13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokên DBP’a Amedê: Em bi hevre bimeşin Îmraliyê

Hevserokên Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray û Mehmet  Şîrîn Gurbuz banga beşdariya “Meşa Azadiyê” ya dê di 18’ê mijdarê de ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî bê lidarxistin, kirin.

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray diyar kir ku tecrîd bondora neyînî li jin, cîwan û xwezayê dike û bi van gotinan banga tevlîbûna meşê kir: “25 sale Abdullah Ocalan dibin tecrîdê de ye û her diçe ev tecrîd giran dibe. Niha li Rojhilata Navîn şer didome. Ger tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe wê bi paradîgmaya xwe ya rêya 3’yemîn wî şerê li Rojhilata Navîn bide sekinandin. Ji ber vê yekê daxwaza me şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Ev daxwaz ne tenê ya gelê kurd ya hemû cîhanê ye. Divê em bi xwedîderketine xurt  tevlî meşê bibin. Werin em bi hev re bimeşin Îmraliyê.”

Banga çareserkirina pirsgirêka kurd

Hevserokê DBP’ê ya Amedê Mehmet Emin Gurbuz jî diyar kir ku ji bo pirsgirêka kurd bê çareserkirin divê deriyê Îmraliyê bê vekirin û wiha banga tevlîbûna meşa Gemlikê kir: “Hewceye hemû qadên Kurdistanê ji bo ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê şikênandin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bê têkevin nav liv û tevgerê. Ji ber ku ev meş, meşa xwe naskirinê û azadiyê ye. Werin em xwedî li meşa azadiyê derbikevin. Çiqas tevlîbûn xurt be, dê hêz ev qasî jî zêde be. Ji bo pêşerojê divê tecrîd were şikênandin. Ji bo siyasetmendar karibin siyasetê bikin û jiyanê ava bikin divê hevdîtîn bi serokatî re bê kirin û siyaset xurt bibe. Kesên ku jiyana azad û wekhev dixwazin bila xwedî li ‘Meşa Azadiyê’ derkevin û berê xwe bide Îmraliyê. Em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin ku werin tevlî meşa Gemlîkê bibin. Ev meşa çareserkirina pirsgirêka kurd û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.”