6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Buldan: Rojnameger rûmeta demokrasiyê ne

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bertek nîşanî girtina rojnamegeran da û diyar kir ku girtina rojnamegeran êrişeke li dijî azadiya mafê agahîgirtinê ye û ev tişt got: “Rojnamegerên hatine girtin rûmeta Çapemeniya Azad û demokrasiyê ne.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di Komcivîna Meclisê ya partiya xwe de têkildarî mijarên di rojevê de axivî. Di destpêka axaftina xwe de Buldan, Partiya Karkeran û serokê wê Lula Di Sîlva ku di hilbijartina serokkomariyê ya Brezîlyayê de bi ser ketibû pîroz kir.

Axaftina Buldan bi tevahî wiha ye:

“Me 99’emîn salvegera damezirandina komarê li pey xwe hişt. Fikra demokrasî û xwerêveberiyên herêmî ya di dema destpêka damezirandina komarê de terikandin û li şûna wê pergala înkar, red û yekperestiyê ava kirin. Em qala rûxîneke sedsalî ya bi vî awayî dikin. Her çend ku rêveberî guherî be jî, ev zîhniyet tu carî neguherî. Weke civak em êşa vê hêj niha jî dikişînin. Li şûna Plana Islehkirina Şerqê û Mifetişiya Umumî, xespa qeyûm hat. Li şûna darbeyên 12’ê Adar, 12’ê Îlon, 28’ê Sibat û 2’yê Adarê, darbeya qeyûman a desthilatdariya AKP-MHP’ê di 4’ê mijdar û 19’ê tebaxê de pêk anîn girt. Hêj niha jî zimanê kurdî qedexe ye. Erê rast e pergala vesayetê dest guherand lê ew bi xwe qet neguherî. Îro jî weke vesayeta qesr û darazê didome.

Tûglûk dereng hat berdan

Hevala me Aysel Tugluk ku rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bû, di encama têkoşîna gelê me, me, jin û raya giştî ya demokratîk hat berdan. Ez bi vekirî dibêjim ku ev berdan, berdaneke derengmayî bû. Ez careke din ji siyasetmedara hêja Aysel Tugluk re dibêjim derbasî be û şîfaya xêrê jê re dixwazim.

Pirsgirêka kurd, ev bi xwe ye. Girtiyên nexweş ên di nava nivînên mirinê de ne. Kurdiya qedexekirî ye. Qeyûmên bi rêya darbeyê li şaredariyên kurdan hatine tayînkirin in. Hestiyên xistine telîsan in. Goristanên hatine texrîbkirin in. Redkirina mafên hemwelatiya wekhev a bingeha xwe ji hiqûqa gerdûnî digirin e. Pirsgirêka kurd; polîtîkaya necezakirinê ya li hemberî îşkence, komkujî û sûcên li dijî mirovahiyê ye. Erê rast e, astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûnê, pirsgirêka kurd e. Ev pirsgirêk dike ku hemû pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê li cihê xwe bimînin.

Rojnameger rûmeta demokrasiyê ne

Ji bo ku nehêlin heqîqet derkeve holê, berê xwe didin polîtîkaya zext û tundî û derewan. Ji ber ku mamoste Şebnemê bi dilwêrekî heqîqet vegot, girtin. Sekna mamoste, sekna li dijî şer e. Her kesên demokrasî û aştiya civakê dixwazin, divê piştgiriyê bide mamoste Şebnem. Ez li vir wê silav dikim.

Tam di pêvajoyeke wiha de rojnamegerên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê girtin. Sedema vê jî ew e ku heqîqetê dinivîsin. Girtina rojnamegeran, êrişeke raste rast a li dijî azadiya agahîgirtinê ya gel e. Pêdiviya vî welatî bi rojnamegerên rasteqîn heye ku li gorî heqîqetê tevdigerin. Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta Çapemeniya azad in. Rûmeta demokrasiyê ne! Ez silav û hezkirina xwe ji wan re dişînim. Dê pênûsa we ya giranbiha, hêj pir rûpelên birûmet ên dîrokê binivîsin. Yên ku hewl didin pênûsa we kelemçe bikin jî dê di nava rûpelên reştarî yên dîrokê de bên bibîranîn. Em li vir dîsa dibêjin; ev desthilatdarî, fikriyata zîhniyeta Apê Mûsa qetil kirî ye. Lê divê baş bizanin ku fikriyat û mîrasa têkoşînê ya Apê Mûsayan nexşerê û rêbera me ye. Wan jî serî netewand û em jî natewînin.

Dixwazin înkarê bidomînin

Tam di roja 99’emîn salvegera damezirandina komarê de mamoste Şebnem û rojnameger girtin. Bi vekirî peyamê didin ku dê red û înkara xwe bidomînin. Yanî dixwazin sedsaleke din jî bi înkarê bidomînin. Serokê Giştî yê AKP’ê di bin navê ‘Sedsala Tirkiyeyê’ de propagandaya hilbijartinê dike. Qala hiqûq û edaletê dikir. Gelo bi rastî jî ew bi xwe ji van gotinên xwe bawer dike? Mesele, hemû kesî weke hemwelatiyên wekhev dibîne? Gelo baweriya wî ya ji hiqûqê heye? Gelo dixwaze înkarê bi dawî bike? Heke bixwaze, bila kerem bike û tecrîdê rake. Fermo, hemû girtiyên bi awayekî derhiqûqî dîl hatine girtin berde. Wê demê dev ji tetîkkêşiyê berdin. Were em bi hev re cihêkariyan ji holê rakin, di navbera hemû nasname û baweriyan de wekheviyê çêbikin. Gelo hûn jî li gel vê ne? Em dizanin ku tu xwedî vê cisaret û dilî nînî. Yên ku berê wan li vesayet, qedexe, înkar, zext û bêedaletiyê nikarin bibin xwedî vîzyoneke sedsalê. Heta ku hevrûbûn û edalet nebe, sedsalake nû qet nabe.

Sedsala AKP-MHP’ê de kurd, elewî, bawerî, bindest, jin, ciwan û kedkar tune ne. Demokasî, azadî, edalet û aştiya civakî tune ye. Tenê yekperestî, rant, cihêkarî, krîza aborî û rizîbûn heye. Dijminatiya li kurdan û jinan heye. Kedxwarî heye. Rabûne qaşo dê 85 milyonan bixapînin. Dê sedsaleke din jî wiha ne dome. Ne civak civaka berê ye, ne kurd kurdên berê ne, ne ev erdnîgarî erdnîgariya berê ye û ne jî dinya dinyaya berê ye. Aktorên vê sedsalê ne hûn lê dê bibin gelên Tirkiyeyê. Xwediyên vê sedsalê dê bibin xwediyên berxwedana birûmet a li dijî faşîzmê.

Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz be

Yekitî û piştevaniya gelên li Rojava bi xwe re destkeftiyên mezin anîn. Pêşerojeke demokratîk a hevpar li wir tê avakirin. Ez, hemû gelên berxwedêr ên Rojava, hemû jinên dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ berz dikin silav dikim û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikim. Ev ruhê piştevaniyê dê bibe roniya têkoşîna hemû gelan. Her wiha berxwedana jinan a ku ji bo Jîna Emînî di serî de li Îranê bi giştî li seranserî cîhanê mezin bûyî, careke din nîşanî me da ku hêza sereke ya ku dê pêşeroja jinan û civakê diyar bike, hêza jinan e.

Serokê Giştî yê AKP’ê dibêje ‘werin em vî welatî ji makeqanûna darbeyê xelas bikin.’ Lê yên ku her roj li dijî siyaseta demokratîk, daxwazên demokratîk, çapemenî û rêveberiyên me yên herêmî darbeyan dikin ew bi xwe ne. Yên ku li gorî biryarên AYM û DMME’yê tevnagerin ew bi xwe ne. Qaşo dê xwe ji makeqanûna darbeyê xelas bikin! 4’ê mijdarê dê bibe 6’emîn salvegera darbeya li dijî HDP’ê. HDP ev 6 sal in li dijî darbe, kompas, komkujî û komployan li ber xwe dide.

Dem dema komara demokratîk e

Ez li vir dîsa dibêjim ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, hûn nikarin bikevin sedsaleke nû. Lewma jî em dibêjin ji bo pêşketin û demokrasiyê tekan rê, guftûgo û muzakere ne. Siyaseta şer û tecrîda girankirî dê we sedsalên din paşve bibe. Guftûgo û muzakere dê sedsala nû tacîdar bike.

Demokratîkkirina komarê, pêşniyareke çareseriyê ya dîrokî ye. Ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê bê çareserkirin, HDP amade ye ku her berpirsyariyeke xwe bi cih bîne. Aliyê çêker û muzakerevan a HDP’ê, çareseriya hevpar a hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ye. Armanca me ya esasî, demokratîkkirina komarê ye. Li dijî hegemonyaya faşîzm û mêtingeriyê, dem dema avêtina gava demokrasiyê ya xurt e. Ne pergala talanê ya heyî û ne jî aliyê wê yê hatiye restorekirin nabe dermanê gel. Em qala pergaleke nû ya wisa dikin ku li ser bingeha demokrasî, aştî, edalet û wekheviyê hatiye avakirin û pergaleke demokratîk û wekhev e.

Rêya sêyemîn

Banga me ji bo tevahiya civakên me ew e ku bên cem me û em li ser bingeha rêgez û armancên hevpar hêzên xwe bikin yek. Werin em bi hev re bimeşin. Em bi hêza ku ji armanc û stratejiya xwe digirin amadekariyên hilbijartinê dikin. Banga me ji bo tevahiya gelên me ev e; wer in em li bingeha rêya 3’yemîn a ku HDP’ê vekiriye bibin yek.”