28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Buldan: Li başûrê Kurdistanê girtin û kuştina rojnamevanan didome

Edîtorê Ajansa ROJNEWS’ê Rojnamevan Keser Buldan têkildarî windakirina Silêman Ehmed diyar kir ku heta niha bi rêya parêzer, CPJ, RSF, CPT û Senîkayên Rojnamevanên Iraqê daxwaza çarenûsa Ehmed kirine, lê tu agahî negirtine.

Rojnamevan Keser Buldan, têkildarî windakirina Silêman Ehmet diyar kir li başurê Kurdistanê girtin û kuştina rojnamevanan berdewam dike.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa ROJNEWS’ê Silêman Ehmed di roja 1’ê Cotmehê de ji bo serdana malbata xwe ji başurê Kurdistanê derbazi Rojavayê Kurdistanê bu. Silêman Ehemed di roja 25’ê Cotmehê de dema xwest di ser deriyê Pêşxabur ( Sêmalka ) re derbasî Başur bibe ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hat revandin û ev 23 rojin agahî jê nayê girtin.

Serî li hemû rêxistinan dan

Rojnamevan Keser Buldan, anî ziman ku ji roja ku rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hatiye revandin heya niha ajansa ROJNEWS’ê bi rêya parêzer Erdelan Şêx Fatîh, parêzerên Hewlêrê, Komiteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF), Parlementerê Iraqê Refîq Salihî, Tîma Kurdistana Iraqê (CPT) û Sendikaya Rojnamevanên Iraqê daxwaza çarenusa editorê ajansa xwe kirine û hewildane ku agahi ji edîtorê ajansa xwe Silêman Ehmed werbigrin lê heya niha ji qet agahiyek zelal tüneye.

Rojhilata Navîn ji bo rojnamevanan bûye goristan

Buldan, da zanîn ku ji ber agahî nagirin hem malbata Silêman Ehmed hem ji ajansa ROJNWS’ê der barê jiyana rojnamevan Sileman Ehmed de bi fikarin û wiha got: “Ji xwe ger mirov behsa Rojhilata Navin bike, mirov dikare bêje ji bo rojnamevanan bi taybeti bûye cihê herî metirsidar û her roj an rojnamevenek tê qetilkirin yan ji tê revandin. Bi kurtasî ji rojnamevanan re buye goristan. Çi li Kurdistanê be, çi jî li derveyi Kurdistanê be gelek sazi û rêxistinên mafên mirovan û bi taybetî jî rojnamevanên her çar parçên Kurdistanê û rêxistinên rojnamevanên bêsinor jî ji bo çarenûsa Silêman Ehemed hatin ser xet û daxwaza azadkirina rojnamevan Silêman Ehmed kirin. Lê heya niha ji çekdarên PDK’ê li ser vê daxwaza parêzer, rêxistinên mafê mirovan û rojnamevanan xwe ker û lal kiriye.”

Hemû saziyan daxwaza berdana Ehmet kir

Buldan, bibîr xist ku gelek sazî û rêxistên mafên mirovan ji bo ku bikarin agahiyek ji editorê ajansa ROJNEWS’ê Silêman Ehmed bigirin hatin ser xet û li hember van kiryarên ne qanûni yên PDK’ê helwesta xwe nişan dan û daxwaza azad kirina Silêman Ehmed kirin û wiha axivî: “Lê heya niha ji PDK’ê bi fermî bersiva rêxistin û parazêran jî ne daye.”

 Rojnamevanên PDK’ê rexne dikin tên kuştin û girtin

Buldan, destnîşan kir ku piştî di sala 2003’yan de rejima baas a Sedam Hisên hat hilweşandin li Başurê Kurdistanê û Iraqê di 20 salên dawî de gelek rojnamevan bûne hedefa partiyên siyasi û gelek ji wan hatine revandin û qetilkirin û wiha berdewam kir: “Lê bi taybeti li Başurê Kurdistanê rojnamevanên ku rexneyek li desthilata başur kiribin û bi taybetî jî li PDK’ê kiribin an hatiye kuştin an jî hatiye girtin. Kuştin û revandina rojnamevanan heta îro jî berdewam dike. Mirov dikare bi dehan minakan li ser wan rojnamevanên ku hatine kuştin û revandin bide.”

Çend mînak

Keser Buldan bi çend mînakanan rojnamegerên hatine kuştin rêzgir û wiha qal kir: “Di sala 2008’an de yekem şehîdê qelem Soranê Mame Heme bû. Heya niha kujerên wî nehatine girtin.

Rojnamevan Serdeşt Osman di 4’ê Gulana 2010’an de li Hewlêrê hatibû revandin û piştî bi du rojan cenazeyê wî nêzî Mûsilê hatibû dîtin. Osman ku gule berdabûn serê wî û înfaz kiribûn, dema hate kuştin 22 salî bû.

Li Taxa Malta ya Dihokê nûçegihanê ROJNEWS’ê Vedat Hisên Elî dema ku serê sibehê xwest biçe ser kar ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hat revandin û saet di 12:30’an de cenazeyê wî li ser rêya sereke ya di navbera Dihok û qezaya Sêmêlê de hat dîtin.

Di sala 2021’an de li herêma behdînan ji ber nerazîbuna gel a li dijî siyaseta qirêj a  PDK’ê nêzî 80 çalekvan hatin girtin û di nav wan de rojnamevan, hunermend, çalekvanên medenî, mamosta û hwd hatin binçav kirin. Ev tenê çend rojnamevan ji aliyê desthilata başur ve hatine qetilkirin û heya niha jî ev politika li hember rojnamevanan berdewam dike.”

Yên dibin dengê heqîqetê rastî astengiyan tên

Buldan anî ziman ku li başurê Kurdistanê bi taybeti ji ajansa ROJNEWS’ê hertim rasti astengiyên hêzen emnî yên vê herêmê tên û wiha bi dawî kir: “Her car bi rengekê êrişên xwe li ser ROJNEWS’ê pêk tînin. Di başurê Kurdistanê de ji bo ku tu bikarî bi rehetî karê rojnamevaniyê bikî divê tu li gor siyaseta hikumetê tevbigerî û bikarî di berjewendiyên partiya de xizmet bikî û ev ji dibe sedem ku pêşî li karê te bêgirtin. Lê rastiya ku li vê derê heye, tenê tişteke ew ji yan divê tu parastina xeletî, gendelî, dizî û talana vê hikumetê bikî, yan ji divê tu ji bo gel rastiyên ku hene nişan bidi û bibî dengê rastî û heqiqetê.”