11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa jinan a ji bo mîtînga Amedê dest pê kir

Jin ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi coş û girseyî pîroz bikin, bi cil û bergên xwe yên neteweyî û pankartan, ji gelek qadan kom bi kom dimeşin qada mîtîngê ya Stasyona Amedê. Mîtînga jinan dê saet di 13.00’an de dest pê bike.

Jin li Amedê dê di pêşengiya DAKAP’ê de li Qada Îstasyonê ya Amedê saet di 13.00’an de mîtînga “Dem dema azadiya jinan e” li dar bixin. Beriya mîtîngê parlamenter û rêveberên HDP’ê jî di navde nûnerên sendîka û rêxistinên jinan li Qada Ofîsê kom bûn û bi pankarta  “Dem dema azadiya jinan e”, “Jîn bi mezinkirina têkoşînê, şerê taybet vala derdixin” û “Dem dema xwedîderketina nirxan e” dimeşin qada Stasyonê. Koma ku di navde Hevberdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy jî hebû bi pankarta “Dem dema azadiya jinan e” meşiyan qada Îstasyonê. Jin ji Deriyê Riha, semta Ofîsê û gelek qadên din kom bi kom bi pankart û dowîzên xwe dimeşin qada mîtîngê.

Endamên TJA, Komeleya ROSA, DÎSK, HDP; KESK bi erbane û stranên û durişmêyen “Jîn Jîyan azadî” û “Bijî berxwedana zîndanan” dimeşin qadê.