spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroza 2022’yan: Dem dema serkeftinê ye

Newroz îsal dê bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” li 62 navendan bê pîrozkirin. Agirê Newroza îsal dê rojeva “Azadî ji bo Ocalan” li Bêşebabê bê vêxistin.

Newroza îsal dê bi dirûşmeya “Dema dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin. Starta pîrozbahiyên dê di 10’ê Adarê de li Amedê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) bi deklarasyonekê bê dayîn. Deklarasyon dê bi pêşengiya KCD, TJA, DBP, HDP û bi beşdarbûna partiyên di nava Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin bê aşkerekirin. Di 11’ê Adarê de jî dê li Stenbolê bi pêşengiya HDK û HDP’ê bi beşdarbûna partiyên çep, sosyalîst û rêxistinên demokratîk deklarasyon bê aşkerekirin. Agirê Newrozê dê 29 jê bajar li 62 navendan bê vêxistin.

Rojev azadiya Ocalan e  

Rojeva sereke ya Newroza 2022’yan dê tecrîda li Îmraliyê û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan be. Dê di pîrozbahiyan de girîngiya yekîtiya neteweyî, berxwedana li dijî êrişên ji 23’yê Nîsana 2021’ê ve li Herêma Kurdistana Federe didomin, berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin, têkoşîna li dijî krîza aborî û xizaniyê bê destnîşankirin.

Agirê ewil dê li quntara çiyayê Kato bê vêxistin

Agirê Newroza îsal dê di 15’ê Adarê de ewilî li navçeya Eykê ya Şirnexê bê vêxistin. Piştî 15’ê Adarê dê agirê Newrozê li her bajarî bê vêxistin û pîrozkirin.

Îsal ji Rojhilata Navîn û Ewropayê ji gelek welatan 200 kes, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî bên vexwandin. Ji Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dê gelek kes, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bên vexwandin.

Agirê mezin dê li Amed, Wan, Êlih û Stenbolê bê pêxistin

Pîrozbahiyên girseyî dê di 19’ê Adarê de dest pê bikin. Pîrozbahî dê di 20’ê Adarê de li Wan û Stenbolê bidomin û fînala wê jî dê i 21’ê Adarê de li Amedê bê kirin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Heveroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û parlementer dê tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Elkê bibin. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û hunermend Koma Sorjiyan, Grup Vardiya, Huriye û Xero Abbas tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê bibin. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî dê tevli pîrozbahiya Newrozê ya Îzmîrê bibin.

Newroza herî girseyî dê li Amedê bê pîrozkirin

Fînala pîrozbahiyê dê di 21’ê Adarê de li Amedê be. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li ser navê Xebatên Tifaqa Kurdî Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Ayetûllah Aşitî û hunermend Rojda, Azad Bedran, Servet Kocakaya, Kazo û Elenora tevli pîrozbahiya Newroza Amedê bibin.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û hunermend Şerzad, Pinar Aydinlar, Lawje û Şiyar Berwarî jî dê di 21’ê Adarê de tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Cizîrê bibin.

Newroza îsal dê li van navendan bê pîrozkirin:

15 Adar

Elk

17 Adar

Erdîş

 19 Adar

Bismil, Çêrmûg, Hezro,

Dersim,

Qereqoçan,

Kerboranî Artûklû,

Şirnex,

Basan,

Qileban,

Pirsûs,

Aydin Germencîk, Nazîllî û Soke

Gebze

Mêrsîn

Panos

Îdir

Mûş

Konya Cihanbeylî

 20 Adar

Stenbol

Wan

Semsûr

Farqîn

Çinar

Erxenî

Dîlok

Êlih

Çewlig

Xarpêt

Meletî Yeşîlyûrt

Elbîstan

Dêrik

Qoser

Stewrê

Silopiya

Riha

Aydin

Kepez

Bodrûm

Îzmîr

Denîzlî

Manîsa

Balikesîr Bandirma û Ayvalik

Bûrsa

Çanakkale

Edîrne

Çorlû

Edene

Hatay Dortyol û Îskenderûn

Osmaniye

Eskîşehîr

Bazîd

Tetwan

Colemêrg

Kop

Konya Kûlû

Enqere

 21 Adar

Amed

Nisêbîn

Sêrt

Cizîr

Hezex

Wêranşar

Ceyhan

Agirî

Erdexan

Tekman

Gever

Qers

Konya