6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakgeran şehîdên Newrozê li Cenevreyê bi bîr anîn

Çalakgerên li Cenevreyê nobedê digirin, şehîdên Newrozê bi bîr anîn û gerila ku mizgînî dan gel, silav kirin.

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Çalakgeran di çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê de ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê” de her roja Çarşemê didome, lehengên Newrozê bi bîr anîn, vê sibehê mizgîniya ku PKK’ê ji gelê Kurd û dostên wan re şand, silav kirin.

Mustafa Altunbaş li ser navê komîteya çalakiyê, şehîdên meha Adarê yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û diyar kir ku gelê kurd di serî de li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê li her qadê berxwedaneke mezin nîşan daye.

Piştî Altunbaş, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Îbrahîm Yuksel mafê axaftinê stend. Hevsorek Yuksel, lehengên mîna Mazlûm Dogan, Sema Yuce, Nîlgun Yildirim, Zekiye Alkan û Rahşan Demîrel ku agirê Newrozê bi laşê xwe gur kirin bi bîr anî û Newroza gel silav kir.

Yuksel diyar kir ku geşedan û serkeftinên dawî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û got: “Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ku di 10’ê Cotmeha 2023’an dest pê kir û li çar aliye cîhanê xwedî lê hat derketin bi biryarî didome. Em çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê bi vî rengî silav dikin. Îro jî bi berdewamkirina berxwedanê re, ev pêngav berztir bûye. Em ê têkoşînê li her qada ku em lê ne mezin bikin û bi ser bikevin.”

Di çalakiyê de banga tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê ya danê êvarê saet di 18.00’an de bê lidarxistin, hat kirin.