spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikan li Sûrê bi Meşaleyan Agirê Newrozê geş kir

Dayikan li navçeya Sûra Amedê bi meşaleyan Agirê Newrozê geş kirin û Newroz pîroz kirin.

Li Taxa Îskender Paşa ya navçeya Sûrê komek Dayikên tev li Nobeda Edaletê bûbûn li gel endam û rêveberên DEM Partiyê kom bûn û Agirê Newrozê pêxistin. Dayikan bi meşaleyan Agirê Newrozê geş kirin û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Namzetên Hevşaredaran ên Navçeya Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan û gelek welatî amade bûn. Komê di pîrozbahiyê de pankarta “Newroz” vekirin û bê navber dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe”,  “Bijî serok Apo” “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Komê piştî agirê Newrozê pêxist, li ber defû zurneyan govend gerandin û Newroz pîroz kirin.