28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên navdewletî DAIŞ paşguh kirin

Îro hema bêjin tevahiya cîhanê berê xwe daye şerê di navbera Rûsya-Ukraynayê û xetereya herî mezin a mijara DAIŞ û Kampa Holê ji ser guhê xwe ve avêtin. Bêgûman ev şer hertim şerê ji bo berjewendiyên hêzên hegemonîk bûn û DAIŞ di encama pêdiviyên xwe de perwerde kirin û berê wan dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. DAIŞ’iyên ku dewletên navdewletî ew kirin bela serê Rojhilata Navîn û bi taybetî bela serê kurdan. Îro bi tu awayî ne xema wan dewleta ne. Piştî êrîşa ‘plankirî’ ya li ser girtîgeha Hesekê her çiqas ku darizandina van çeteyan bi demkî ketibe rojevê jî, bi tu awayî ev yek pêk nehat.

Têkildarî piştî êrîşa girtîgeha Hesekê, rewşa Kampa Holê û der barê nêzîkatiyên hêzên navdewletî de em bi Endamê Meclisa PYD a li Hesekê Ednan Kalo re axivîn.

*Piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li girtîgeha Xwêranê ku rewş hat kontrolkirin niha di çi astê de ye?

Piştî êrîşa DAIŞ’ê hem şaneyên wan ên li derve hem jî yên di girtîgeha Xwêranê de li gel hemû planên wan ên qirêj jî bi ser neket. Li hemberî van êrîşan berxwedanek jî derket, heta hefteyekê vê berxwedanê dewam kir. Di aliyê rewşa ewlehiyê de di roja ewil de li girtîgehê ne di bin kontrolê de bû. Lê piştî berxwedaneke mezin a HSD rewşa ewlehiyê di asteke baş de ye.

*Pêvajoya darizandina DAIŞ’iyan li Rêveberiya Xweser pêk hat gelo?

Pêvajoya DAIŞ û hevalbendên wê yên wek dewleta tirk û kesên ku di bin pir navan de xwe wek muxalefeta Suriyeyê pênase dike bi vî awayî xwestin ku Rêveberiya Xweser lewaz be. Lê berevajî vê yekê xurtir bû. Ji ber ku her kesên ku xwe wek muxalefetê pênase dikirin jî piştî vê bûyerê ferq kirin ku hêza yekane wan biparêze jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) in.

*Heta niha dewletên navneteweyî daxwaza vegera hemwelatiyên xwe yên di nav DAIŞ’ê de kirine? Hûn nêzîkatiyên van dewletan çawa şîrove dikin?

Jixwe pêşiya êrîşê, di hundirê êrîşan de û niha jî timî bangawaziya Rêveberiya Xweser ji bo mijara vegera hemwelatiyên xwe yên tev li DAIŞ’ê bûbûn, hebû. Heta niha tu bersivek ji tu dewletê nehatiye. Di vê mijarê de tu piştgiriyeke ji bo parastina Rêveberiya Xweser ya di vê mijarê de jî nehatiya dayîn. Di êrîşên Tirkiyeyê de jî heta niha van dewletan tu bertek nîşan nedane. Bi awayekî lezgîn em bang dikin ku ev hêzên navdewletî bêdengiya xwe ya di darizandina DAIŞ’iyan û êrîşan li ser herêmê de rola xwe bîne cih.”

*Rewşa Kampa Holê û cihên din ên ku malbatên DAIŞ’iyan tê de çawa ye?

Kampa Holê xeteriya herî mezin a di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye. Heta wek mayînekê jî em dikarin pênase bikin. Kampa holê ji girtîgeha Xiwêranê di rewşeke dijwartir de ye. Îro nêzî 17 hezar kesên ku piraniya wan ji jin zarokan pêk tê, li wir in. Ev tev jî li ser bîr û baweriya ku dê dewleteke îslamî ava bikin de ne û bi wî awayî xwe perwerde jî dikin. Ger rewşa Kampa Holê bi vî awayî bidome; dê xetereyeke tenê ne ji bo Rojhiata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê hebe. Kampa Holê êdî wek dibistaneke DAÎŞ’ê ye. Gelek caran rojane jî êrîşî endamên me yên li bendê kontrolê jî dikin.

Piştî êrîşên DAIŞ’ê niha rewş li Hesekê çawa ye?

Piştî li Girtîgeha Xwêranê DAIŞ bi ser neket hêz û moralek di nav gel de belav bû. Bi vê bûyerê re gelê kurd li Hesekê bajarê xwe, taxên xwe û cih û warên xwe parast. Bi HSD’ê re axa xwe parastin. Yanî bi rastî ev aliyê jî derkete holê ku ev jî ji bo berxwedanê xaleke girîng bû. Rewşa Hesekê di aliyê manewî de di asta herî jor de ye. Derdorên wekî ENKS’ê gotinên berovajî belav dikirin. Lê rastiya Hesekê her tişt derxist holê. Rastî aşkere kir. Yanî îro civaka Bakur û Rojhilatê Suriyeyê parastinê wek av û nan pêwist dibînin.

*Îro cîhan tev dizane ku DAIŞ xetereya herî mezin a li Rojhilata Navîn e. Çima hêzên nevdewletî vê xetereyê li ber çavan nagirin?

Rast e, cîhan tev dizane ku xetereyeke mezin e. Lê ji bo DAIŞ ji wan dûr be û ne li ber çav be, naxwazin bibînin an jî têxin rojeva xwe. Ji bo wê jî DAIŞ’ê li van deran bi cih dikin. Niha hêzên navdewletî yên wek koalisyona rûsî û emerîkî gelek ji wan jî DAIŞ’ê ji xwe re bi kar tînin. Mînak vê yekê jî êrîşan li ser girtîgehê bû. DAIŞ’ê ev yek bi tena serê xwe nekiriye em vê ya baş dizanin. Aliyekî wê Tirkiyeyê bû, rejîma Sûriyeyê û aliyekî Rûsya û hwd bû. Nİha em dêhna xwe didinê Tirkiyeyê DAÎŞ ji Lîbya heta Karabaxê bi kar anî. Îxtîmelek heye ku Rûsya ji bo Ukraynayê jî DAIŞ bi kar bîne. Yanî ji bo berjewendiyên xwe îro dengê xwe ji DAIŞ’ê re dernaxin an jî di van mijara de bêdeng in. Yanî ji bo hêzên navdewletî tişta herî girîng ew bixwe ne.

Leyla Ayaz kî ye?

Rojnameger Leyla Ayaz di sala 2006’an de dema Rojnameya Azadiya Welat dest bi weşana rojane kir, wê jî dest bi rojnamegeriyê kiriye. Demeke dirêj li rojnameyê xebitî. Piştre jî di Ajansa Jinan a JINHA’yê de dest bi kar kir. Niha li Ajansa Nûçeyan a JINNEWS’ê karê xwe didomîne.