2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li gelek navendan bi deh hezaran jin ji bo azadiyê daketin kolanan

Bi deh hezaran jin li Wan, Amed, Êlih, Silopiya Nisêbîn, Colemêr, Riha, Kobanê, Qamişlo, Hesekê, Mexmûr û gelek navendên din daketin qadan û li dijî tundî, înkar û qirkirinê dengê xwe bilind kirin. Jinan xwestin qirkirina jinan û tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û bang li rayedaran kirin ku girtiyên nexweş serbest berdin û tundiya li ser jinan bi dawî bikin.

Wan

Mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Wanê bi pêşengiya Tevgara Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” li Parka Aştiyê ya Mûsa Enter bi coşeke mezin pêk hat. Jinên ku ji gelek deverên bajêr ber bi qada mîtîngê ve herikîn, li çar noqteyên kontrolê derbas bûn û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ketin qadê. Jinan, li ber stranan xelekên govendê gerandin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên rengîn qada mîtîngê xemilandîn, lolîpop û dowîzên “Denîz Poyraz serhildana me ye”, “Ez jin im, ez kurd im”, “Êdî bes e”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Garîba Gezer nemir e” û “Êdî bes e, dem dema jinan e” vekiribûn. Lê hêzên ewlekariyê nehêlan ku jin lolîpopên bi nivîsên “Ekîn Wan” û “Garîbe Gezer” têxin qada mîtîngê. Bi nêzbûna destpêkirina mitîngê re jî jinên li ber avahiya HDP’ê kom bûn, bi dirûşm û tililiyan ber bi qada mitîngê ve meşiyan.

Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Seroka Komîteya Amadekar Ayşe Mînaz axivî. Ayşe, diyar kir ku 8’ê Adarê yek ji rojên sembole lê bi salane rêhevalên wan ji bo dinyayeke wekhev, azad, bêkedxwarî, bêtundî û ji bo Tirkiyeyeke demokratîk têkoşiyan û canê xwe feda kirin.

Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun jî diyar kir ku jinên kurd, azadî ava kir û wiha got: “Têkoşîna me, li dijî kujerên jinan ên biûnîforma û tecawizkaran e. Rizgariya jinan, di sekn û xwebirêxistinkirina wan de ye. Em ê nehêlin ku tenê yek jineke din li vî bajarî bê kuştin. Destên xwe qirêjî ji jin û zarokan bikişînin.”

Li qadê bi yek dengî gotin “Bijî Serok Apo”

Piştî hunermend Şîlan Dora, ji xizmên girtiyan Dilşah Alkan û Aslihan Tîmur ku li Baroya Wanê Nobeta Edaletê digirin derketin ser dikê.  Dilşah, diyar kir ku tekane daxwaza wan edalet e û heta edalet pêk tê jî dê têkoşîna xwe bidomînin. Di berdewamê de jî bang li hemû jinan kir ku piştgiriyê bidin wan. Bi dawîbûna axaftina Dihşah Alkan re, girseyê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Di mitîngê de aktîvîsta TJA’yê Aynûr Sarica axivî û da zanîn ku îro bi hezaran jin li qadan li ber xwe didin û wiha got: “Ne tenê jin, îro tevahiya civakê di tecrîdê de ye. Di şexsê birêz Ocalan de, tecrîd li tevahiya girtîgehan berbelav bû. Em ê vê tecrîdê qebûl nekin. Mêr û netewe dewlet hewl didin jinan ji her qadên jiyanê derxînin. Hewl didin di nava çar dîwaran de bihêlin. Lê em li vir ji wan re dibêjin; em ê bi tu awayî rê nedin van polîtîkayên we. Em, li dijî xizanî û qirkirinê li ber xwe didin û dê li ber xwe bidin jî.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî wiha axivî: “Em her cureyên şîdetê bi tundî şermezar dikin. Bi milyonan jin gihaştin û ji bo mafê xwe têdikonin. Niha jî li vî welatî hebûna jinan tê înkarkirin, tên girtin û bi kedxwariyê re rûbirû dimînin. Li dijî vê divê  jin xwe birêxistin bike û têkoşîna xwe bidomîne. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê bê çareserkirin. Em ê her tim li dijî şer derkevin, ji ber ku tu pirsgirek bi şer nayê çareserkirin.  Li girtîgehan mafê bihezaran girtiyan tê binpêkirin û girtiyên nexweş nayên tehliyekirin. Em ê şopdarên daxwazên dayikan bin. Em ê ji bo azadiya girtiyan têkoşîna xwe bidomînin. Sedsala bê dê bibe sedsala jinan. Ez ji vir bang li her kesî dikim ku tevlî Newrozê bibin.”

Piştî axaftinan Rojda konser da. Piştî konserê bi sedan kes meşiyan û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî”,” Ciwan fedaînê Apo ne” berz kirin. Polîsan dema pêşiya barîkatan girtin girseyê barîkat hilweşandin û meşa xwe domand. Di vê navberê de polîsan li ciwanekî xistin. Polîsan êrişî girseya meşiya Qada Beşyolê. Piştî êrişan girse li nava kuçeyan belav bû û meş bi dawî bû.

Colemêrg

Tevgera Jinên Azad a (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e ” li saloneke dawetê ya bajêr şahiya 8’ê Adarê li dar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, hevserokên HDP’ê yên bajêr û navçeyan, Dayikên Aştiyê û bi sedan jin tevlî şahiyê bûn. Parlamenter Ayşe Surucu di şahiyê de bal kişand ser nêrînên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Îro jinan hebûna xwe îspat kiriye û ev tişt jî bi saya fikrên Birêz Ocalan pêk hatiye. Lê li dijî Birêz Ocalan niha tecrîdek heye. Di şexsê Birêz Ocalan de li hemberî jin û ciwanan jî tecrîdek tê meşandin. Em bang li îqtîdarê dikin ku dawî li tecrîdê bînin. Dîsa rewşa Aysel Tugluk jî di xeterê de ye û ji bo tedawiyê divê serbest bê berdan. Divê hemû girtiyên siyasî yên nexweş bên berdan.”

Piştî axaftinan şahî bi stran gotin û gerandina govendê bi dawî bû.

Nisêbîn

Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” 8’ê Adarê li Nisêbîna Mêrdînê jî şahiyek hat lidarxistin. Şahiya ku gelek kes tevli bûn veguherî mîtîngê. Jinan ji çar hêlên Mêrdînê bi cil û bergên xwe yên rengîn berê xwe dan qada şahiyê ya li Nisêbînê. Li qadê pankartên “Bijî 8’ê Adarê”, “Dem dema azadiya jinê ye” û “Em li fezayê û li her derê ne, em ê serdestiya mêran têk bibin” hatin daliqandin. Li gel nûnerên sazî û dezgehên sivîl parlamentera HDP’ê ya Agirîyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Palatforma Jinan a Şahmaranê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER ya Mêrdinê û bi hezaran jin tevli şahiyê bûn. Jinan li qadê bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî”  û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Mîtîng di şexsê Garîbe Gezer û Denîz Poyraz de bi rêzgirtinê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê, Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Nisêbînê Perîhan Altug bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê û got: “Em azadiya girtiyan dixwazin. Em ê ji bo vê yekê têkoşînê bidomînin.”

Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Hûn herdem xwedî li nasname, ziman û têkoşîna xwe derketin.  Zîhniyeta qirêj a ku xwest we têk bibe li hemberî têkoşîna we têk çû. Îro jinên kurd bi têkoşîna xwe ya ji bo azadî û wekheviyê pêşengtiyê ji jinan re dikin. Jinên kurd hêza xwe ji Sara, Leyla Guven, Ayşe Gokkan, Denîz Poyraz û Garîbe Gezer digirin.”

Dîlan Dîrayet Taşdemîr di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jin ji tecrîdê re dibêjin na û di vî warî de têkoşîna xwe mezintir dikin û got: “Yên ku îro dixwazin me ji holê rabikin, ew bi xwe ji holê tên rakirin.  Eger pirsgirêka kurd çareser bibe wê krîz, mafya û polîtîkayên qirêj ên li welêt rû nedin. Divê hûn dawî li tecrîda li ser Birêz Ocalan bînin. Bêyî ku guh bidin jinên kurd hûn nikarin pirsgirêkan çareser bikin.”

Silopiya

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî Tevgara Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” li Qada Newrozê mîtînga 8’ê Adarê bi girseyî li dar xist. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera Şirnexê Nûran Îmîr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA û bi hezaran jin tevlî mitîngê bûn. Jinên ku bi kincên xwe yên kurdî tevlî mitîngê bûn, dirûşmên “Dem, dema azadîya jinê ye”, “Jin jiyan azadî”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Nûran Îmîr û Meral Daniş Beştaş xwestin tecrîd bi dawî bibe û girtiyên nexweş serbest bên berdan.

Mitîng bi berzkirina dirûşmên “Bijî Berxwedana Jinan, “Biji berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Amed

Mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê a bi pêşengiya Platforma Jinan a Dicle Amedê (DAKAP) ê li Qada Stasyon ê ya Amedê despêkir. Bi hezaran jinên li qadê kom bûn, pankartên “Dem dema azadiya jinan e”, “Dema dema xwedîderketina nirxan e”, “Em li hemberî şideta mêr û dewletê li qadanin”, “Ji bo girtiyên nexweş azadî”, “Ji bo Aysel Tugluk azadî” û “Me berxwedana  xwe ji Garîbeyan, îsrama xwe ji dayika Emîne û kenê xwe ji Denizan girtiye” hilgirtin. Jinên bi cilên xwe yên gelerî û di destê wan de dovîzên “Jin jiyan azadî” ketin qadê. Jinan li gel dorpêça polîsan bi stran, slogan û govendê barîkatên polîsan derbas kirin û derbasî qadê bûn. Li gel ku polîsan çar hêlên qadê dorpêç kirîn jî jinan bertekên xwe anîn ziman û polîsan gav paşde dan. Jinan li qadê diruşmên “Jin jiyan azadî”, “Girtiyên siyasî rometa me ne” û “Biji berxwedana zindana” berz kirin. Jinan li qadê li ber strana Sezen Aksu û stranên cuda govend gerandin.

Mîtingê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Seroka komîteya amedekar a 8 ‘ê Adarê Berfin Polat axivî. Polat anî ziman ku ew xizanî, tundî û qetilkirina jinan şermezar dikin û wiha got: “Em jin bi rengê xwe li qadan in. Em dibêjin dem dema azadiya jinan e.”

Berdevka KESK’ê Done Gevher Koyun jî diyar kir ku kuştina jinan polîtîk e û wiha got: “Têkoşîna me ya jinan jî polîtîk e. Polîtîkayên desthilatdariye hêrs û dijminatî zêde dikin. Hemû jinan serhî hildan û dimeşin azadiyê. Bijî çalakiya jinan û Rêxistina jinan.”

Piştî axaftinan Koma Sorjiyan derket dike. Jinên li qadê li ser stranên wê govend gerandin.

Herî dawî Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’e Ayşe  Acar Başaran jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Dixwazin ku bi hezaran havalen me yên li girtîgehê bi tecrîdê tunne bikin. Heta tecrîd bi dawî bibe, em ê têbikoşin. Em ê bi sekna xwe tecrîdê têk bibin û deriyê Îmralîyê vekin.”

Başaran li ser rewşa Ayşel Tugluk jî rawestiya û wiha domand: “Ez di şexsê Tuglukê de hemû jinên girtî silav dikim. Bi hiqûqa dijminantiyê nêzî hevalên me dibin. Heta havalen me azad bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî axaftinan hunermend Ayfer Duzdaş û Îlkay Akkaya derketin dîke. Duztaş û Akkaya bi stranên xwe coşa girseyê zêde kir. Girseyê li ber stranên wan govend gerand. Bernameya 8’e Adarê bi durişmêye “Jîn Jîyan Azadî” bi dawî bû.

Mexmûr

Bi heman armancê jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji 1’ê Adarê ve li ser linganin û rêzeçalakiyan li dardixin. Îro jî tevayî jinên Mexmûrê bi cil û bergên xwe yên kurdî bi coşek mezin berê xwe dan qada şahiyê û şahiyek bi heybet destpê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser giringiya rojê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Pakîstan Bîlen axivî. Pakîstan Bîlen da zanîn ku ji çalakiyên 8’ê Adarê diyare dê jin rengê xwe bidin pêşketinên salê û got: “Em destpêkê 8’ê Adarê li rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan, hemû jinên têkoşer yên ku îro li çeperan têdikoşin, hemû jinên kurd û hemû jinên Mexmûrê pîroz dikîn. Gelê kurd gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin minaka vê Rojavayê Kurdistanê û berxwedana Şengal û Mexmûrê ye. Ji ber vê jî dewleta tirk her roj êrîşî gelê -kurd dike, ji ber ku dewleta tirk serketina kurdan hezim nake. Divê em li erk û berpirsyartiya xwe xwedî derkevin, em weke jin û civak rêxistina xwe çêbikin. “

Pîştî axaftinan Koma Şehîd Delîl derket ser dikê û bi stranên xwe gel coşand. Piştî koma Şehîd Delîla, koma govendê ya Kevana Zêrîn derket ser dikê û şahî bi hemû coşa xwe berdewame.

Di rêza bernameyê de koma Şanoyê ya Kevana Zêrîn a bi navê Jinin Jiyanin derket dikê.

Êlih

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, li taxa Çandê ya Êlihê mîtînga 8’ê Adarê hat lidarxistin. Mîtînga bi coş û heyecan dest pê kir bi berzkirina dirûşmên jinan bi dawî bû. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û navçeyan, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Êlihê, TUAY-DER’ê, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan jin bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî mîtîngê bûn.

Jinan di qada mîtîngê de pankarta “Dem dema azadiya jinan e” daliqandin û dowîzên “Jin jiyan azadî”, “Gulistan Doku li ku ye?”, “Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Êdî bes e, dem dema azadiya jinê ye” vekirin. Girseyê li qadê dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ye” berz kirin. Mîtîngê bi rêzgirtin û axaftinê dest pê kir. Piştre Koma Rîtmên Azadiyê stran gotin.

Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca jî axivî û got:”Jinên cîhanê feyza têkoşînê ji jinên kurd digirin. Ji bo rêya aştiyê vede divê deriyên Îmraliyê vebe. ”

Piştî axaftinê hunermend Ozlem Baglayan stranên xwe got.

Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydeniz axivî û diyar kir ku dê jin dev ji rengê xwe bernedin û wiha got:”Jinan bi berdêla da destkeftiyên xwe bi dest xistin. Ji bo van destkeftiyana jin niha li qadan e. Rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe.”

Mîting piştî axaftinan bi stranên hunermendan bi dawî bû.