28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo çapemeniyê gaveke dîrokî bû

Bi sedan ajansên nûçeyan ên navneteweyî yên li her dera cîhanê heyî, gerînende û berpirsyarên van ajansan bi giştî di destên mêran de ne. Wekî gelek kar û pîşeyan di qada çapemeniyê de jî her çiqas ked û xebatên rojnamegerên jin hebe jî, weke ku tune be tê hesibandin an jî keda jinan ber bi avê ve diçe. Ji AFP’ê heta AP, UPI, TASS û hê gelek ajansên ku li cîhanê tên nasîn bi taybetî di gerînendehiya wan de mêr hene. Çapemeniya azad ango ya kurdî ev rewşa li cîhanê bi vekirina ajansên xweser ên jinan berovajî kir. JINHA destpêka ragihandina jinan a xweser e û di roja 8’ê Adara 2012’dan de hat avakirin. Bi minasebeta Roja Jinan a Cîhanê em bi edîtora JINHA’yê ya berê, edîtora JINNEWS’ê ya niha Leyla Ayaz re axivîn.

Jinha’yê bi kîjan sedeman dest bi weşangeriyê kir, çima pêdivî bi ajanseke jinan hat dîtin?

Jinha’yê di 8’ê Adara 2012’an de dest bi weşana xwe kiribû. Ji bo jinên kurd destpêkeke girîng bû, ji bo asta çapemeniya kurd û ya azad tiştekî girîng bû. Divê mirov li ser gelo çima hewcedarî bi ajanseke bi vî rengî hat dîtin bisekine. Jixwe çapemeniya azad xwedî mîrateyeke bingehîn e. Vekirina ajanseke jinan ji bo çapemeniya kurd û çapemeniya azad pêngeveke dîrokî bû. Ji ber ku bandora çapemeniya azad a li ser raya giştî û li ser kurd û Kurdistanê îro em tev dizanin. Heta niha agahiyên ku nedihatin girtin bi rêya çapemeniya Kurdistanê dihatin girtin. Ev hatibû merhaleyekê. Ligel vê yekê jî hertim aliyekî çapemeniya azad kêm dima. Ev hêl jî ragihandina jinan bû. Belê her çiqas çapemeniya azad xwedî gelek amûrên ragihandinê be jî û di her saziyeke xwe de bi hejmarên zêde jin hebin jî di warê ragihandina jinan de kêm dima yan jî di nav giştî de winda dibû. Yanî nasnameyeke rojnamegeriya jinan hebû lê di nav giştî de ne dihat dîtin. Jinan hertim di hêla ked, edîtorya, qamera, di hêla nûçegihaniyê û hwd. de cih girtibû lê vê yekê têrê ne dikir helbet. Yanî kedeke pir mezin dihat dayîn lê ne ber çav bû. Kedek hebû nedihat dîtin. Mesele di rojnameyê de tenê rûpela jinan, di ajansan de jî tenê beşek ji bo jinan dihat veqetandin. Di van rûpel û beşan de ji pirsgirêkên jinan heta kar û xebatên wan, serkeftinên wan û hwd. dihat dayîn lê ji ber ku tenê wek beşekê bû, reng û dengê jinan, rastiya jinan, polîtîkayên li ser jinan zêde nadihatin dîtin an jî di nav giştî de winda dibû. Êdî di atmosfereke bi vî rengî de JINHA vebû û bêguman vekirina ajanseke jinan gaveke dîrokî bû. Bi her awayî îro çawa ku em qala xweseriya jinan dikin di çapemeniyê de jî pêdivî bi xweseriya ragihandina jinan hebû.

Belê niha te jî di nav bersiva xwe de bal kişand ser girîngiya vekirina JINHA û ragihandina jinan. Ê ligel vê giringiya ajanseke jinan zahmetiyên derketin pêşiya we çibûn?

Helbet ji dema pêvajoya vekirina JINHA’yê heta niha ji her aliyî ve me gelek zahmetî kişandin. Zahmet bû, rîsk li pêşiya me hebûn. Dema me jinên çapemeniya azad, ji bo ajanseke jinan biryar da jî helbet me zanîbû dê pirsgirêkên derkevin pêşiya me hebin. Di serê me tevan de pirsa gelo dê çi bibe, dê çawa bibe, nûçeyan çawa çê bikin, dîmenan çawa bikşînin, edîtoryeya wê çawa be, hebûn. Ji ber ku em tev jî hînî xebatên giştî bûbûn, di aliyê dê ragihandina jinan çawa be de jî kelecan hebû. Mesela nîqaşên bê ka gelo ragihandineke ku bi her aliyî meyzandin, fikr û bi çavên jinan tên parvekirin dê çawa be, hebûn. Yanî hem kelecanî, coş hem jî tirs hebû û vê yekê jî bixwe re hin tişt afirandin. Jinên ku nûçe çêdikirin di giştî de jî çêdikirin, jinên ku qamera bikar dianîn di nav giştî de jî bikar dianîn, edîtorya û yên din jî bi heman rengî. Ev tev kom bûn û hatin gel hevdû hêzeke mezintir bixwe re anî. Helbet zahmetiyên di aliyê ziman û hwd. de jî hebûn. Ji naveroka nûçeyan heta dîmen, peyv, sernav û hwd. diviya bû ku ji hişmendiya baviksalar hê zêdetir bihata şûştin. Jixwe di slogana JINHA’yê de jî ‘Em guh nadin gotina kesî, em guh didin gotina jinan’ û bi vî rengî dest bi xebatên xwe kir.
Yanî em dikarin bêjin ku ev tişt guhert; em nûçeyên jinan ên giştî çêdikin, nûçeyên bi feraseta jinan, rengê jinan didin lê di nav ajanseke jinan de hema bêje her nûçedayînek dibû sedema nîqaşan. Mesela her peyvek dibû mijareke nîqaşê ji ber ku gelek peyv wek çapemeniya alîgir diviyabû nehata bikaranîn.

Di mijara ziman û rojnamegeriyê de dixwazim têkevim navberê. Ajanseke wek JINHA’yê naverok û zimanekî bi çi awayî di çapemeniya azad de ava kir, di vê mijarê de roleke çawa girte ser xwe?

Em tev dizanin ku niha di çapemeniya azad de zimanekî rûniştiye heye. Lê di zimanê jinan de cudabûn heye. Ji ber ku tu zimanekî nû li dijî feraseta mêr, li dijî zayendperestiyê, olperestiyê û nîjadperestiyê bi kar tîne. Zimanê te divê ne şibe zimanê din. Di dema afirandina van peyv û vî zimanî de, di sazkirina peyvan de zahmetiyên pir mezin hebûn lê rûnişt. Bi JINHA’yê re êdî zimanê jinan derket pêş. Yek ji vê nêzîkatiyê jî ew bû ku di nûçeyan de me navê jinan bikar anî lê paşnav zêde bikar neanî. Helbet ev zimanê ragihandina jinan bandoreke mezin li ser civakê kir. Berê dihat gotin ku qey hûn çawa li gor qalibên nûçeyan naçin, divê nav û paşnevê jinan bên nivîsîn. Lê bi vî awayî jinan çandeke di ziman û hişmendiya qalibên nûçeyan de guherand. Êdî niha nîqaşa vê tiştê tuneye her tişt di cih de runiştiye. Ev çi ye tê çi wateyê? Rojnameger û nûçegihanên jin rîskeke pir mezin girtin û îro em rastiya ku her kes baweriya xwe bi nûçeyên ajansa jinan tîne û ji ber ku ajansa jinan çandek di zimanê ragihandinê de ava kirin. Ji peyvên ku bi kar tînin, heta hevok û qalibên nûçeyan zimanek afirand. Vê yekê ne tenê li ser qada çapemeniyê li ser tevahiya civakê bandor kir. Her kes êdî ewlehiya xwe bi vî zimanî tîne. Di nav ragihandina giştî de nûçegihaniya jinan, rojnemegeriya wan nedihat xuyakirin. Lê bi JINHA’yê ev tişt ji holê hat rakirin.

A rastî te bal kişand ser aliyekî girîng. Gelo mirov dikare bibêje çawa îro di Rojhilata Navîn de jinên kurd pêşengtiya berxwedanê dikin, di ragihandinê de jî pêşengtî kirin?

Bêguman ev gotin di cih de ye bi ya min jî. Ji ber ku ragihandina jinan mohra xwe li çapemeniyê kir û di ragihandinê de xeteke jinwarî vekir. Tenê li ser çapemeniya kurd, azad li tevahiya çapemeniya alîgir jî kir, li hin deverên cîhanê jî kir. Bandora xwe li tevahiya jiyanê û li her beşeke civakê kir. Helbet wek me beriya niha jî gotbû çapemeniya azad jixwe xetek ava kiribû lê bi xweseriya ragihandina jinan re xetek baştir xuya kir.
Ev tişt ji bo me girîng bû. Ji ber ku mijara me ne tenê ragihandina jinan bû mijara me di vî aliyî de hişmendiya ku bi hezaran salan di her qadê de hatibû rûniştandin û zimanê vê hişmendiyê bû. Yanî di beşa nûçeyên wek çand, huner, rojev, siyaset, aborî û hwd. de dema nûçeyek tê dîtin em bi fikrê jinan, nêzîkatiyên jinan û bi çavên wan didin. Zimanê medyayê yên baviksalar ji nûçeyan derînin. Zimanê ku di nav civakê de hatiye afirandin bi nêrîna jinan bi çavên jinan, bi feraset û fikrê jinan guhertin e. Ez di vê baweriyê de me ku ev yek êdî di cih de rûniştiye. Ji ber ku em niha encamên vê tiştê dibînin. Niha ji rûpelên rojnameyan heta ajansên giştî êdî berê xwe dane ajans û ragihandina jinan. Dema di warê ziman de li rastî kêmasiyan an jî şaşiyekê tên li me digerin û ji me dipirsin, ji JINNEWS û ji NÛJINHA’yê çavkaniya xwe digrin. Helbet ev bingeh JINHA’yê hazir kir rê li ber fikr û ramanên jinan vekir. Tabî JINHA’yê jî bêguman bingeha xwe ji tevahiya pêşengtiya jinên kurd ên berxwedêr digirt. Ji berxwedana jinên ku bi salane di vê qadê de kedeke mezin dan û bingehek amadekirin, girt. Ji xewn û xeyala jinan girt, ji Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan û ji Denîz Firat girt. Ev ked û fedakarî helbet rê vedike.

Dema em bala xwe didin ajansên nûçeyan ên wek di dîroka xwe ya 170 salan de cara yekem e ku salek berê jinek wek gerînendeya weşana giştî diyar kir. Lê em li ragihandina kurdan meyze dikin 30 sal berê Gurbetellî Ersoz di gerînendeya giştî de cih digire. Li gorî te jî ne balkêş e?

Dema îro em di aliyê pêşketinê de di warê nêzîkatiya jinan meyze dikin bi rastî jî pêşketinek heye. Di televizyonan de kanalên jinan hene, ajansên jinan hene, edîtorên jin hem li tevahiya cîhan û Rojhilata Navînê û hwd. hene. Lê bi kîjan hişmendiyê hene, bi kîjan ferasetê hene. Bi giştî bi feraseteke klasîk û mantiqeke zayendîperest heye. Bi giştî di bin siya hişmendiya baviksalar de dimîne. Lê ev yek ji bo ragihandina jinan a wek JINNEWS û NÛJINHA’yê ne wisa ye. Em çawa ku bandorê li lijneyê dikin em li jinên ciwan û her aliyê civakê jî dikin. Em di vê hişmendiyê de nikarin qala guhertineke civakê jî bikin. Helbet dema mirov berê xwe dide ajansa jinan dibe ku em di vî warî de ne yekem bin lê di warê rûniştandina hişmendiyê de bi her awayî ragihandina jinan pêşketî ye û di asteke hêja de ye. Piştî ku JINHA vebû ya rastî bandora wê jî derkete holê û jixwe ji ber bandora wê jî ji di 2016’an de ji aliyê dewletê ve hat girtin. Gelek sazî û rêxistinên çapemeniya kurd ji ber van hêzên xwe hatin girtin. Êdî piştî ku bi JINHA’yê re ev asta rojnamegeriyê hat avakirin bi ŞÛJIN, JINNEWS û NÛJINHA’yê re dewam kir. Îro em wek JINNEWS’ê jî li ser vê şopa ragihandina jinan didomînin. Fikara jinan a ka gelo em nûçeyê çawa bidin, çawa binivîsînin êdî tune ye, êdî profesyonel e. Êdî em dikarin JINNEWS’ê wekî akademiyekê bigirin dest. Ji ber ku bi rastî jî tecrûbeyên bi salan di xwe de dihewîne. Ji rojnameyên wek Ozgur Ulke, Azadiya Welat û hwd. bingeha xwe digre û li ser van destkeftiyan qadeke ji bo ragihandina jinan vebû. Di serî de ragihandina jinan li ser çar lepikan diçû piştre bi ser ket û niha jî wekî akademiyê ye. Jixwebawer e. Em nabêjin ji sedî sed rast in lê li ser wan nîqaş tên kirin, lêkolîn tên kirin bi vî awayî jî bingeha wê tê dayîn.
Bi JINHA’yê destpê kir, bi ŞÛJIN, JINNEWS didome û bi NÛJINHA’yê jî dengê xwe li Rojhilata Navîn belav dike. Heta em dikarin bêjin ku êdî sînor jî ji bo ragihandina jinan bêwate ne. Helbet NÛJINHA jî têrê nake ji bo hemû dengê jinên cîhanê bide bihîstin.

JINHA di rojeke wek a 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hat vekirin. Girêdan ango têkiliya di navbera vê roj û ajanseke jinan de çi bû?

Hin tişt hene helbet wisa belesebep nayên kirin. Ji bo jinan 8’ê Adarê dîrokeke watedar e. Vekirina JINHA’yê ya di 8’ê Adarê de jî tê wateya ‘jin di her qadê de ye, kedkar e, şoreşger e, karker e, xwendevan e, dayik e, doxtor e, muhendîs e…’ lê mixabin ji bilî kebaniyê xuya nake. Lê di rojên wek 8’ê Adarê de jinên ji her qadê komî ser hev dibin, tên gel hev. Govendeke berfireh digerînin û her yek ji wan bi rengê xwe xuya dike. JINHA jî dema vebû bi rol û rengekî wek ê 8’ê Adarê hemû jinan anîn ba hev. Ji ber vê yekê jî JINHA bû dengê jin, ciwan, pîr û kal û hemû civakê.

Leyla Ayaz kî ye?

Rojnameger Leyla Ayaz di sala 2006’an de dema Rojnameya Azadiya Welat dest bi weşana rojane kir, wê jî dest bi rojnamegeriyê kiriye. Demeke dirêj li rojnameyê xebitî. Piştre jî di Ajansa Jinan a JINHA’yê de dest bi kar kir. Niha li Ajansa Nûçeyan a JINNEWS’ê karê xwe didomîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê