17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja 13’mîn a êrîşên Rûsyayê

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê agirbestek îlan kir û biryara vekirina derbasekê mirovî ji bo sivîlan da. Li gorî televizyona RT ya Rûsyayê li ser daxwaza serokê Fransayê Emmanuel Macron ev agirbest hatiye îlankirin. Agirbest dê ji seat 10 şûnde dest pê bike û rê ji sivîlan re were vekirin ku ji 5 bajarên Ukraynayê derkevin.

Her wiha bang li Ukraynayê hate kirin ku li gorî şert û mercên agirbestê tevbigerin.

Ji aliyekî din ve serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski ji destpêka êrîşên Rûsyayê de cara yekem bi rengekî aşkera ji qesra serokatiyê daxuyanî da çapemeniyê û bang li DYA’yê kir ku qedexeya firînê li ser ezmanê Ukraynayê pêk bîne. Zelenski bang li welatên Rojava û DYA’yê kir û wiha got: “Ez bang li DYA’yê dikin ku qedexeyê firînê li ser ezmanê Ukraynayê îlan bike û ez li bang li welatên Roajva dikim û dibêjim ku dê dê ev êrîşên Rûsyayê bi hin bajarên Ukraynayê ne bi sînor be û heke neyê rawestandin dê gefê li hemû Ewropayê bixwe.”

Cenaze li erdê ne

Li aliyê din tevî îlankirina agirbestê zehmetiyên gelekî mezin li pêşiya Ukraynayê hene. Li navçeya Buşa ya Kievê nikarin cesedê mirovan ji erdê hilînin. Şaredarê Buşa Anatol Vidarok der barê vê mijarê de wiha got: “Em nikarin cesedên li kolanan bidin hev. Ji ber ku topebarana Rûsyayê bi şev û roj didomin.”

Ambargo berdewam dikin

Ji aliyekî din ve ambargoyên li ser Rûsyayê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de doh DYA’yê diyar kiribû ku ew dixwazin ambargoyeke berfireh deynin ser hinartina petrola Rûsyayê. Berdevka Qesra Spî ya Amerîkayê Jen Psaki wiha got: “Em ambargoya li ser petrola Rûsyayê nîqaş dikin. Em dizanin ku gelek welatên Ewropayê gaza xwezayî û petrolê ji Rûsyayê dikirin, lewre jî hîna serokê Amerîkayê Joe Biden der barê qedexekirina kirîna petrola Rûsyayê de biryara xwe ya dawî nedaye.”