spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojava xebatên zanîngehan geş dibin

Li rojavayê Kurdistanê, kar û xebatên zanîngehan didomin û di vê çarçoveyê de li Kobanê avakirina avahiya nû ya Zanîngeha Kobanê temam bûn. Li seransê Rojava 2 hezar û 300 xwendekar li zanîngeh û peymangehan hatin qeydkirin.

Li rojavayê Kurdistanê, tevî hemû êrîş û astengiyan jî xebatên xurtkirin û başkirina şert û mercên perwerdeyê berdewam dikin. Bi taybetî jî xebatên li zanîngehan hatine zêdekirin. Di vê çarçoveyê de Zanîngeha Kobanê ku lêkirina avahiya wê di sala 2018’an de hatibû destpêkirin bi dawî bûn û avahî ji dayîna perwerdeyê re hat amadekirin.

Rêveberê projeya lêkirina zanîngehê endazyar Nezmî Mihemed, der barê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Mihemed, diyar kir ku Rêveberiya Xweser milyonek dolar ji bo avakirinê û 700 hezar dolar jî ji bo temamkirina pêdiviyan budçe ji zanîngehê re veqetandiye û li ser vê proje hatiye temamkirin û der barê zanîngehê de ev agahî dan:

“Ev proje têra hezar xwendekaran dike. Di avahiya nû de nêzî 30 hol hene, her yek ji bo 35-40 xwendekaran e û gelek nivîsgehên rêveberiyê hene. Avahiya nû ji 3 beşan pêk tê; 2 beş ji bo xwendekaran û beşek ji bo rêveberiyê hene. Her wiha holeke ji bo 400 xwendekaran û holeke pirtûkxane û xwendinê li zanîngehê hene.

Fakulte û peymangeh

Li Zanîngeha Kobanê 2 beşên wêjeyî û zanistî hene ku ji 12 beşên fakulte û peymangehan pêk tên. Ew jî ev in; fakulteya wêjeyan, fakulteya perwerdehiyê, fakulteya zanistên xwezayî, peymangeha zanistên xwezayî, peymangeha zanistên perwerdehiyê, peymangeha bijîşkî, peymangeha teknolojî, peymangeha jimaryariyê, peymangeha zimanan, peymangeha zanistên rêveberî û qanûnî, peymangeha lêkolînên bilind ên zanistên perwerdehiyê û peymangeha lêkolînên bilind ên zanistên civakî.

Beşa “Pîşesaziya dermansaziyê” ji bo beşên peymangeha bijîşkî ku berê ji beşên hemşerî, benckirin û taqîgehê pêk dihat, hat zêdekirin. Her wiha beşa biyolojiyayê ku berê girêdayî peymangeha zanistên perwerdehiyê bû û xwendina wê 2 sal û nîv bû, ji bo fakulteya zanistên xwezayî hat zêdekirin û xwendina wê bû 4 sal.”

2 hezar û 300 xwendekar

Li aliyê din, Berdevka Mufadeleya 2023-2024’an a Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Mihemed, der barê hejmara xwendekarên zanîngehên herêmê de ji ANHA’yê re axiviye û agahiyên dawîn parve kiriye. Sîham Mimemed, daye zanîn ku îsal 2 hezar û 300 xwendekar li zanîngeh û peymangehên herêmê hatine qeydkirin.

Der barê qeydkirina xwendekaran a li zanîngehên herêmê de jî Sîham Mimemed ev agahî parve kirine: “2 hezar û 300 xwendekar hatine qebûlkirin. Ji wan 900 xwendekar li Zanîngeha Rojava, 500 li Zanîngeha Kobanê û 300 jî li Zanîngeha El Şerq hatin qebûlkirin. 600 xwendekar jî derbasî peymanghên tibî û mamosteyan bûne.”

Fakulte û peymangeh

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku li Zanîngeha Rojava 12 fakulte, 3 peymangeh; li Zanîngeha Kobanê 3 fakulte, 5 peymangeh; li Zanîngeha El Şerq jî 7 fakulte û 2 peymangeh hene.