3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin

Li Wanê rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî ji bo meşa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ku dê li navçeya Silopiyayê were lidarxistin bang kirin û wiha gotin: “Em ê bi bêdengbûnê nebin şirîkê vî sûcî.”

Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe wê li navçeya Silopiya ya Şirnexê di 6’ê mijdarê de meşek were lidarxistin. Têkildarî meşa ku dê di pêşengtiya Komeleya Yekitî, Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER) bi dirûşmeya “Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” were kirin de li Wanê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate kirin de nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kes amade bûn.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk Harûn Okay, bal kişand ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer û mirovahiyê ye û wiha got: “Tespît û delîlên cidî yên bikaranîna çekên kîmyewî hene ku ji bo hemû zindiyan xedar e û di hiqûqa navneteweyî de weke sûc tê dîtin. Dîmenên derketine holê nîşan didin ku Tirkiye bi awayekî aşkera li dijî peymanên navneteweyî yên weke Peymana Cenevreyê ya alîgiriya wê dike tevdigere.”

Bi destûr nedayinê dibin şirîkê vî sûcê

Okay, anî ziman ku şûna ku kimyasal bên lêkolînkirin rojnamevan û rewşenbîrên ku mijar anîne rojevê tên girtin û xwest ku şûna daxuyaniyên înkarkirinê bila şandeyên serbixwe bişînin herêmê. Okay, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Destûr nedayîna rêveberiya başûrê Kurdistanê ya şandeyên pispor ên serbixwe ku dixwazin li herêmê lêkolînan bikin, rê li ber fikar û hêrsbûnê vedike. Divê rêveberiya kurd ewlehiya şandeyan pêk bîne û destûra lêkolînkirinê bike. Rêveberiya kurd, bi destûr nedayina şandeyan a ji bo lêkolînê dibe şirîkê vî sûcî. Divê kes nebe şirîkê vî şerê hov û sûcê mirovahiyê.”

Okay, bi lêv kir ku bi ser girtina Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Prof. Şebnem Korûr Fîncanci, gef li welat tê xwarin û wiha pê de çû: “Axaftin û bertek nîşandana mirovan a di vê mijarê de tê astengkirin. Em ê li dijî van bêdeng nebin. Çi dibe bila bibe divê sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin bên lêkolînkirin. Gelek nûçe û dîmen ji rayagiştî re hatin parvekirin. Em dixwazin ku ev bên lêkolînkirin û rastî ji rayagiştî re bên parvekirin. Em weke kesên li dijî mirinê jiyanê li dijî şer aştî û çareseriyê diparêzin, bersiveke zelal didin kesên îro hêj siyaseta şer dikin. Bi vê rêbazê ne pirsgirêka kurd dikare bê çareserkirin ne Tirkiye demokratîk dibe ne jî dikare bê îdiakirin ku polîtîkayeke li gorî feydeyê 84 milyon mirovan e. Ev gel ev civak êdî naxwazin ji ber hêrsa we ya desthilatê zarokên xwe winda bike. Piştevaniyê nade we ku hûn desthilata xwe bidomînin.”

Okay, banga “bikevin nava liv û tevgerê” li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Yekitiya Ewropayê (YE) kir û wiha domand: “Naxwe wê xemsariya li gelên herêmê zêde bike û rê li ber komkujiyên mezintir veke. Roj ne roja bêdengiyê ye, roja parastina mirovahiyê û gotina li dijî şer e. Jiyana mirovan pîroz e.  Em bang li hemû sazî, pêkhate, partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl ên civakî, gelê xwe û her hemwelatiyên xwe yên xwedî wijdan ên alîgirê jiyanê ne dikin ku bikevin nava tevgerê.”

 Banga tevlibûna meşê

Okay, xwest ku her kes tev li meşa ku dê di 6’ê Mijdarê de ji Silopiya heta Xabûrê bê lidarxistin bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li hemû gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku beşdarî vê meşa mafdar bibin. Tişta ku civak dixwaze tenê eşkerekirina heqîqetê ye. Bi bêdengmayînê re em ê tu carî nebin aliyekî vî sûcî. Em bi biryardariyek mezin careke din dubare dikin ku heta ku rastî derkeve holê em ê gotina xwe bidomînin û li heqîqetê bigerin.”