5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gerokekî kurd li Ukrayna-1

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Nizanim gava li Ukraynayê qala kurdan û Kurdistanê dibe, cara pêşîn çi tê bîra kesekî ukraynayî gelo? Careke din ez biçim Ukraynayê, teqez ez ê vê pirsê ji kesên Ukraynayî yên ji rêzê bikim (de binere ha, di destpêka nivîsê de min ji xwe re meraqek çênekir!)

Heçî ez im, gava qala Ukraynayê dibû, romana Sako û Mirovên Mirî ya Nîkolayev Gogol (binere xwînerên ezîz. Beriya navê nivîskar, navên berhemên wî tê bîra meriv. Çawa herkes qala Don Kîşot dike, lê Serwantes qet nayê bîra tu kesî, ya N. Gogol jî ew hesabe. Berhemên serkeftî, navê nivîskarê xwe didin ji bîrkirin), karesata Çernobîlê, her wiha futbolerê efsanewî Andriy Şevşenko dihat bîra min (Dibe ku hinek ji we bibêjin, ma êdî Şevşenko ji ku derket? Wer nebêjin kaka giyan. Vî camêrî, tenê di yek maçê de, bi tena serê xwe çar xol/gol avêtibû ji Fenerbahçe de û “qelecî” Volkan gêj kiribû. Her wiha, mêrik lodek xol avêtiye tirkan) Wekî din, ez bi gotineke pêşiyên ukraynayiyan jî dizanim, dibêjin: “mal milkên xwe ji azeriyan, canên xwe ji çeçenan, leç/jinên xwe ji tirkan biparêzin.”

Ez bi tiştekî din jî dizanim, lê bila ew jî bimîne li ba min; nola dibêje, a di dila de, bila bimîne di dil de

Hasilîkelam, agahiyên min yên di der barê Ukraynayê de ewqas bûn. Ez van çend agahîkokan, mîna guharekî bi guhê xwe ve dikim û berê xwe didim Ukrayna xopan.

Balafira me li bakurê Derya Reş nizim dibe, hêdî hêdî dadikeve xwe li balafirgeha Odessayê datîne û bi vî awayî gera min a Ukrayna destpêdike.

Odessa, bajarekî lîmanê ye û li perravê derya Reş e. Bajarekî ji bo Ukraynayê pirr girînge. Erê ez li Odessayê peya bûme, lê divê ez biçim derbasî bajarê Xarkovê bibim.

Bajarê Xarkovê, herêma şer e. Erê şerê 2014’an bi dawî bûbû, lê hîn jî di bereya şer de, qîpînîbû ku aliyan li hevdu diteqandin û ez di bihara 2015’an de çûme vê dewletê. Her çiqas bi awayekî fermî şer rawestiya be jî, rewşa awarte hîn jî li herderê xwe dide nîşan.

Gava ez ji balafirgeha Odessa derbasî navenda bajêr dibim, li navendê çalakiyên alîgirên Rûsan û yên Ukrayniyan ketibûn li ber hev. Hevdu pelkawatî dikirin. Cilqînî ji hev dianîn. Teyê bigota qey herdu aliyan ji min re “partiya tu bi xêr hatî” pêşkêş dikirin. Bêlome be, şûşeyên votkayê di cunuhê serê hevdu de, tîtik tîtikî dikirin. Bi çoyên beyzbolê, şîrqînî ji hevdu tianîn.

Ukrayniyan, di wan rojan de parlementerên bertîlxwur û alîgirên rûsan, bi çengurê wan digirtin davêtin selikên sergo.

Firtêfirtê em ji nava çalakdêran filitîn. Rastî ez ne biyaniyê wan dîmenan bûm. Lê li welatê xerîb, diviyabû min xwe himet bikra. Lewra riya min gelekî dûre. Bajarê Xarkovê, 700 km dikeve rojhilatê Odessayê.

Hem balafir, hem trên û hem jî otobûs ji Odessayê diçe Xarkovê. Lê bi qasî ez dipirsim, dibêjin: balafir pir biha ye. Trên jî, van bêxwedîmayên trênên kevnin ku li welêt ji wan re dibêjin “qere tirên” lema jî ev xirxopeya hanê pir dereng diçe û nava wê jî ewçend sar e, divê ez betaniyekê jî bi xwe re bibim da ku li xwe bipêçim. Heçî otobûsin, ji qeretrênê re bibin gorî; ew jî hem kevinin hem jî dibêjin, riyên Ukrayna gelekî kelikortîne. Gava mirov li wan siwar dibin, nav dilê mirov diçelqîne û mirov nehawî dike.

Ji bo ez riyeke çûyina Xarkovê ya guncaw ji xwe re bibînim, ez wê şevê li Odessayê dimînim. Dibe sibe, ez radibim çavê xwe li xwarinxaneyekê digerînim. Ji ber xwarina goştê berazan li Ukrayna gelekî berbalav e, ez xwe jê himet dikim (ne ji ber tiştekî. Hema firşikê min jê li hev dikeve) Hasilîkelam ez xwarinxaneyeke tirkan dibînim. Herçiqas xwarinxane li ser navê tirkan hatibe naskirin jî, lê xwediyê wê kesekî Dêrsimî ye. Xebatkarên Xwarinxaneyê tevdek Ukraynayî ne. Lê ji ber ku patron tirk e, ez bi tirkî deng li garson dikim û xwarinê jê dixwazim. Garson bi tirkî nizane. Ez di dilê xwe de dibêjim, bavo tirk garson bin jî, patron bin jî nikarin zimanê xwe bidin hînkirin. Ez xwe ji axaftina îngilîsî re amade dikim, kesekî li maseya teniştê li min difitile, dibêje “bira tu çi ji keçikê dixwaze, ji min re bibêje ez bi ûkraynî jê re bibêjim”

Li gorî camêr yekser bi kurdî bi min re axivî, diyare ji devoka min famkiriye ku ez kurdekî reş im. Ev diyalog, dibe hinceta hevnaskirina me.

De werin ji xwe re li vê lihevrasthatinê binerin ku, ev camêr, kurdekî ji Cizîra Bota ye. Ev serê bîst pênc salên wî ye li Ukrayna dijî. Bi mebesta karekî xwe yê taybet hatiye Odassayê û ew ê piştî nîv saeteke din rabe vegere Xarkovê re derbasî bajarê Kramatorskê bibe.

Di ser hevnaskirina min û hemwelatîyê min yê Cizîrî re saetek derbas nebûye, em bi hev re li otomobîla wî siwar dibin û berê xwe didin Xarkovê.

Li ser rêya xarkovê

Belê. Riyên Ukraynayê, mîna ji gewriya mar kişyabe, wanî ripûrast e. Em bi dehan kîlometre rê dimeşin, fitlokek, yan serevrazek, yan jî sernişûvek dernakeve pêşberî me. Ez bi henekî ji hevalrê yê xwe re dibêjim, bavo de ka dîreksyon berde. Çawabe heta çav çavan dibire, rê rast e.

Ew jî dibêje, tu rast dibêje. Lê van mîratên kortan, emanê nadin min. Wekî din jî kerwanê erebeyên leşkerî, nola maşotên biharê danin li dû hev û hema hey ber bi herêma şer ve dikişin.

Dostê min ê Cizîrî dibêje, “binere Egîtê bira a vana tevdek çekên dewletên rojavayîne dane Ukraynayê.”

Ez kesereke kûr dikşînim. Kobanê tê bîra min. Ez rewşa Ukrayna û ya rojava yê welatê me lihevdu dirûberînim. Di dilê xwe de dibêjim “Ev dewletên rojava, ne dihêlin em bimrin, ne jî dihêlin em bijîn.”

Wer dixwuye, rewşa me û ya Ukrayna ya nîvkuştî, pirtir tê hesabê dewletên rojava. Dîsa jî ez li ser navê xwe, malavatiya wan dewletan dikim ku destê alîkarîyê dirêjî bindestan dikin.

Li rast û çapê rê, masiyên hişkirî yên pixurî û bi dûzerkê kizirandî, rengekî xweşik dide rêwîtiya me. Ev cûre masiyê Ukrayna, navdar e. Li Kurdistanê, kevaniyên malan jî, wanî payizan îsot, bacanê reş û firingiyan wanî mîna qorê morîkan bi tave dikin û li ber tava Kurdistanê ya bi tîn û bêrewa, dardedikin. Gundiyên seyarfiroş yên Ukrayna jî, bi vî rengî masiyên dûzerkî wanî masî qor bi qor li pêşiya hollikên xwe yên devê riya bingehîn, bi darve kiribûn.

Li cih cihan jî, seyarfiroşan hêtên goşt ê berazan wanî bi darve kiribûn.

Ji her halê gundiyên Ukranyayî kifş bûn ku gelekî xizanin. Lê ew erda wan a bi xêr û ber di destê kê de bin, ew ê pê bibin bonkêr.

Diyar e ji xelkê Ukraynî nayê erda xwe cotbikin û biçînin. Ez vê rewşê bi pergala qominîzmê ve girêdidim, bê çawa mirovan wanî tiral, şêt û gêj dike. Ev serê sî salî ye ji bin pergala qominîzma Sowyetê rizar bûnin jî, lê hîn jî bi bazirganiyê nizanin û wisa mîna kewên xebîs/xeşîm di dahfika xizaniyê de vedigevizin.

Hema hema hemû zeviyên Ukrayna, ji hêla biyaniyan ve, bi demdirêjî hatine demankirin û gulaberbiroj, giha qanola ya rûn, ceh, genim û medreb ango birincê lê diçînin. Xelkên Ukraynayî jî, destên wan di bin çengan de, wisa dimînin jar û belangaz.

Li xarkovê

Piştî du roj û şevekê em êvara teng, digihêjin Xarkovê. Di googalê de li çend otêlan digerim. Yên luks, pir pir buhane. Yên dîtir jî, mişt ji mihacirên ji ber şer reviyayî, dagirtîne. Nola dibêje, bi duayên dewrêşan, bi tirên gamêşan ez li otêleke xerabsemtekî, odeyek vala dibînim. Otêl, tije malbatên ji Doneks û Qirimê revyane.

Berî ez derbasî odeya xwe bibim, ez li serhêwana otêlê, bi dostê xwe yê Cizîrî re, birayekê vedixwum. Jina resepsiyonîst, di heman demê de xwediya otêlê ye. Ew jî tê ba me. Jina resepsiyonist, nasnameya min ji min dixwaze û qeyda min li ser masa me pêktîne.

Otêl, ne otêl e. Mûristana gêrîka ye. Du zilamên hişkelok, tên li ser maseya me rûdinê. Yek ji wan awir-rovî ye. Bi devoka azerî dipirse “tu tirk e” Berî min, dostê Cizîrî, “na. Kurd e” dibêje. Zilamê din jî tev li gotebêjê dibe, “ez jî ermenî me” dibêje û awir lê tarî dibe. Yê azerî, “di saeta di destê te de diyar e,  tu karmendekî dewlemend e” dibêje û bi kenekî roviyane dikene.

Nêzîktêdayinên mêrikê azerî û yê ermenî, bi gûman bûn; te yê bigota qey bextê xwe xerab kiribûn. Ez derbasî odeya xwe dibim. Dostê min ê Cizîrî jî min çivir temî dike, daku ez li wan her du merivan miqate bim. Paşê ew jî diçe mala dostekî xwe yê li Xarkovê.

Bi şev wan herdu mirovan, çend cara li deriyê min dan. Min xwe li xewê danî û min derî ji wan re venekir. Ew gotina pêşiyên Ukrayniyan di guhê min de dizingiya. “Malê xwe ji azeriyan, Keç/jinên xwe ji tirkan û canê xwe ji çeçenan biefidînin” Teyê bigota qey evê ermen, di rista yê çeçen de dilîze. Li min wa eyan hatibû ku ew ketiye pey tola kal pîrên xwe û ew di dilê xwe de dibêje “piştî çendan sal vaye min yekî kurd li cîhekî tenha zevtkiriye…”  Heçî ew ê azerî bû, ji xwe ew jî nola gelek azeriyên din, li dû şêlandinê bû.

Di dilê xwe de dibêjim, heke zorê li derî bikin û têkevin hundur, ez ê xwe di pecê re bavêjim jêr. Heta ber pacê diçim. Bavooo, ez çi bibînim! Kûçikekî Pîtpûl li jêra pacê girêdayî ye û ji xwe re hema li belayekî digere. Çar-neçar, heta sibê kêr di destê min de, ez wisa li pişt derî şiyar dimînim…

Berbanga sibê, ez bangî dostê xwe yê Cizîrî dikim û ji wê otêlê difiskirînim. Edetî pahniyê li tilmqûna xwe dixînim û jê bazdidim.

Vêca berê me li Kramatorskê ye. Ev bajar, nêzî sînorê Rûsyayê ye, ango bereya li pişt şer e.

Em 200 km rê çawa çûne, min hay jê tine ye. Dostê min ê Cizîrî, bi nuqurçkeke kurdewarî wa bi “kubarî” li parxwanê min dide, “rabe rabe, hişyar be vay em hatin” dibêje.

Ez çavan ji hev vediqelêşim ku em di têketina bajarê Kramatorskê de ne. Li rast û çepê rê, çend tanq û çekên giran, mîna kîsoyê pelixandî li ber çavan dikeve…

Têbinî: ev dostê min yê ji Cizîra Botan, niha li Xarkovê tevî zar zêçên xwe, di bin barana moşekên Putînê de ne. Piştî heft salan bi riya WhatsAppê min pêwendî li gel wî danî. Dibêje: “ez Kurd im. Çarenûsa xelkên Ukraynî çibe, ya min û malbata min jî wanî û ez narevim.”
Hêvîdarim tiştek neyê serê dostê min. Heta xeleka tê, ez ê geşedanê dideheqa jiyana wî û malbata wî de, we xwînerên ezîz agahdar bikim.

Dê bidome)

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê