spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin dê sibê li Wanê ji bo azadiyê dakevin qadê

Meclisa Jinan a HDP’ê û TJA dê sibê li Wanê mîtîngê li dar bixin. Aktîvîstên TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo mîtînga sibe ji serê sibatê ve xebatên mîtîngê dimeşînin. Mîtînga sibê dê li Parka Musa Anter saet di 12.00’an de pêk bê. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, hunermend Rojda, Rewşen Çelîker û Şîlan Dora dê beşdarî mîtîngê bibin. Tê payîn ku bi deh hezaran jin li Parka Musa Anter kom bikin.

Aktîvîstên TJA û Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê heta niha li gund, navçe û hemû taxên Wanê geriyan û banga tevlêbûna mîtîngê kirin. Tê payîn ku sibê bi deh hezaran jin ji çar aliyê Wanê berê xwe bidin Parka Musa Anter û beşdarî mîtînga “Dem dema azadiya jinan e” bibin.”

‘Li hemû navçeyan civîn li dar xistin’

Aktîvîsta TJA’yê Ayşegul Ayaz der barê amadekariyan de agahî dan û wiha got: “Ez bi ruhê 8’ê Adarê, 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Me îsal di nava çend salên dawî de xebatên herî kurt  pêş xistin. Me di destpêka sibatê de dest bi amadekariyên mîtînga 8’ê Adarê kir. Me ji serê sibatê ve dest bi amadekariyên teknîk, tertîb û rêxistinî kir. Li Kurdistan û Tirkiyeyê dê li 5 navendan mîtîng bê lidarxistin. Yek ji van navendan jî Wan e. Me di 20’ê sibatê de li hemû navçeyên Wanê yên derve û navendî dest bi civînan kir. Me li taxan û kolanan civînên jinan li dar xistin. Me bi şêweyekî atolyeyan xebatên tax û navçeyan kir.”

‘Pergal li herêma Serhedê şerekî taybet dimeşîne’

Ayaz, anî ziman ku wan di van xebat û civînan de çend xalên sereke dan pêş xwe û wiha berdewam kir: “Mijara me ya sereke li dijî qirkirina jinan avakirina hişmendiyekê bû.  Dîsa mijara li dijî van polîtîkayan em dikarin têkoşînek çawa pêş bixin bû. Bi taybetî piştî pandemiyê û şûnde civak bêtir xizan bû. Ji ber vê yekê mafê jinan bêtir hat binpêkirin. Di van atolyeyan de me xwest pêşniyar û fikrên jinan bigirin û bi hevre çareseriyê pêş bixin. Me xwest li çareseriyên wan guhdar bikin. Bi taybetî di demên dawî de xebatên TJA’yê û xebatên jinan îlegalîze tên kirin. Xebatên TJA’yê wekî xebatên terorîst pênase dikin. Di şexsê Berdevka me ya TJA’yê Ayşe Gokkan de cezayê pir zêde dixwazin. Li aliyê din jinên ku dixwazin xwe ji mêr û tundiya pergalê biparêzin rastî êrîşek hişk tên. Ne tenê ji bo 8’ê Adarê, ji bo şerê taybet jî mijara sereke bû. Pergal bi taybetî li herêma Serhedê li Wan û Colemêrgê li dijî jinan û civakê şerekî taybet dimeşîne. Bi destê polîsan polîtîkayên taybet tên meşandin. Divê jin li dijî vê yekê çawa xwe biparêzin? Me ev yek niqaş kir. Me encamên erênî jî ji van civîn û atolyeyan girt.”

‘Tecrîd di şexsê Ocalan de li dijî hemû civakê pêş dikeve’ 

Ayşegul Ayaz, bi bîr xist ku yek ji mijara wan ên sereke tecrîd bû û wiha berdewam kir: “Bi taybetî di şexsê Birêz Ocalan de tecrîd li ser hemû civakê tê meşandin. Em Ocalan wekî şexsekî nagirin dest. Ji girtîgehan cenaze derdikevin. Girityên nexweş nayên dermankirin. Em vê mijarê yekpare digirin dest. Em dibînin ku polîtîkaya tecrîdê çawa bandora xwe li ser civakê dikin. Li ser van mijaran niqaşên pêş ketin.“

‘Me tu carî gav paşve navêt’  

Ayaz, anî ziman ku wan di 1’ê adarê de starta xebatên 8’ê adarê da û wiha lê zêde kir: “Piştdî 20’ê Sibatê me komîteya amadekar ava kir. Ji bo serlêdanê û xebatên teknîk me di 25’ê Sibatê de serlêdan kir. 3 roj berê bersîva erênî dan me. Bersîva erênî ya îsal, encama têkoşîn û berxwedana jinan bû. Di salên borî de pir astengî derxistin. Sala par jî û îsal jî ji ber ku me gav paşve navêt, rayedarên fermî zûtir bersîv dan me û erênî bersîv tan me. Dema seknek xurt mecbûr man gavên erênî avêtin.”

Li Wanê OHAL heye

Ayşegul Ayaz, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de gelek zor û zahmetî jî dîtin û wiha axivî. “Li Wanê rewşek OHAL’ê heye. Her ji 15 rojan carekê çalakiyên li kolanan qedexe dikin. Berê me dixwest em çalakiyan li dar bixin. Lê polîsan astengî derdixistin. Zextên hişk hebûn. Wan di aliyê qedexeya çalakiyan de di rêza yekem a cîhanê de ye. Ev yek teqez e. Lê bi berxwedana jinan me ev astengî bi awayekî fîlî şikandiye. Dîsa di aliyê derûnî de zextên wan li ser jinan zêde ye. Dema 3 jin li cihekî kom dibin bi hezaran polîs kom dibin tundiya derûnî ava dikin.”

‘Sal sala me ye’

Ayaz, herî dawî anî ziman ku mîtînga wan di pêşengiya Meclîsa Jinan a HDP’ê û TJA’yê de tê lidarxistin û wiha bi dawî kir: “Li gel TJA û Meclîsa Jinan dê gelek rêxistinên jinan jî beşdar bibin. Mîtînga me dê saet di 12’ê 8’ê Adarê de li Parka Musa Anter bê li darxistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dê beşdarî mîtîngê bibe. Dîsa dê hunermend Rojda, Rewşen Çelîker û Şîlan Dora dê konserê bidin.  Em li bendê ne bi deh hezaran jinan li Parka Musa Anter kom bikin. Îsal silogana me “Dem dema azadiya jinan e.” Em dixwazin îsal bikin azadiya jinên kurd û hemû jinên cîhanê ye. Em ji jinan re dibêjin li dijî qirkirina jinê, li dijî koletî û bindestiyê roj roja me ye. Sal sala me ye. Em ji bo pêşerojek azad bang li hemû jinan dikin. Sibê werin em bi hevre dengê xwe bilind bikin. Em şerê li dijî hemzayendê me tê meşandin bi dawî bikin. Em sibê li Parka Musa Anter li benda hemû jinan in.”