Siûdiyê, Îmarat, Urdun û hwd. Lewre em ê di vê salê de giraniya xwe bidin ser avakirina têkliyên bi van welatan re ji bo bikaribin rolekê di çareserikirina pirsa Sûriyeyê de bikin. Li gorî min paşdemana wan welatan dihêle ku welatên wekî Tirkiye û Îranê bêtir destê xwe bixin nava kar û barên Sûriyeyê.

Ji bo wiha jî divê em têkliyên xwe bi wan welatên erebî re xurt bikin da ku em bi hev re çareseriyeke li gorî berjewendiyên gelê Sûriyeyê bibînin ne li gorî berjewendiyên wan welatên ku destwerdana Sûriyeyê dikin.

Di baweriya min de nêzîkatiya di navbera rejîma Şamê û hikumeta tirk de ji bilî aliyên xwe yên neyînî yên ku me behsa wan kir , dê ji aliyekî din ve bihêle ku têkliyên me jî berfirehtir bibin. Ji ber civaka navdewletî alîkariya xwe bi wê muxalefeta heyî re li ser bingeha çareseriya li gorî  biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 a der barê Sûriyeyê de dikir û niha ew muxalefet nemaye.

Lewre jî heke nêzîkatî û peyman di navbera rejîmê û dewleta tirk de çêbûn êdî muxalefet jî namîne dê li gorî wan peymanan teslîmî rejîma Şamê werin kirin û tenê wê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bimîne muxalefet, her wiha dê bibe xala bingehîn a hemû hêzên navdewletî ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî ji pirsgirêka Sûriyeyê re.

Abdulkerîm Omer kî ye?

Abdukerîm Omer di sala 1961’î de li gundê Dokil ê Cizîra rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê.  Yek ji endamên damezraner ê rêvebiriya Xweseriya Demokratîk e. Li Cizîrê berpirsê komîteya Têkiliyên Derve bû. Di sala 2015’an de bû hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Herêma Cizîrê. Piştî damezrandina rêvebiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû serokê daîreya Têkiliyên Derve û niha jî wekî nûnerê Rêvebiriya Xweser ê tevahî Ewropayê kar û xebatên xwe dimeşîne.