7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakgerên Edaletê: Em azadiya serokê xwe dixwazin

Çalakiya Nobeda Edaletê li Wan, Amed, Mêrdîn, Îzmir, Mêrsîn, Edene û Stenbolê berdewam dike. Çalakgeran di çalakiya Nobeda Edaletê de peyama xwe dubare kirin û gotin: "Em azadiya Serokê xwe dixwazin." 

Çalakiya Nobeda Edeletê li Mêrdînê di roja 6’an de bi serdanan berdewam dike. Dayikên Aştiyê di çalakiyê de gotin: “Êdî bes e. Em tenê dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe.”

34 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dest bi grevên birçîbûnê kirin.

Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Mêrdîn, Edenê û Îzmîrê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.

Mêrdîn

Çalakiya ku li Mêrdînê hat destpêkirin di roja 6’an de bi serdanan didome. Îro nivîskarên kurd û gelek welatî serdana çalakiyê kir û peyamên xwe anîn ziman. Ji Dayikên Aştiyê Emîne Acar a ku di çalakiya Nobeda Edaletê de cih digire axivî û got: “Êdî bes e. Bila dilê dayikan neşewite.”

Dayika Aştiyê Hasret Aslan jî di çalakiyê de da zanîn ku tenê azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwaz dikin. Adliye Yilmaz jî di nava Dayikên Aştiyê de cih digire wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ji bo serokatiya xwe çi ji destê me bê em ê bikin. Em tenê daxwaza azadiya Ocalan dikin.”

Mêrsîn

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî 40 roj in didome. Çalakiya bi pêşengiya Dayikên Aştiyê tê lidarxistin bi serdanên piştevaniyê didomin.

 Edene

Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 40’emîn de berdewam kir.

Serdanên piştevaniyê yên ji bo çalakiya nobetê dewam dikin. Rêveberên DEM Partiyê îro çûn serdana çalakiyê. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyan hat kirin.

Îzmîr

Li Îzmîrê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hukumxwarn a EG’yê (EGE TUHAY DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA), li avahiya  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Ege’yê Nobeda Edaletê ku hatibû destpêkirin di roja 9’an de dewam kir. Li salonê pankarta “Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin, ji bo aşitiya civakî em bibin denge zindanan” û “Li dijî tecride berxwedan” hatin daliqandin. Îro rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Bûcayê û Komeleya Alîkarî û Çandê ya Wêranşar-Serê Kanî ya Îzmîrê serdana çalakiyê kirin.

Serokê Komeleyê Ahmet Gultekîn axivî û got: “Edalet û demokrasî ji bo her kesî ye û ji bo Tirkiyeyê hewcedariyek e. Heke pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk li meclîsê bê çareserkirin dê li holê ne bêkarî, ne xizanî dimîne, dê aramî û aştî pêş bikeve. Tenê armancek me heye û ev jî avakirina aştiyê ye. Ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn.”

Hevseroka HDP’ê ya Bûcayê Nûrşen Ataman jî wiha axivî: “Li dijî tecrîda li hemberî serokatiyê û girtiyên siyasî divê em xwedî li serokê xwe derkevin. Divê hemû malbat piştevaniya çalakiyê bikin. Niha li gelek navenda nobeta edaletê tê kirin. Em Nobedên Edaletê silav dikin.”