spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê gelê kurd li her qadê têkoşînê bilind bike’

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê bi hezaran kes li hemberî êrîşên dagikirinê û xiyaneta PDK’ê li hev civiyan û meşiyan. Piştî meşê li ber Parlamentoya Eyaleta NRW’ê mîtîng hate lidarxistin. Di mîtîngê de êrîşên dagirkirinê û hevkariya PDK’ê hate şermezarkirin. Di mîtînê de alên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, PKK, KCK, HPG, YPG û YPJ’ê hate hilgirtin. Di mîtîngê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimre xiyanet” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.

Di mîtîngê de li ser navê pêkhateyên Rojhilat Huriya Ehmedî, li ser navê pêkhateyên Rojava Bavê Narîn, li ser navê pêkhateyên Bakur Sabrî Eryigît, li ser navê pêkhateyên Başûr Ahmet Silêman û li ser navê pêkhateyên jinan jî Besîme Konca axaftin kirin û berxwedana gerîla silav kirin. Di axaftinan de êrîşên dagikirinê yên li ser herêma Zap, Avaşînê û hevkariya PDK’ê hate şermezarkirin.

‘Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus anî ziman ku bi berxwedanê wê hemû êrîşên dagirkeriyê bê vala derxistin û wiha got: “Heval û dostên hêja, êrîşa dewleta dagirker a ku çar parçeyên Kurdistanê dike hedef, bê guman wê wek bombeyekê li dilê navanda faşîst û diktatoriyê Enqereyê bikeve. Êrîşa dewleta dagirker a ku di 17’ê Nîsanê de dest pê kir, li hemberî destkeftî, serkeftin û statûya gelê kurd de. Li kûderê deskeftiyên kurdan hebe, dagirker êrîş dike û ji xwe re dike hedef. Dewleta tirk ku di bin siya şerê NATO’yê de ji şerê Rûsya û Ûkraynayê sûd werdigire, ji bejahî û hewayî de bi çekên giran, çekên kîmyewî û hêzên hevkar ên herêmî êrîş dike. Lê divê hêzên dagiker baş bizanin heta ku  îradeya gelê kurd li her çar parçeyan hebe, heta berxwedana wan her tim zindî be wê hemû êrîşên wan bê encam bimînin.”

’Şer li dijî tevahiya gelê kurd e’

Karamus da zanîn ku ev şer ne şerê li hemberî PKK’ê ye û ev tişt got: “Ev şer li hemberî tevahiya gelê Kurd e. Ev êrîş li hemberî statuya Şengal û Rojava ye. Em wek KNK bang li PDK’ê û bi taybetî serokê wê Mesûd, serokê meclîsa herêmê dikin; Dîmena hevkariya ku hûn bi Erdogan re li Enqere, Antalya û Stenbolê didin mil bi mil, dîmenê rûreşiyê ye. Di vê dîmenê de kurdîtî û welatparêzî nîne. Kesê ku destê xwe daye dagirkeran nikare bibe nûnerê gelê kurd. Em hevkarî û xiyaneta we rewa nabînin. Ev helwesta we li dijî xwîna şehîdan û li dijî vîna gelê me ye.”

 ‘Ev sedsala hebûn û tunêbûnê ye’

Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrînê” derket li ser dikê û axivî. Ehmet diyar kir ku rojên ku ew tê de derbas dibin, rojên dîrokî ne û got: “Ev sedsal ji bo gelê kurd sedsala hebûn û tunebûnê ye. Tevgera azadiya kurd ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn bi taybet gelê kurd derfetên mezin afirandine. Îro roja afirandina jiyanek li gorî pîvanên azadiyê ye, ger wiha nebe, mirin li pêşiya me ye, ji ber vê yekê divê em vê kêliya azadiyê ya ku her sed sal tê pêşiya me, ji dest nedin. Dijminên gelê kurd vê yekê baş dizanin, dewleta tirk a ku xwe li ser qirkirina gelê Kurd ava kiriye, tunekirina xwe di azadiya gelê kurd de dibine. Lewma hêza ku ji NATO û dewletên cîhanê distîne li dijî tevgera me ya azadiyê û gelê kurd bikar tîne. Şoreşa Rojava ku Rêber Apo weke ‘Girava Azadiyê’ bi nav dike, roj bi roj mezin dibe. Ev ji bo Bakur, Başûr, Rojhilat û hemû cîhanê dibe mînak. Ji bo vê jî dewleta tirk dixwaze vê girava azadiyê careke din xera bike. Bi peyva “terorîst” êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin.”

‘Em ji her demê bêtir nêzî azadiyê ne’

Ehmed bibîrxist ku beriya PKK derkeve, ji Şêx Seîd bigire heta Seyîd Riza hemû serhildan hatin  rûxandin û ji holê hatin rakirin û wiha got: “Dewleta tirk a dagiker PKK’ê weke hincet nîşan dide û êrîşî tevahiya kurdan dike. Başûrê Kurdistanê bi xwîna şehîdan û gelê kurd ava bûye. Ji ber vê yekê divê tu partî, tu kes, tu berpirs nebin amûr û piştgirî bidin vê siyasetê. Berovajî vê yekê divê gelê kurd helwesta xwe zelal aşkara bike. Ji ber vê yekê em bang li hemû partiyên Kurdistanê û bi taybetî jî rayedarên Başûrê dikin ku bila ev kêliya azadiyê ji destê me neçe. Berovajî vê sed sal din biçe jî em carek din vê kêliya azadiyê nikarin bidest bixin. Divê hemû gelê kurd û kurdên li Dîasporayê di ferqa vê firsendê de be. Em ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ne. Keda we ya heta niha gelek hêja û bi nirxe. Divê em ji her demê bêhtir xwedî lê derkevin.”

‘Êrîş li dijî statuyê ne’

Piştre axaftina Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle jî axivî û wiha got: “Berî her tiştî ez bejna xwe li ber şehîdan ditewînin. Ez kesên li çiya, deşt, gund, bajar û zindanan li berxwe didin, ji dil silav dikim. Bi taybet em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 24 sale li Îmraliyê berxwedanek bêhempa nîşan dide silav dikin. Dewleta Tirk a dagirker du heftiye bê navber êrîşên dagirkeriyê pêk tîne. Armanca van êrîşan dagirkeriya Mûsil, Kerkûk, Şengal û Rojava ye. Her wiha ji bo gelê kurd di Şerê Cîhanê yê 3’emîn de negihêje statuyeke siyasî. Li dijî hemû destkeftiyên gelê me di nava êrîşan de ye. Bi awayek vekirî dibêje, armanc qikirina çandî û fîzîkî ye.”