2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dara evînê dê aj bide!

Di 8’ê çileyê de çapameniya alîgir a AKP’ê hin wêneyên Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel parve kir. Weke ku tê zanîn ev wêne wêneyên Guzel ên bi Volkan Bora yê HPG’î re bûn.

Wêne di dema “Pêvajoya Çareseriyê” de hatibûn kişandin. Yanî bi gotineke din wêne berî ku Guzel bibe parlamenter hatine kişandin. Her wiha berî ku Guzel bibe parlamenter jî hatine dîtin.

Ji ber wêneyan qet doz jî li Guzel nehatiye vekirin. Lê piştî ku wêne ji aliyê çapameniya alîgir ve bi zimanekî zayendîperest hatin parvekirin, bûn mijara daraza tirk.
Bêguman di pevajoya ku desthilata AKP’ê û dostên wê yên nîjadperest li dora HDP’ê çeqlebaskan didan, ev wêne gelek kêrî wan hat. Serokatiya Meclisê ku di destê AKP’ê de ye bi bayê bezê der barê Guzel de fezleke amade kir. Xwest ku ji ber wêneyên Guzel parêzbendiya wê bê rakirin.

Di nav mehekê de ev pêvajo bi dawî bû. Di 1’ê adarê de li Lijneya Giştî ya Meclisê ji bo rakirina parêzbendiya Guzel dengdan hat kirin. Ji ber ku partiyên muxalefetê (U/CHP-ÎYÎ Partî) jî piştgirî dan AKP-MHP’ê, parêzbediya Guzel hat rakirin.
Bi vî awayî ji ber wêneyên wê yên bi Volkan Bora re rê li ber darizandina Guzel hat vekirin.
Li gorî prosedurê ango qanûnên bi qasî çiyayê qaf ji rastiyê dûr, tiştên min li jor rêz kirine, normal in. Lê di rastiyê de tişta ku hat kirin zilm û heqareteke mezin e. Ev zilm û heqaret di şexsê Guzel de li gelê kurd hat kirin.

Gelo çima Guzel bi vê aqûbetê re rû bi rû ma û ev zilm û heqaret li kurdan hat kirin?
Weke di daxuyaniya ku Guzel têkildarî mijarê dabû de jî xuyaye; Guzel û Bora li zanîngehê hev nas dikin û ji hev hez dikin. Piştre jî dergistî dibin. Lê ji ber ku Bora di heman demê de evîndarê xaka xwe ye jî berê xwe dide navenda evîna xwe!
Evîna Bora ya ji bo xaka wî û têkoşîna wî ya di vê rêyê de jê re pir tê dîtin. Di sala 2017’an de li bajarê Semsûrê di vê rêyê de bi canê xwe bedel dide.

Ji bo dewletê evîna kurdan a ji bo xaka wan “terorîzm” e û cezayê wê heye.
Ger tu li serê çiya ango li lûtkeya vê êvînê bî cezayê te kuştin e; na heke vê têkoşînê bi rêyên qanûnî bimeşînî jî cezayê te heps û zindan e. Tu bibî parlamenter jî dema ku bêhna vê êvînê ji te bê bi hêsanî tu hedef î.
Li tu devara dinyayê nehatiye dîtin ku mirov ji ber wêneyê bi dergistiyê xwe re bê lînçkirin. Sûcdarkirina Guzel a bi PKK’ê jî çîrok e. Lewre mesele hezkirina ji kesekî evîndarê xaka xwe ye.

Li gorî mêjiyê dewletê; “peyketin”a Guzel a vê evînê jî gunehê herî mezin e!
Heke piçek wijdan û exlaq hebûna wê parêzbendiya Guzel nehatina rakirin. Lê ji ber ku bi desthilat û muxalefeta Tirkiyeyê re xelaya van herdu têgehan heye, pir bi hêsanî parêzbendiya Guzel rakirin.
Careke din gotina kurdan a “Dema ku mijar dibe kurd tev dibin yek” mafdar derxistin. Lê ji bîr dikin ku bimîne roja qiyametê jî wê dara evînê li vê xakê aj bide.