4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên Femînîst bend rakirin û meşiyan: Em serî natewînin

Bi hezaran jinên Femînîst ji bo lidarxistina Meşa Şevê ya Feminîst a 20’emîn li Taksîmê civîyan. Jinên li Taksîmê kom bûn, dirûşmên “Dê ev serîhildan neqede” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Jin ji bo bimeşin kolana Siraselvîler a Taksîmê li Kuçeya Telê û kolana Buyukparmak û Fîrûzagayê civîyan. Beriya ku jin bicivin, gelek rêyên ber bi Kolana Îstîklalê û Taksîmê ve diçin hatin girtin. Tevî hemû astengiyên polîsan jî bi hezaran jin li gelek deveran li hev kom bûn û meşiyan Kolana Siraselvîlerê. Jinan pankarta “Serîhildana Feminîst” vekirin û meşiyan. Piştî 50 metreyî polîsan pêşiya wan birî. Jinan ev yek protesto kirin. Jinan navê jinên hatine qetilkirin yek bi yek bilêv kirin û gotin “serîhildan”.

‘Em serî natewînin’

Jinên ku kincên rengîn li xwe kirin, bi pîspîsk û flamayên xwe yên rengîn tim dirûşmeyên wekî “Em şevan, kuçeyan û qadan naterkînin”, “Jin, jiyan, azadî”, “Îsyan” û “Em bêdeng nabin, natirsin, em serî natewînin” berz kirin.

Jinan bi dengekî bilind gotin “Barîkatan rakin” û meşiyan. Piştî ku polîsan mudaxale kirin, jinan vê carê berê xwe dan aliyekî din. Jin heta kolana Siraselvîler meşiyan û daxwazên xwe anîn ziman.

Jin tevî hemû astengî û barîkatên polîsan jî xwe gihandin Kolana Siraselvîlerê. Bi hezaran jinên li Kolana siraselvîlerê ber bi Cîhangîrê ve meşiyan. Jinên li Cîhangîrê li ber ÎSPARK’ê li hev kom bûn, pankarta li ser “Em nikarin debara xwe bikin, serîhildana feminîst” nivîsandî li avahiay ÎSPARK’ê daliqandin. Jinan dirûşmeya “Bijî 8’ê Adarê, bijî têkoşîna me” berz kirin.