4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Burda me

Lewre me gotiye “BURDA ME” û me holîka wan xera kiriye û lîstika wan têk biriye. Ya herî girîng jî ew e ku me nîşan daye ku em ji wan natirsin. Lê, gelo ew li xwe hay bûne ku êdî nikarin me ji holê rakin?

Heçî qadên ku bindest lê bikarin dengê xwe bidin bihîstin, qadên têkoşînê û yên hebûnê ne. Qada legal, ji bo bindestan li gorî destûra serdestan e. Serdest çiqasî derfetê bidin, bindest ewqasî dikarin lê xuya bibin. Hebûna bindestan ya di qadên legal de, ji bo serdestan jî derfetek e ku pê bikarin tevgera bindestan kedî bikin.

Gellek caran tê pirsîn ka gelo çi karê nûnerên kurd li parlamentoya tirk heye. Ji me re tê gotin ku divê mirov baweriya xwe bi bazara tirkan neyne. Tê gotin ku kedeke vala ye û bêkêr e. Heta hin komik hene ku bawer dikin ku tevgera kurd bi rêya legal ve ji doza kurdîtiyê bi dûr dikeve.

Berî her tiştî, divê were zanîn ku armanca HDP’ê an jî YSP’ê qet ne ew e ku li Tirkiyeyê bibe hikumet. Heger hin kes hesabê vê dikin, ew xewnan dibînin. Dînamîkên civak û siyaseta Tirkiyeyê rêyê nade tiştekî bi vî rengî.

Ka em vegerin serî. Gava ku HEP kete meclîsa tirk, kesî newêrîbû bi awayekî aşkere behsa pirsgirêka kurdî û ya Kurdan jî bikiraya; îroj behs dibe. Ji binî ve qedexe bû li dibistanan behsa zimanê kurdî bibe; îroj weke dersên tercîhî be jî heye. Behsa televîzyona fermî a bi zimanê kurdî û li zanîngehan beşên perwerdehiya ziman û wêjeyê kurdî nedibû; îroj ew jî hene, ne li gorî dilê me be jî, mîna zimanekî biyanî were fêrkirin û were pênasekirin jî, heye.

Têkoşînek ji bo van mafan hatiye dayin, bedelên giran hatine dayin, canên şêrîn hatine dayin. Nûnerên Kurdan yên ku çûn parlamentoyê bi salan di zindanan de man, hin ji wan ji neçarî reviyan Ewropayê, endamên HDP hê jî di zindanan de ne. Ev bedel hê jî tê dayin. Li hêlekê şerrê li serê çiyan heye, lê qada legal jî qadeke têkoşînê ye. Rêbaza wê qadê cuda ye, lê em wê jî kêm nebînin.

Me got ku her qad dibe qada têkoşînê. Siyaseta legal jî yek ji wan e. Binerin, hêza HEP’ê ji sedî çar bû, lê îroj bi HDP’ê xwedan hêzeke ji sedî sêzdehan e. Herkes dibîne ku îroj hêza Kurdan siyaseta Tirkiyeyê daniye ber xwe û ew biryarê dide bê ka kî dê bibe şaredarê Stenbolê an jî serokkomarê Tirkiyeyê. Eve hêzeke mezin e û HEP îroj gihîştiye armanca xwe. Lewre armanca wê ew bû ku hebûna Kurdan li qada siyaseta Tirkiyeyê ferz bike.

Kesên ku herî zêde vê tevgera bi rêya partiyeke legal ve rexne dikin, dîsa ew kes in ku girêdayî partiyine din in, lê belê ji ber ku nikarîne bi qasî HDP’ê dengan werbigirin, bi stratiya AKP’ê ve radibin û stratejiya HDP’ê weke dûrketina ji kurdaniyê dinirxînin. Lê, ji bîr dikin ku gellek nûnerên wan şev û roj li ser televizyona TRT6’ê ne û ev yek jî bi xêra HDP’ê guncaw bûye.

Îroj Partiya Kesk a Çep (YSP) a ku li şûna HDP’ê dikeve hilbijartinan amade ye ku di hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê de rola sereke a diyarker bilîze. Heger mirov siyaseta rasteqîn binirxîne, eve tê wateya serkevtineke nedîtî ji Kurdan û ew ê dengê Kurdan bilindtir bike.

Nuha, hin kes dê bibêjin ma gelo armanca me hemû ev bû. Na, armanca me qet ne ew e ku em çend kursiyên zêde bi dest bixin an jî bibin wezîr li Tirkiyeyê. Armanca me tenê ew e ku em di ber bêvila wan de bin û bi wan bidin fahmkirin ku heger bi ya me nebe, em ê jî nehêlin ku ew hespê xwe bi dilê xwe bibezînin. Hema kîder bi destê me bikeve, em ê wê derê ji bo nîşandayina hêza Kurdan bi kar bînin, da ku hebûna Kurdan normalize bibe, meşrû bibe û axir em çend mafên din jî ji wan bistînin û wan mecbûrî bazareke digel Kurdan bikin. Parlamentoya serdestan ne armancek e, tenê alavek e ji bo bidestxistina mafên bindestan ; tenê yek ji alavan e.

Binerin, nêzî sîh salan e ku tevgera kurdî a legal şaredariyan bi dest dixe. Bila serdest bi rêya qayyûman ve wan şaredariyan bi darê zorê ji me bistînin ; em ê dîsa ji wan bistînin. Lê belê, zordariya serdestan çiqasî aşkere bibe, tevgera Kurdan jî di nava xelkê de ewqasî meşrû dibe. Bindest beyî dayina bedelan, beyî fedakariyan nikarin bigihîjin mafên xwe.

Em çûn dibistanên serdestan. Em fêrî ziman û çanda wan bûn. Serdestan hesabê vê nekiribû, lê em ketin nava wan û me dengê xwe bilind kir. Wan hêvî dikir ku em bibin tirk, lê me bi alavên wan vee w mecbûrî bihîstina dengê Kurdan kir. Îroj serokkomarê tirkî di hemû axavtinên xwe de, stratejiya xwe li ser êrîşkirina tercîha tevgera kurdî daniye. Lewre ew jî dizane ku heger têk biçe, eynî mîna hilbijartinên şaredariya Stenbolê, ew ê bi destê Kurdan be. Kurdan bi vî awayî tercîhên muxalefeta Tirkiyeyê jî bi xwe ve girê dane û ew mecbûrî xwe kiriye. Yanî, êdî ne ku ew biryarê li ser me didin, lê em biryara wan didin û me di hilbijartinên Stenbolê de jî ev nîşanî wan daye, eynî mîna ku em ê dîsa şaredariyên xwe yên qayyûmî bi şûn de bistînin.

Belê, serdest li kîderê meqera xwe deynin, bindest jî dixwazin wê derê bikin milkê xwe. Em çûn dibistanên wan, wan ji me re digot “bibêje BURDAYIM (li vira me)”, me her digot “BURDA ME” û me formulek li gorî xwe ava dikir heta ku em bikarin bibêjin “LI VIRA ME”.

Mesele êdî ne ew e ka gelo em ê çi bi dest bixin; mesele ew e ka gelo ew ê çawa xwe adapteyî vê rewşa nû bikin. Lewre ew bixwazin jî û nexwazin jî, êdî mecbûr in ku hesabekî din bikin. Lewre me gotiye “BURDA ME” û me holîka wan xera kiriye û lîstika wan têk biriye. Ya herî girîng jî ew e ku me nîşan daye ku em ji wan natirsin. Lê, gelo ew li xwe hay bûne ku êdî nikarin me ji holê rakin?