5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG’ê rapora binpêkirinên meha nîsanê aşkere kir

DFG'ê “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran ên meha nîsanê” parve kir. Di raporê de hat gotin ku welêt ji hêla azadiya fikr û xwe îfadekirinê de, di mijara mafên agahîgirtin û azadiya çapemeniyê de bûye wek çolekî.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran ên Meha Nîsanê” parve kir. Di raporê de hat gotin ku di demekî ber bi hilbijartinên 14’ê Gulanê de; ji çapemeniyê heta parastinê, ji hunerê heta siyasetê di gelek qadan de zext hatine zêdekirin. Her wiha hat gotin ku welêt ji hêla azadiya fikr û xwedîfadekirinê de, di mijara mafên agahîgirtin û azadiya çapemeniyê de bûye wek çolekî.

Rapora DFG’ê ya binpêkirinên meha nîsanê wiha ye: “Tê xwestin ev welat bi kêmbûna azadiya çapemeniyê, mafê girtina nûçeyan, azadiya ramanê veguhere çolekê. Ne tenê di raporên me de, di gelek raporên saziyên pîşeya çapemeniyê yên navneteweyî de jî tê gotin ku meseleya azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê mixabin gihaştiye asta navneteweyî û her ku diçe kêm dibe. Rêya paşketina van astengiyana ew e ku binçavkirin, girtin, tundî û sansur bi dawî bibin û ji bo muxalefeta civakî qad bên vekirin. Em dixwazin qarneyê çapemeniyê yê vî welatî bi azadî û heqên bi nirx bipîvin ne bi daneyên hejmarî. Me meha nîsanê jî weke meha din bi zext û zordestiyan derbas kir. Ne tenê rojnamegerên li derve yên di girtîgehan de jî li dijî zextan mecbûr dimînin li berxwe bidin.

Rojnameger Neşe Toprak a girtî, bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li ser laçikekê wêneyê Jîna Emînî xêz kir û xwest ji JINNEWS’ê re bişîne lê belê ev bi hinceta ‘talûke ye’ hat desteserkirin. Der barê Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî de bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dîjîtal, çalakiyên pênc sal berê bi sûcê ‘Propagandaya rêxistinê’ doz hate vekirin. Şopandina dozê ya rojnamegeran ji aliyê mubaşir ve hate astengkirin.

Rojnameger Serdar Akinan dema hat destgîrkirin di çend saetên di nava rojê de malbat û parêzerên wî nikaribûn agahiyê jê bigirin. Piştre emniyetê destgîrkirina Serdar piştrast kir û di saetên dereng ên şevê de hate berdan.

Di 25’ê nîsanê di çarçoveya operasyona navenda wê Amedê de Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, nûçegihanên ajansê Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç, nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, rojnameger Mehmet Yalçin, Salih Keleş, Mîkaîl Barût û Remzî Akkaya hatin destgîrkirin. Dîsa rojnameger Bêrîtan Canozer, Mehmet Şah Oruç, Abdurrahman Gok, Mîkaîl Barût û Remzî Akkaya bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ sewqî dadgehê hatin kirin û di dosyaya tenê beyanên şahidekî esas hat girtin de bi ‘gumana mezin a sûc’ hatin girtin.

Di 29’ê Nîsanê de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û gelek kes bi operasyona li Enqereyê hatin destgîrkirin û piştre hatin girtin. Li ber Operaya Sureya ya Kadikoyê rojnamegeran bertek nîşan dan. Lê belê rojnameger Pinar Gayip, Zeynep Kuray, Eylem Nazlier, Serpîl Unal, Esra Soybir û Yadigar Aygun hatin destgîrkirin.

Ne bi girtin û destgîrkirina rojnamegeran, ne bi desteserkirina ekîpmanan wê nikaribin rojnamegeran asteng bikin. Şert çi dibin bila bibin em ê mafên parastina azadiya ramanê, mafê girtina nûçeyan a civakê biparêzin. Em ê li paş nesekinin.

Hûrgiliyên rapora meha nîsanê wiha ne;

Binpêkirinên li dijî ewlehî û mafê jiyanê yê rojnamegeran

* Rojnamegerên bi êrişî rû bi rû man: 4

* Rojnamegerên bi ser malên wan de hatin girtin: 13

* Rojnamegerên hatin destgîrkirin: 27

* Rojnamegerên hatin girtin: 5

* Rojnamegerên bi muameleya ne baş rû bi rû man: 2

* Rojnamegerên gef li wan hat xwarin: 2

* Rojnamegerên di şopandina nûçeyan de hatin astengkirin: 10

* Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan: 1

Binpêkirina mafên azadiya raman a li dijî rojnamegeran

* Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin: 6

* Rojnamegerên hatin cezakirin: 2

* Cezayê girtîgehê:3 sal, 4 meh û 17 roj

* Rojnamegerên darizandina wan didomin: Hejmara dosyayan 27, jejmara kesan 34

* Hejmara Rojnamegerên Girtî (ji 1’ê gulana 2023’yan heta niha): 86

Sansur û astengiyên li dijî saziyên medya-çapemeniyê

* Cezayên RTUK’ê (Ji bo 4 qenalên cuda 3 cezayên pereyan ên îdarî hatin birîn)

* Hejmara cezayê sekinandina bernameyan: 4

Astengkirina mecrayên dijîtal-înternetê

* Sîteyên înternetê yên hatin girtin:1

* Nûçeyên hatin astengkirin: 88

* Naverokên Medyaya Dîjîtal ên hatin astengkirin: 30”