19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza GOÇÎZDER’ê taloqî 10’ê adarê bû

Di danişîna ewil a doza girtinê ku li GOÇÎZDER'ê hatiye vekirin de daxwaza betalkirina dozê ji aliyê heyeta dadgehê ve hat redkirin.  

Komeleya Koçberiyê û Şopandinê (GOÇÎZDER) xebatên li ser kesên bi darê zorê ji warên xwe hatine koçberkirin, bi rê ve dibe. 17 rêveber û endamên GOÇÎZDER’ê ji ber xebatên ku kirine hatibûn girtin û tên darizandin. Der barê GOÇÎZDER’ê de doza girtinê hatibû vekirin. Danişîna ewil a doz ê li 15’emîn Dadgeha Hiqûqa Asliye Bakirkoyê ya Stenbolê hat dîtin. Parêzerê komeleyê Ahmet Baran Çelîk tev li danişînê bû.

Serokê dadgehê têkildarî dozê belgeyan xwend. Dozgerê Komarê Yavûzhan Kocaman ê ku doza girtinê li komeleyê vekiriye jî piştre tev li danişînê bû. Parêzer Çelîk îtîrazî dozger kir ku li beşa dadger dixebitî. Hat dîtin ku dozger û dadger li kêleka hev rûniştibûn. Parêzer Çelîk her çiqas îtîrazî vê yekê kir jî lê tiştek neguherî. Çelîk xwest doza girtina li komeleyê hatiye vekirin bê betalkirin.

Lê dozger daxwaza Çelîk red kir. Dadger bi hêceta wê li ser xebatên komeleyê lêkolînên xwe bidomînin dozê taloqî 10’ê adarê kir.