18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin rûyê şer diguherînin

Şerekî hemû alî ku tevahiya cîhan û bi taybetî jî niha Ukrayna daye ber xwe, her diçe pêtên xwe belav dike û kes nikare xwe ji vê germa ku can dişewitîne rizgar bike. Agireke ku ter û hişk bi hev re dişewitîne; ji bo berjewendiyên komeke taybet ku bi tiliyan tên hejmartin. Dema şer tê, tu kî yî ferq nake. Hûn dikarin jin an zarok bin. Şer tu kesî nahêle, ji ber vê yekê hemû gelên wê û her wiha mirovên ji her temenî tê de cih digirin. Di şer de jin ji mêr ne kêmtir rola xwe dilîze. Jin dikare ji hemşîreyekê yan bijîşkekê wêdetir be. Berpirsiyarî zêdetir dikeve ser milê wê. Bêguman em her carekê balê dikşînin şer û didin diyarkirin ku qurbaniyên yekem ên hişmendiya tevlihev û şerxwaz a vê pergalê jin in. Jin tu carî nikare xwe ji agirê bişewat a vî şerî û aloziyê rizgar bike.

Dîroka Şerê Cîhanê yê Duyemîn lehengên mezin dan cîhanê. Serpêhatî ne tenê li eniya şer hatin kirin. Jinan di salnameya şer de gelek rûpelên birûmet nivîsandin. Jin li eniya herî pêş bûn: doktor, pîlot, di yekîneyên parastina hewayî de, şopger, ajokar, nûçegihan, heta tanker û di piyade de xizmet dikirin. Operasyonên leşkerî yên nûjen ên ku li cîhanê pêk tên jî jinan ji holê ranake. Ne hewceye ku hûn hertim bi îradeya xwe biçin şer. Carnan ev hilbijartin ji ber daxwaza parastina zarokên xwe, mal, bajar û welatê xwe ye. Dîrok gelek çîrokan dizane, ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve dema ku jinan, bi buhayê jiyana xwe, tankên dijmin xistin û leşkerên Sovyetê ji dîlgirtinê rizgarkirin.

Niha zêdetirî 17 hezar jin li Ukrayna yê di artêşê de qeydkirî ne – heta van demên dawî- ew bi piranî bijîşk bûn. Tenê di dema şer de dikarin ji bo leşkeriyê bên gazîkirin û di şert û mercên asayî de jin tenê bi dilxwazî û bi peyman dikevin artêşê. Niha zêdetirî 55 hezar jin di nav refên Hêzên Çekdar ên Ukrayna yê de hene (bi giştî artêşeke ji 250 hezar kesî pêk tê).

Pevçûnên ku li herêmên rojhilatê Ukrayna yê Donetsk û Luganskê berdewam dikin, bûye sedema zêdebûna bêewlehî û şîdetê, kûrkirina newekheviya zayendî û bandor li jinan kiriye ku ji sedî 63 zêdetirî 1,1 milyon mirov ên welat pêk tînin. Digel ku jin ji destpêka krîzê û vir ve di refên herî pêş de ne jî di nava biryarên parastin, ewlehî û çareserkirina pevçûnan de nîn in. Îro, jinên di hêzên çekdar ên Ukrayna yê de di tevahiya kariyera xwe de bi cudakariyê re rû bi rû dimînin, pêdiviyên wan bi giranî ji hêla artêş û rayedarên sivîl ve tên paşguh kirin.

Tevlîbûna jinên ukraynayî di nava hêzên çekdar de serpêhatiyekê çêdike û stereotipên zayendî di artêşê de dijwar dike. Ji ber hin pîşeyên leşkerî ji bo jinan qedexe ne ji ber vê yekê jin di nav wan “Tabûrên nedîtî” de bi awayekî nedîtî şer dikin. Ger di pevçûnan de birîndar bibin an jî werin kuştin, ew nikarin statuya gazîbûnê û tazmînata darayî bistînin. Jin li Ukrayna yê beşdarî danûstandinên aştiyê nabin. Îradeya siyasî û piştgiriya rêxistinên navneteweyî têrê nake. Lê jin naxwazin tenê bibin qurbanî û ji pevçûnan rizgar bibin. Dixwazin di avakirina aştiyê û çareserkirina nakokiyan de bibin aktorên bihêz.
Jin niha di nava lêgerîneke pir mezin de dijîn. Weke berê zagon û rêgezên civakê napejirîne. Li hemberî van nêzîkatiyan têdikoşe û ji bo azadiyê, xwe wekî şerteke bingeh ê jiyanê dibîne.

Tevlîbûna jinan di pêvajoyên aştî û ewlehiyê de pir girîng e, ji ber ku pir caran tiştên ku ew tê re derbas dibin nayên dîtin. Jin di dema şer de rastî şîdetê tên. Dema ku herdu alî nikaribin êrîşî hev bikin, dest bi êrîşa jinan dikin. Jin êş û azarên ku di dema pevçûnan de hatine jiyîn ji nêz ve dizanin, lewma ji mêran bêtir aştiyê dixwazin. Tevlîbûna jinan di pêvajoyên piştî şer de asta pratîkbûnê zêde dike, ji ber ku dema ew pêşniyar dikin bi gelemperî ew tiştek pêkan e. Behsa ceribandina rastiya şerê li ser rûyê erdê dikin, behsa teoriyan nakin.