spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikan bi tenê nehêlin

Ez û çend hevalên din ên rojnameger em çûn serdana dayikên di nobeda edaletê ne. Bi rastî dema mirov bala xwe dide çîrok û serpêhatiyên van dayikan mirov tê de rastiya pirsa kurd û lêgerîna edaletê ya bi dehê salan e berdewam dike dibîne.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên ragirtin di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di 27’ê Mijdara 2023’yan de dane destpêkirin didome. Pêre jî ‘Nobetên Edaletê’ yên malbatên girtiyan li derve dane destpêkirin jî berdewam dikin.

Li Amedê dayikên kurd ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî, nobeda xwe ya edaletê li navenda DEM Partiyê ya Rezanê bênavber didomînin.

Îro ez û çend hevalên din ên rojnameger em çûn serdana dayikên di nobeda edaletê ne. Bi rastî dema mirov bala xwe dide çîrok û serpêhatiyên van dayikan mirov tê de rastiya pirsa kurd û lêgerîna edaletê ya bi dehê salan e berdewam dike dibîne.

Her dayikek ji van dayikan dema girêka buxçika serpêhatiyên xwe veke her cure çîrokên bi êşên giran tê de hene. Her çîrokek bi hezaran kul û derdên giran tê de hene. Her êş û janek ji wan barekî wiha girane ku çiyayek nikare hilgire.

Di dilê van dayikên kezebşewitî de li şûna hest û daxwaza tolhildanê, bang û daxwaza aştiyeke bi rûmet heye, banga çareserî, wekhevî, edalet û jiyaneke azad heye.

Li ku dibe bila bibe dema ku te dît dayikek ji kezeba şewitî banga aştî û azadiyê dike bizanibe ku ew dayik dayikeke kurd e. Van dayikan tevî barê xwe yê giran, bûn kesên herî pêşî xwedî li banga girtiyên siyasî derketin û ji bo piştgiriya zarokên xwe yên girtî û daxwazên wan dest bi nobeda edaletê kirin.

Divê her kes ji aliyê xwe ve û ji hindama xwe ve xwedî li çalakiya girtiyên siyasî derkeve û piştgiriyê bide greva wan a birçîbûnê da ku em heta sedsaleke din jî birçiyên azadiyê nemînin.

Van dayikan bi tenê nehêlin. Vî barê giran li ser milê wan bi tenê nehêlin. Da ku em karibin rojekê nêzîk û ne dûr bi hevre govenda azadiyê bigirin û bila govend li ber tilîliyên van dayikan germ bibe û dîlên azadiyê jî serê vê govendê bikişînin.