13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Noam Chomsky banga azadiya Abdullah Ocalan kir 

Fîlozof Noam Chomsky girtîbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke “tiştekî dermirovî” pênase kir û ev bang kir: “Divê di zûtirin demê de were berdan.”

Fîlozof, dîroknas û zimanzanê amerîkî Noam Chomsky têkildarî geşedanên li cîhanê, êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û serhildana li Îranê ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û nirxandinên girîng kirin. Chomsky, ji bo êrişên Tirkiyeyê yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev tişt anîn ziman: “Di mijara zilma li ser kurdan de Tirkiye her tim pir zalimane tevgeriya ye. Mîna salên destpêkê yên sedsalê, çendek dem çêbûn ku di vê rewşê de hinek guhertin çêbûn. Lê ev rewş zêde dirêj nekir. Ji bo tepisandina kurdan her firsendê bi kar tînin.”

Bi domdarî Chomsky got ku serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hewl dide di pergala cîhanê ya nû de Tirkiyeyê bike xwedî rol û wiha domand: “Îxtîmaleke mezinê di vê rewşê de bo xwe rola xelîfetiyê dibîne. Heke ev ne be jî, dixwaze Tirkiyeyeke ku ji hêla Rojava ve nayê kontrolkirin û di heman demê de li Asyayê bi Çînê re hevkariyê dike, ava bike. Dixwaze li qadeke wiha berfireh xwedî rol be. Li rexekî endamtiya wê ya NATO’yê’didome û li hêla din jî ji bo xaza rûs a Putîn bibe navendekê belavkirinê. Dema vê dike jî hewl dide ji kontrolên NATO’yê bireve û bi keyfxweşiyeke mezin daxwazên DYA’yê red dike. Azadiya gelê kurd hema hema qet bi ser guhê Rûsya û DYA’yê ve nîne.”

Serhildanên Rojhilat

Têkildarî serhildana Îranê jî Chomsky ev nirxandin kir: “Raperîna heyî ji raperînên din pir cuda ye. Divê em ji bîr nekin ku tevahiya nifûsê beşdar nebûye. Qadên çoltarê yên kevnepereset hêj niha jî alîgirtiya rejîmê dikin. Em nizanin bê ka rejîma olî ya hişk dê çiqas serî li alavên tundiyê bide. Şah nexwest serî li van amûran bide û yan jî nekarî bi kar bîne. Lewma jî rejîm guherî. Heke serhildan bi ser keve, dê bandora wê ya li Rojhilata Navîn û derveyî herêmê dibe ku gelek be. Di halê hazir de li seranserî cîhanê piştgirî tê dayîn û kir ku gelek kesên din jî li dijî rejîmên xwe bikevin nava serhildanê.”

Chomsky, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Potansiyeleke çalakiyên li Îranê heye ku tiştekî mîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jê çêbibe. Divê tu carî dev ji vê têkoşînê neyê berdan. Lê di halê hazir de helwesta herî rasteqîn ew e ku destkeftiyên heta niha bên parastin. Jixwe yekîneyeke biçûk ê DYA’yêl i Rojava hebû û Trump bi şermizarî û fihêtiyeke mezin ew jî paşve kişandin. Vê jî kir ku Tirkiye qada êrişên xwe yên xwînî hêj berfirehtir bike. Her wiha dike ku Rojava neçar bimîne bi dijminê xwe re lihev bike. Tirkiye, êrişên xwe yên li dijî PKK’ê roj bi roj dijwartir dike. Hinek nîşaneyên bisînor hene ku Rojhilat, serkeftinên mîna yên Rojava bi dest bixe.”

Banga azadiya Abdullah Ocalan kir

Têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî Chomsky ev tişt anî ziman: “Rewşa girtî ya Ocalan, sepanekî dijmirovî ye û divê were berdan. Fikrên wî bûn çavkaniya destkeftiyên balkêş ên li Rojava û dibin çavkaniya pêşketinan. Her wiha ji bo hemû rejîmên otorîter ên herêmê jî weke gefekê tên dîtin.”