6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan û Sancar dê nebin namzetên hevserokatiya HDP’ê

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Snacar, daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzetên hevserokatiyê yên HDP'ê.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, di Medya Haber TV’yê de têkildarî encamên hilbijartinê de axivîn.

Bûldanê got: “Em negihîştin armanca xwe. Helbet ev cihê xwerexnekirinê ye. Me tespît kir ku me pêvajoya kampanyayê baş bi rê ve nebir. Me xwe negihand derdorên ji xeynî yên xwe û me xwe bihêz nekir. Mesela, nebûna temsîliyeta ermenî, êzdî û astengdaran kêmasiyeke mezin e.”

Bûldanê bibîr xist ku piştî hilbijartinê bi rojekê daxuyandine ku dê kongreyê li dar bixin û got: “Ji ber ku em negihîştina rmanca xwe, me civîn bi lijneyên xwe re kir û me biryar da ku em ê kongreyê li dar bixin. Di hemû astên vê têkoşînê de çi bikeve ser milên min, ez amade me. Lê ez ê rexneyan esas bigirim û di vê kongreyê de nebim namzeta hevserokatiyê. Bi dewrkirina vê peywirê ez ê şanaz bim. Her wiha ez ê di pêvajoya kongreyê de, di tu mekanîzmayên biryarê de jî cih negirim. Di vî warî de berprisiyariyeke min a hesabdayînê jî heye. Ez dest jê bernadim û naçim. Em ê pêşî hesab bidin. Em ê hesab bidin derdora xwe û jinan. Bi ya min meseleya herî girîng jî ev e.”

Sancar jî destnîşan kir ku bi Partiya Çepên Kesk re rayên ku xwestie wergirin wernegirtine û got: “Lewma em dikarin bibêjin em bi ser neketin, lê ev ne têkçûyîn e. Ji bo tasfiyekirina siyaseta demokratîk çi ji destê wan hat kirin. Lewma daxilbûna me ya hilbijartinê bi xwe jî, tiştekî pir girîng e. Me ev yek şikand û em daxilî hilbijartinê bûn.”