27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bulut: Em bi yek dengî û yek ruhî li qada  Îstasyonê bang bikin

Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) dê sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê bi şîyara “Dem dema azadiya jinan e” mîtînga 8’ê Adarê li dar bixin. Komîteya Amedekar a mîtînga 8’ê Adarê ji bo mîtîngê serî li walîtiya Amedê dabû. Serlêdana komîteya amadeker hat erêkirin. Komîteyê têkildarê amedekariyên mîtîngê li avahiya Şaxa SES’ê ya Amedê daxuyanî da û xwest hemû jin di 8’ê Adarê de li qada Îstasyonê beşdarî mîtîngê bibin.

Têkildarî xebat û amedakariyên mîtîngê Aktîvîsta TJA’yê Şukran Bulut agahî dan. Şukran Bulut diyar kir ku dê mîtîng li Qada  Îstasyonê ya Amedê pêk bê û wiha got: “Dê li ser navê Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, li ser navê KESK’ê dê sekretera KESK’ê Döne Gever biaxivin. Wê hunermend jî tev li vê mîtîngê bibin û stranan bêjin.”

Mîtîng dê li dijî tecrîdê be

Şukran Bulut, destnîşan kir ku dê îsal mîtîngê bi şîyara “Dem dema azadiya jinê ye” li dar bixin û wiha got: “Ev mîtîng dê li dijî tecrîda li ser girtiyan, li dijî qatlîamên li ser jinan, li dijî tundiya li ser jinan û ji bo girtiyên nexweş bên berdan wê bê li dar xistin.”

‘Em derî bi derî geriyan’  

Bulut li ser xebatan jî agahî dan û wiha berdewam kir: “Heta niha em gund bi gund, tax bi tax kolan bi kolan geriyan. Me li tevahiya deriyan xist û me hemû dawetî mîtînga 8’ê Adarê ya Îstasyonê kirin. Me di xebatê de bal kişand ser polîtîkayên taybet ên şer û me xwest her kes beşdarî mîtîngê bibin. Ji bo mîtîngê me serî li Walîtiyê da. Ewil mijara pandemiyê kirin hincet. Piştre ji ber ku me zêde zêde israr kir vê carê neçar man ku destûrê bidin. Piştî me got hûn destûr nedin jî em ê 8’ê Adarê pîroz bikin piştre destûr dan.”

‘Em ê her tim li dijî polîtîkayên qirêj têbikoşin’

Şukran Bulut, li ser peyamên ku di mîtîngê de bidin jî rawestiya û wiha axivî: “Banga me ji bo jinan ev e. Ev dewleta desthiladar ku dixwaze di kesayetiya jinan de civakek bê ehleq  û bê îrade ava bikin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û rêxistina xwe mezin bikin. Em wekî jin tu carî, lê tu carî em ê dest ji destkeftiyên xwe bernadin. Em ê li dijî van kuştin û tecawizên li dijî jinan têbikoşin. Bi van êrîşên li dijî jinan, dixwazin jinan bê vîn bihêlin. Em ê li dijî wê rawestin. Em jin bi yek dengî û yek ruhî, bang bikin. Em ê bêjin em dest ji destkeftiyên xwe bernadin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta em jiyanek hevpar û azad bi dest nexin wê têkoşîna me berdewam bike. Em ê her tim li dijî van polîtîkayên qirêj têbikoşin.”

Mîtînga bi pêşengiya DAKAP’ê tê lidarxistin wê di 8’ê Adarê, de saet di 12.00’an de li qada Îstasyonê pêk were. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Sekretera Jinê ya KEKS’ê Done Gevher, her wiha hunermend Îlkay Akkaya, Ayfer Duztaş û Koma Sorjiyan wê beşdarî mîtîngê bibin.