5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HEDEP’iyan di hevdîtinên bûdçeyê de Guler protesto kir

Hevdîtinên “Teklîfa Qanûna Bûdçeyê ya Rêveberiya Navendî ya Sala 2024’an” ên li Komîsyona Plan û Bûdçeyê berdewam in. Ji bo Wezareta Parastinê trîlyonek û 133 milyar û 500 milyon lîre bûdçe hatiye veqetandin û hevdîtinên li ser vê bûdçeyê dest pê kirin.

Wezîrê Parastinê Yaşar Guler hate komîsyonê. Dema Guler hat, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ew protesto kir. Dema Guler hatî hevdîtinan, HEDEP’î nehatin eywana komîsyonê û kursiyên xwe vala hiştin.

Wêneyên 34 kesên li Roboskî hatin qetilkirin rakirin

Piştre jî HEDEP’î bi dovîzan hatin eywana komîsyonê. HEDEP’iyan dovîzên weke “Muhîmata biaqil a F-16’an bi 1. 2 milyon dolara ye. Bi qasî 3 hezar kêmtirîn mûçeya ye”, “Muhîmata obûsên firtinayê bi 5 milyon dolara ye û bi qasî 12 hezar kêmtirîn mûçeyan an jî bi bihayê 18 milyon nana ye” û “Saeteka firîna F-16’ê bi 27 hezar û 927 dolaran e û ev jî bi qasî mûçeyê 103 teqawidan dike” hilgirtin û bertek nîşan dan. Di heman demê de HEDEP’iyan wêneyên 34 kesên li Roboskê bi F-16’an hatine qetilkirin jî hilgirtin.