4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan: Heta hesabdayînê wê doza Roboskî neqede

Bernameya bîranîna qurbaniyên komkujiya Roboskî pêk hat. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku tev li bîranînê bû ev tişt got: “Heta ku kujer hesab bidin wê doza Roboskî neqede."

Di 28’ê kanûna 2011’an  de balafirên artêşa tirk gundiyên ji gundê Roboskî yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê, bombebaran kiribûn û piraniya wan zarok û ciwan 34 gundiyan kuştibûn. Di 11’emîn salvegera komkujiyê de li Roboskî qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn. Xizmên qurbaniyên kom kujiyê, hevserokên giştî yên KCD, DBP û HDP’ê Berdan Ozturk, Saliha Aydenîz û Pervîn Bûldan, nûnerên partiyên pêkhateya Tifaqa Ked û Azadiyê, parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan û gelek serokên baroyan tev li bîranînê bûn.

Di bîranînê de wêneyên qurbaniyên komkujiyê hatin hilgirtin û pankarta “Me Roboskî ji bîr nekir û nedin jibîrkirin” hat vekirin. Piştî rêzgirtina ji bo qurbaniyan bernameya bîranînê dest pê kir û axaftin hatin kirin. Di bîranînê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û ev tişt gotin:

“Em careke din sersaxiyê ji malbat û xizmên 34 mirovên xwe yên li Roboskî jiyana xwe ji dest dan, ji gelê xwe re dixwazin. Tevî ku 11 sal di ser re derbas bûne jî lêpirsîneke xurt nehatiye kirin, kiryar nehatine eşkerekirin. Ev yek ji bo Tirkiyekê şermeke mezin e. Di heman demê de birîneke kûr e.”

Kesên ferman dane û komkujî kirine aşkera ne. Yekane tişta ku li holê nîne edalet û hiqûq e. Em bi zîhniyeteke welê re rû bi rû ne ku yên divê hesab bidin êrîşî yên hesab dipirsin, dikin. Mejiyê ku sîle li Ferhat Encu xist û yê ku li Roboskî bombe li 34 mirovan barand heman mejî ye.

Ev doz wê neqede. Heta ku kiryar hesabê bidin, heta ku yên ferman dane û berpirsyarên vê komkujiyê hesabê bidin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ev birîn birîna me hemûyan e, êş êşa me hemûyan e. Ev birîn heta ku edalet bi cih neyê wê neyê girtin. Em careke din dibêjin ku bi malbatên qurbaniyan re, li pişt vê têkoşîna gelê xwe ne.”

Piştî axaftinan kesên tev li bîranînê bûn tev bi re serdana goristana ku qurbaniyên komkujiyê lê hatine definkirin kirin û kulîlk danîn ser gorên qurbaniyan û dia kirin. Herî dawî beşdaran ji xizmên qurbaniyan re sersaxî xwestin.