7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Ocalan: Me pir bêriya wî kiriye

Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û xwîşka wî Fatma Ocalan diyar kirin ku ew ji ber rewşa birayê xwe bi fikar in û ji bo rakirina tecrîdê banga beşdariya "Meşa Azadiyê" ya ber bi Gemlîkê ve kirin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Grava Îmraliyê 24 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. 32 meh in jî tu agahî Ocalan û 3 girtiyên din nayê girtin. Agahî negirtina ji Grava Îmraliyê fikarên malbat û gel jî hê zêdetir dike. Kurd û dostên kurndan li çar aliyê cîhanê dest bi çalakiyan kirine. Ji ber tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, gel dest bi Meşa Azadiyê dike. Li Kurdistan û dervayî welêt cur bi cur çalakî tên lidarxistin. Bi daxwaza rakirina tecrîde û azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan di 18’ê Mijdarê de gel dê ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” li dar bixe. Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û xwîşka wî Fatma Ocalan bi Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Mahmut Altintaş re axivîn û bal kişandin ser girîngiya meşê û ji bo beşdariya meşê bang kirin.

‘Em bi fikar in’

Mehmet Ocalan bi lêv kir ku ew ji ber rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan bi fikar in û wiha got: ” Nezî 33 meh in tu agahî ji Serok tune ye. Ne malbat û ne jî parêzer nikarin bi girtiyên li Grava Îmraliyê re hevdîtinê bikin. Heke li dewletekê hiqûq li gorî kesan cuda bê xebitandin, ev yek ji bo hemû kesên li welatî dijîn xetere ye. Bendewariya me ji dewletê nîne em dibêjin ku bila hiqûqa xwe pêk bînin. Heke rêza wan ji hiqûqa wan re hebe divê mafê hevdîtinê ya malbatan pêk were. Em weke malbat pir bi fikar in. Haya kesî ji Grava Îmraliyê tune ye.”

‘Hemû tişt ji bo gel kir’

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê divê kurd bi bertekên xurt rabin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “50 sal berê ji ber ku kurd tune hatibûn hesibandin kurdan xwe weke kurd pênase nedikirin. Tirkî nedizanîn lê ji xwe re digotin em tirk in. Lê bi saya têkoşîna tevgera kurd, kurd îro dizanin ku ew kurd in. Serok, kurdên li ber tunebûnê carek din xist tevgerê. Divê kurd ji vê yekê re rêzê bigrin û xwedî derkevin. Divê hemû kurd jî li dijî vê tecrîdê bertekên xwe nîşan bide. Heke em vê yekê nekin wê dîrok hesab ji me bixwaze. Serok ji bo berjewendiya xwe tiştek nekir. Çi kir ji bo gel kir. Divê kurd jî bi wîjdanî tevbigerin.”

‘Çareserî di destê Serok de ye’

Mehmet Ocalan anî ziman ku bingeha hemû aloziyên civakî neçareserkirina pirsgirêka kurd e û bi wê ve giredayî tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Ocalan axaftina xwe wiha domand: “Heta tecrîda li ser Serok berdewam bike û pirsgirêka kurd nayê çareserkirin demokrasî jî nayê vî welatî. Heke rêya Îmraliyê venebe tu pirsgirêk çareser nabin. Hem ji aliyê aborî ve hem jî ji aliyê siyasî vê krîz wê bi dawî nebin. Pirsgirêka herî mezin a li vê herêmê pirsgrêka kurd ê û mifteya çareseriyê jî di destê Serok de ye. Ev pirsgirêk bandoreke mezin li ser civakê dike. Bi her awayî xitimandinek heye. Gel ji ber krîza aborî nikare pêdiviyên xwe bicih bîne. Ev yek jî bi Grava Îmraliyê ve girêdayî ye.”

‘Ji deriyê Îmraliyê vebe Meşa Azadiyê li dar dixin’

Mehmet Ocalan bal kişand ser çalakiya “Meşa Azadiyê” ya ber bi Gemlîkê ve û ji bo tevlibûna meşê bang kir: “Di 18’ê mijdarê de çalakiya meşa Gemlîkê wê bê lidarxistin, divê hemû kes ji bo xwe tev li vê çalakiyê bibe. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, aştî û bidawîkirina tecrîda li ser Serok rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û rojnamegeran daxuyanî dan û ev daxuyanî pir watedar in. Hemû kes bi gotin û bertekên xwe divê vê yekê bikin. Banga me ji bo kurd, ereb, tirk, rewşenbîr û hemû kesan ev e ku bila dest bidin ser wicdanê xwe û ji bo demokrasî û azadî bê vî welatî tev li Meşa Gemlîkê bibin. Li Kurdistan û Tirkiye, ji bo rêya Îmraliyê vebibe em berê xwe bidin çalakiya meşa Gemlîkê. Ji bo siberoja zarokên xwe divê em vê yekê bikin.”

‘Min pir bêriya wî kiriye’

Xwîşka Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan jî da zanîn ku wê herî dawî 8 sal berê kekê xwe Abdullah Ocalan dîtiyê û wiha got: ” Tu agahî jê tune ye. Em nizanin heye an tune ye. Em dixwazin agahiyê ji birayê xwe bigirin. Lê dewlet bi tecrîdê hevdîtina me asteng dike. Min pir bêriya wî kiriyê. Êdî bes e. Em dixwazin agahiyeke ji birayê xwe bigirin. Divê hemû kes tev li vê meşe bibin ku ev tecrîd bê rakirin da ku em bikaribin agahiyekê bigrin. Bila xwedî li Serok derkevin.”