spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwendekaran zanîngehên Îranê kirin navenda serhildanan

Serhildan û xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bênavber berdewam dikin. Di demê dawî de çalakiyên xwendevanan ên li zanîngeh û peymangehan zêdetir bûne.

Serhildan û xwepêşandanên ku ji ber kuştina jina ciwan a kurd Jîna Emînî li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kiribûn, bênavber berdewam dikin. Xwendekar bûne pêşengên serhildanan. Li bajarê Merîwanê xwendekar daketin kolanan û bi dirûşmeyan nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Li Saqizê jî ciwan daketin kolanan agir dadan û bi dirûşmeyan dewleta komarî ya Îslamî protesto kirin. Li gelek bajaran jî di çarçoveya serhildanan de welatiyan dikanên xwe venekirin û bazar girtî man. Li Pîranşarê cenazeyê Komar Derufande yê 17 salî ku di xwepêşandanê de hatibû kuştin bi merasîmekê hate veşartin. Bavê şehîd Komar ragihand ku ew bi kurê xwe serbilind e.

Her wiha li Sine jî ji bo cenazeyê Sarîna Sadî ya 17 salî ku roja borî ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû kuştin merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de bênavber dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin.

Pêşeng xwendekar in

Li aliyê din xwendekarên zanîngehan bi xurtî tev li çalakiyan dibin û zanîngeh kirine qadên nerazîbûn û xwepêşandanan. Li seranserê Îranê xwendekar li qadan bûn. Xwendekaran li zanîngehan bertek nîşanî rejîma Îranê dan û doza azadiyê kirin.

Li bajarê Şehryarî ya ser bi Kerecê ve gelek kes di çileya yek ji xwepêşandarên hatibû kuştin de li hev kom bûn û çalakî li dar xistin. Her wiha li Erak û Tewrêz jî xwepêşandan û çalakî hebûn. Li gelek kolan û kuçeyên bajarên din welatî daketin qadan, agir dadan û bi dirûşmeyan nerazîbûn nîşan dan.