17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûlût: Eger malbata Barzanî Kurdistan parastibûya dê piştgirî bidaya PKK’ê

Kurdên li Swîsreyê bi boneya balê bikişînin ser şerê li başûrê Kurdistanê û bi armanca êrîşên li ser kurdan şermezar bikin li Cenevreyê mîtîngekê li dar dixin. Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Mulkiye Bûlût der barê armanca mîtîngê de axivî. Bûlût anî ziman ku ji ber rewşa li Başûr dest pê kiriye li qadan in û wiha got: “Ji ber niha welatê me di bin agir û bombebaranê de ye, em wekî kurdên penaber bûne û li Ewropayê ne, li qadan in. Wekî kurdên Swîsreyê bi boneya dengê xwe bigînin hemû welatên Ewropa û Cîhanê Em 3 rojan li pêş saziya Neteweyên Yekbûyî rûniştin. Duh çalakiya rûniştinê bi dawî bû. Îro jî kurdên swîsreyî û dostên kurdan dixwazin meş û mîtîngekê li dar bixin. Em hemû kurdên swîsreyê hefteyek in li qadan in. Ez bawer dikim ku me deng vedaye. Ji ber ku me deng nedabûya, rojnamevan, parlamenter û dostên me yên Swîsre û ewropayê nedihatin tev li me nedibûn. Dewletên emperyalîst me qebûl nakin. Dixwazin em di bin destê wan de bin û em dengê xwe nekin. Yên swîsrî û fransî hatin tev li çalakiya me bûn. Me dengê xwe gîhandiye wan. Ji bo em dengê xwe bigînin welatên ewropa û cîhanê em meş û mîtîngek mezin li dar dixin. Yên tev li çalakiya me dibin dostên kurdan in. Dewlet piştgiriyê didin dewletan.”

‘Dostên me dizanin em heq in’

Mulkiye Bûlût, da zanîn ku ji ber ew heq in dostê wan piştgiriyê didin wan û wiha axivî: “Dewlet piştgiriyê didin hev. Lê heval û dostên me jî piştgiriyê didin me. Ji ber dizanin em heq in. Dizanin em li ser axa xwe ne. Dizanin me li ser axa me bombebaran dikin. Dizanin neheqiyê li me dikin. Hemû dostên me piştgiriyê didin me.”

‘Me dosya û belge amade kirine’

Bûlût, li ser piştgiriya dostên kurdan jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Der barê çekên kîmyewî û êrîşên li ser kurdan de me dosya û hemû belgeyên xwe amade kirine. Em ê dosya û belgeyên xwe pêşkêşî wan bikin. Em ê nîşan bidin ku dewleta tirk û hevkarên wan li Kurdistanê û çiyayê Kurdistanê çawa çekên kîmyewî bikar tîne. Hemû dosyayên me amade ne. Me randevû ji parlamentoyê xwestiye. Piştî meş û mîtîngê em ê hemû belgeyan bi raya giştî re parve bikin. Li vir dostên me jî dê alîkariyê bidin me.”

Bûlût li ser naveroka mîtîngê jî rawestiya û wiha axivî: “Em li bendê ne hemû kurdên Swîsreyê beşdar bibin. Îro li Almanya û Cenevre meş û mîting tên lidarxistin. Di çalakiya Cenevreyê de me piştgiriyek gelek mezin dît. Em li bendê ne kurd û dostên kurdan li Swîsre û Fransa bên beşdar bibin. Em li heviya 3 hezar kesan in. Kurdên me yên penaber û swîsreyan piştgiriyek mezin dan. Ji ber ku em însan in û neheqiyek mezin li me hatiye kirin. Ne 40 salin beriya 40 salî jî em di bin zilmê de bûn. Naveroka mîtînga me ‘Em Kurdistanê û kurdistaniyan biparêzin’ e. Mesele ne malbat e. Mesele Kurdistan û Kurdistanî ye. Em dixwazin welatê xwe, xwezaya xwe û gelê xwe biparêzin. Em neçûne ser welatê tu kesî. Em neçûne ser axa tu kesî. Em dixwazin zarokên xwe û welatê xwe biparêzin. Dixwazin xwişk û birayên xwe, axa xwe, welatê xwe û xwezaya xwe biparêzin. Em niha penaber in. Mirovên penaber xweş fam dike ku welat û niştiman çiye? Em ji welatê xwe penaber bûne. Terk û dinya bûne. Ji ber vê yekê em dixwazin welatê xwe biparêzin.”

‘Dîrok dê bi sosretî wan binivîse’

Bûlût helwesta PDK’ê û malbata Barzanî jî rexne kir û wiha lê zêde kir: “Berî her tiştî ez wekî jinek kurd ji ber malbata Barzanî fedî dikim. Ez nabêjim başûrî û pêşmerge. Ez dibêjim malbata Barzanî. Ji ber ku Malbata Barzanî berjewindiyên xwe diparêzin. Niştiman û Kurdistanê naparêzin. Eger Malbata Barzanî niştiman û Kurdistan parastibûya dê piştgiriya PKK’ê biparastina.  Wê piştgiriya dewleta tirk negirtibûya. Ji ber ku dewleta tirk dijminê bav û bapîrên me ye. Dewleta tirk dijminê bapîrê malbata Barzanî ye. Eger îro em bi bin bikevin malbata barzanî jî namin. Ez dibêjim Bes e. Ji wê şaşiyê vegerin. Eger îro em biçin sibê hûn jî namînin. Em kurd û jinên kurd PDK’ê diparêzin. Ku em neparêzin PDK namîne. Em qet yeqîn nakin em bi bin bikevin. Ji ber ku gelê me li pişta me ye. Ji ber ku em gel in em xwe diparêzin. Teqez em ê bi ser bikevin. Lê dîrok dê bi sosretî wan binivîse. Bila roj beriya rojê ji vê şayşiya xwe vegerin. Tu carî dijmin nabe dostê me.”

‘Em bibin yek’

Bûlût, herî dawî bang li gelê Başûr kir û wiha axivî. “Dewletan em kirin çar parçe. Em bibin yek. Eger em nebin yek, em ê biçin yek bi yek. Kurdistan ji bo hemûyan e. Kurdistan ne tenê ji bo malbata Barzanî ye. Divê her kes li dijî malbata Barzanî vê yekê xebûl nekin. Ev tenê ne îxanet e. Ev rûreşiyek mezin e. Divê her kes rabin ser xwe. Divê her kes piştgiriyê bidin xwişk û birayên xwe.”