2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

14 saziyên heq û hiqûqê serî li CPT’yê dan û xwestin CPT biçe Îmraliyê

14 saziyên heq û hiqûqê ji ber ku 34 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din bi tu awayî nayê girtin, serî li Saziya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan û xwestin ku CPT biçe Îmraliyê ziyaret bike.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin. 34 meh in tu agahî jê nayê girtin. Dîsa girtî Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ku piştre şandin Îmraliyê 34 meh in bi tu awayî agahî ji wan nayê girtin. Ji bo ku 34 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê nayê girtin û hemû serlêdanên malbat û parêzeran bê bersîv tê hiştin, saziyên heq û huqîqê ketin nava liv û tevgerê. 14 saziyên ku ji Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Vakfa Lêkolîna Hiqûq û Civakê (TOHAV), Komeleya Civaka Sivîl ya di Pergala Înfaza Ceza de (CİSST), Baroyên bajarên Elîh, Amed, Colemerg, Mêrdîn, Mûş, Şirnex, Riha, Wan, ÎHD û TÎHV’ê serî li CPT’yê dan û xwestin ku demildest CPT biçe Îmraliyê û wan agahdar bike.

Sazî û rêxistinên heq û hiqûqê di nameya serlêdanê de daxwazên xwe anîn ziman. Saziyan anîn ziman ku astengiya li pêş hevdîtina Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din a bi malbatn û parêzeran re li dijî hiqûqa Tirkiyeyê û navneteweyî ye û ji ber vê yekê serî li CPT’yê didin.

Di nameya serlêdanê de destnîşan kirin ku parêzer ji bo bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin ji 7’ê Tebaxa 2019’an heta niha serî li dozgeriyê didin, lê heta niha bi tu awayî bersîv negirtine û wiha hat gotin: “Girtî Veysi Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayri Konar ji sala 2015’an û virve li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin. Ji wê demê heta niha tenê carekê destûra ku parêzer biçe serdana wan hatiye dayîn.

Daxwazên saziyan

Hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan û rêxistinên sivîl ev daxwaz ji CPT kirin:

“*Divê bil ez heyet biçe Îmraliyê û rapora tespîtê bi raya giştî re parve bike.

*Divê bi lez bihêlin ku parêzer biçin hevdîtina girtiyên li Îmraliyê. Divê dawî li biryarên keyfî ku hevdîtinan asteng dike bê anîn.

*Divê malbat û vasî karibin li Îmraliyê biçin serdana xizmên xwe yên girtî. Ji bo serdana malbatan berdewam bike divê cezayên dîsîplênê yên keyfî û dervê hiqûqê bi dawî bibin.

*Li gel hevdîtina malpat û parêzeran, divê bi hêsanî û rûtîn karibin bi telefonê bi malbatên xwe re biaxivin.

*Dîsa divê girtî karibin bi rêya name, faks, telgraf bi malbat, parêzer û derve re têkiliyê dînin.

*Divê girtî karibin ji mafê rojname, kovar û pirûkan sûdê bigirin.

*Divê komîteya we ku cara dawî çû Îmraliyê, rapora xwe bi raya giştî re parve bike.

*Divê li dijî îşkence û kiryarên li dijî mirovahiyê gav bên avêtin û şertên îşkence û muameleya xerab bi dawî bibe. Dijberî vê yekê divê xala 10/2. a peymanê li gorî prosedüre tekeve meriyete. Van xalên li jor me rêz kirine yek bi yek em daxwaz dikin.”