3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hikûmeta Kolombiya û FARC’ê ji nû ve dest bi hevdîtinê kirin

Hikumeta Kolombiyayê ragihand ku bi fraksiyona bingehîn a Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) re hevdîtinên ji bo aştiyê jinûve dest pê kirine.

Nûnerê sereke yê hikumetê yê danûstandinan Camîlo Gonzalez Posso daxuyaniyek bi dîmen da çapemeniyê û got, “Em ê hevdîtinên plankirî, bi taybetî jî danûstandinên tûra nû ya li dora maseya aştiyê ya vê mehê destpê bikin, dewam bikin.”

Fermandariya Navendî ya FARC’ê (EMC-FARC) ku peymana aştiyê ya dîrokî ya 2016’an red dike, di 5’ê Mijdarê de bi daxuyaniyekê gotibû “Em rojev û danûstandinên bi hikumetê re li ser li hev hatiye kirin, ji îro û pê ve radiwesetînin.”

Di daxuyaniyê de li ser xusûsên binpêkirina peymanê agahî nehatibû dayîn, lê belê hatibû gotin ku dewlet bi ‘ahengî’ tevnagere û bi operasyonên li herêmên EMC’ê re piştgiriyê dide vîzyoneke mîlîtarîst.