spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran kes Dusseldorfê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Bi hezaran kurdistanî û dostên kurdan li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê li dijî êrîşên dagikirinê û xiyaneta PDK’ê li hev civiyan û meşiyan. Girseyê di meşê de êrîşên dagirkirinê û hevkariya PDK’ê şermezar kirin. Artêşa tirk, di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) êrîşa dagikirinê da destpêkirin. Ev êrîş hem ji hewayî ve hem jî ji bejahiyê ve didome. Li seranserî welatên Ewropa û cîhanê bertekên li dijî vê êrîşê û rola PDK’ê ya di vê êrîşê de jî berdewam dikin.

Bi hazaren kesên li Dussldorfê kom bûn xiyaneta PDK’ê şermezar kirin û dirûşmeya “Kurdistanê biparêz“şermezar kir.

Berî meşê li qadê Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut, rojnameger Ferîdûn Kuncîrînî, Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, li ser navê PJAK’ê Îbrahîm Alîpûr, li ser navê platforma Yaresanan Emir Kirmanşan, li ser navê Dîe Lînkeyê Jules El-Khatif û li ser navê KCE-Ewropayê Çîçek Yildiz axivîn. Axaftvanan anî ziman ku dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze deskeftiyên kurdan ji holê rake û wiha gotin: “ Gerîlayên azadiyê ne tenê parçeyek axa Kurdistanê diparêze. Gerîlayên azadiyê bi canfedayî bakur, başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê diparêze. Li vê berxwedana dîrokî xwedîderketin peywîra mirovahî û exlaqî ye. Îro dewleta tirk a dagiker û PDK’ê destê hev girtiye û êrîşî gelê kurd dike. Wê dîrok û tu kurdek vê îxanetê efû neke.