2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re careke din qedexe kirin

Derket holê ku bi hinceta “ewlehiyê” ji bo 6 mehan cezayekî nû yê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocallan hatiye birîn.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 32 meh in tu agahî jê nayên girtin. Abdullah Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû lê axaftin di niviyê de hatibû qutkirin. Ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Li gorî nûçeya nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) cezayeke nû yê qedexeya bi parêzeran re li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn.

Li gorî nûçeyê, parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê di 6’ê mijdarê de ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dane û piştî serlêdanê parêzer hîn bûne ku di 31’ê cotmeha 2023’yan de ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re li miwekîlê wan Abdullah Ocalan hatiye birîn.

Sedem ‘ewlehî’ ye!

Parêzer piştî ku vê agahî bi dest dixin dixwazin ku naveroka biryara qedexeyê û mînaka dosyayê bi wann re bê parvekirin, lê dadgerî bi hinceta “ewlehiyê” ev daxwaza parêzeran red kiriye. Li ser vê parêzer li dadgeha jor biryarê îtîraz dikin, lê ev îtîraza wan jî tê redkirin.

Li bendê ye ku Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê li dijî biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide.

12 car in hevdîtinê qedexe dikin 

Di 26’ê nîsana 2023’yan de jî ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re li Abdullah Ocalan hatibû birîn. Piştî ku ev dem temam bû, parêzeran ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kiribûn. Di encama vê serlêdanê de jî derketibû holê ku di 31’ê cotmehê de heman ceza dîsa hatiye birîn.

Bi vê biryara qedexeyê ya dawî re hejmara biryarên qedexeya hevdîtina bi parêzeran re derket 12’an.