3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Brezîlyayê namzetê çepgir Lula da Silva bi ser ket

Tûra duyemîn a hilbijartina serokdewletiyê ya Brezîlyayê pêk hat û namzetê çepgir Luiz Inacio Lula da Silva ji sedî 50,83 ‘yê dengan girt û bi ser ket.

Li Brezîlyayê, tûra duyemîn a hilbijartina serokdewletiyê pêk hat. Di hilbijartinan de namzetê çepgir Luiz Inacio Lula da Silva ji sedî 50,83 ‘yê dengan girt û li dijî hevrikê xwe yê rastgir Jair Bolsonaro ku niha serokdewletê Brezîlyayê ye bi ser ket. Jair Bolsonaro ji sedî 49,1’ê dengan girt û lê têkçûna xwe qebûl nekir. Piştî aşkerakirina encaman ragihand ku wê encaman îtîraz bike.

Lula da Silva, der barê encamên hilbijartinê de axivî û ev tişt gotin: “Heta niha Bolsonaro serkeftina min qebûl nekiriye û li min negeriyaye, nizanim wê li min bigere ya na anjî serkeftina min qebûl bike ne bawer im.”

Tê payîn ku Lula da Silva yê 77 salî di 1’ê çileya 2023’yan de dest bi peywira xwe bike.