7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emîne Şenyaşar: Wezîrê Dadê çima xwe vedişêre

Emîne Şenyaşar ku 3 sal in li edaletê digere bang li wezîrê dadê kir û got: “Wezîr çima xwe vedişêre? Ma edelet tê veşartin?”

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du zarokên wê ji alî parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, bi daxwaza edaletê çalakiya xwe berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku Parlamenterê DEM Partiyê ye ji bo darizandina faîlan û berdana Fadil Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn li Enqereyê li ber wezareta dadê di roja 56’emîn de berdewam kir. Emîne Şenyaşar dovîza ‘Edeleta dereng tê zilm e. Edeleta ku malbata Şenyaşar lê digere wê rojekê ji bo her kesî pêwist bike. Nobeta me di roja 56’an de ye’ hilda.

Wezîrê dadê çima xwe vedişêre?

Emîne Şenyaşar li ber wezareta dadê bang li wezîrê dadê kir û got: “Çima xwe vedişêre? Ma edelet tê veşartin? Ka zarokên min? Li nexweşxanê mirov tên qetilkirin? 6 sale em li bendê edeletê ne. Yên zarokên min kuştin li derve ne. Kurê min hîn agirtiye. Êşa min têr nekir kurê min girtin. Ez ji bo edeletê biçim ku derê?”

Malbatê fitara xwe li wir vekirin û derbasî meclîsê bûn.