5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li gelek navendan şahî û banga 8’ê Adarê

Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê de, jin li gelek navendan ji 25’ê Sibatê heta niha xabatên ji bo 8’ê Adarê dimeşînin. Jin ji bo 8’ê Adarê bi girseyî û coş pîroz bikin gund bi gund, kolan bi kolan û tax bi tax banga tevlêbûna çalakiyên 8’ê Adarê dikin. Jin dê sibê li Wan, Amed, Êlih, Şirnex û gelek navendên din mîtîng û şahiyên girseyî li dar bixin.

Şirnex

Li Botanê xebatên 8’ê Adarê bênavber berdewam dike. Li Şirnexê 8’ê Adarê dê li Silopiyê li Qada Newrozê bê lidarxistin. Ji bo tevlîbûna mîtîngê li Şirnex û navçeyên we xebatên bangewaziyê hatin kirin. Esnaf û şêniyên taxê hatin ziyaretkirin û belavok hatin belavkirin.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Silopiyê kom bûn û banga tevlîbûna mîtînga 8’ê Adarê kirin. Li ser navê Dayikan, Emîne Ozek xwest jin bi tilîlî û rengê xwe beşdarî mîtinge bibin.

Li navçeya Cizîrê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a HDP’ê û TJA’yê xebata tevlîbûna mîtîngê hat kirin.

Colemêrg

TJA û Melclisa Jinan a HDP’ê têkildarî şahiya ku dê di 8’ê Adarê de li dar bixin belavok belav kirin û jin vexwendin şahiyê. Jinan di belavokên belav kirin de hemû jin vexwendin şahiya 8’ê Adarê ku li Eywana Dawetê ya Nêrgiz bê lidarxisitin.

Wan

Jinên ku ji bo mîtînga 8’ê Adarê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter a Wanê bê lidarxistin bang kirin. Jinan diyar kirin ku dê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyan dakevin qadan û ji bo bibin dengên hemû jinan, jin vedixwînin qada mîtingê.

Rojava

Bi hezaran jin li Tebqa, Heleb, Sirîn û Şehbayê bi coşek mezin daketin qadan û 8’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin.

Tebqa

Komîteya amadekar a çalakiyên 8’ê Adarê, bi beşdarbûna jin û nûnerên jin ên saziyên sivîl û leşkerî şahiyek li erdê bajarê werzîşê yê rojava Tebqayê li dar xist.

Heleb

Li Helebê pîrozbahiya 8’ê Adarê li hola Şemis a li taxa Şiqeyêf a Helebê hate lidarxistin. Tê  de nûnerên ji saziyên sivîl, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ û YPG’ê amade bûn. Di şahiyê de koma Vejîn a Hîlala Zêrîn stranên şoreşgerî û folklorîk pêşkêş kirin. Li ber stranan govend hate gerandin.

Şehba

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê  bi boneya Roja Jinan a Cîhanê şevbuhêrkeke tayet bi jinan li hola Şehîd Axîn Welat a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê lidar xist. Jinan di şahiyê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ala Meclisa Malbatên Şehîdan daleqandin û amûrên kelepora Efrîn û Şehbayê pêşandan.

Sirîn

Li navçeya Sirîn a bajarê Kobanê jî şahiyek ji aliyê Kongra Star ve li navenda Çand û Huner a navçeyê hate lidarxistin.