3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di 8’ê Adara 2012’yan de JINHA’yê dest bi weşanê kir

Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku di 29’ê cotmeha 2016’yan de bi KHK’ê hat girtin, di 8’ê Adara 2012’yan de dest bi weşanê kir. Li dijî serdestiya mêr a di çapemeniyê de ji bo bibe deng û gotina jinan bi dirûşma “Û em zimanê çapemeniyê diguherînin. Ji me û şûnde wê capemeniya cîhanê ne wekî berê be” dest bi weşanê kir.
JINHA’yê ji bo nêrînên mêran bişkînin, ji bo zimanê wan ê mêr biguherin ji kameravanan bigire heta nûçegîhan, heta wênekêşên wan, heta edîtor, şefa nûçeyan, midûra nûçeyan  hemû xebatkarên ajansê di çapemeniya alternatîf de helwestek muxalîf nîşan dan û hemû jin in. JINHA’yê hem wek rojnameger û hem jî wek têkoşîna jinan xebatên xwe meşand.
Di encama têkoşîna mafdar û helweta bi biryar a JINHA’yê de rojname û televîzyonên sala ewil nûçeyên wê bi kar neanîn êdî JINHA referans girtin. Li ser vî esasî nûçegîhanên di serî de çûn Rojava, nûçegîhanên JINHA’yê bûn.  Ajansa ku yekem car îlan kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye dîsa JINHA bû. Nûçegîhanên JINHA’yê nûçegîhaniya şer jî kirin û şerê li Sûriyeyê şopand. Nûçegîhan tevî ku çend caran li Halep û Iraqê bûn hedef jî şerê germ ji gel re ragihandin.