3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakgerên kurd bang li artêşa Iraqê kir: Hêzên xwe ji Mexmûrê vekişînin

Berxwedana xelkê Wargeha Mexmûrê ya li dijî hewldana dorpêçkirinê ya artêşa Iraqê didome. Êrişa artêşa Iraqê li Almanya û Fransayê jî hate şermezarkirin û ev bang hate kirin: “Divê NY berpirsyartiyên xwe pêk bîne û artêşa Iraqê jî xwe ji Mexmûrê vekişîne.”

Berxwedana xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya li dijî hewldana dorpêçkirinê ya artêşa Iraqê di roja 5’an de berdewam dike. Artêşa Iraqê bi israr e ku dora Mexmûrê bi têlan bigire û kuleyan ava bike. Ji bo rakirina dorpêçê di navbera rayedarên Iraqê û nûnerên wargehê de berdewam in û heta niha jî ji hevdîtinan encamek derneketiye.

Li dijî dorpêça ji 20’ê gulanê ve didome, xelkê Mexmûrê jî bê navber li ber xwe dide. Bi sedan şêniyên wargehê niha di bin konên hatinevegirtin de li ber xwe didin.

Li Almanyayê hate prostokirin

Li hêla din bertekên li dijî hewldana dorpêçkirina li deverên cuda yên cîhanê jî berdewam in. Di vê çarçoveyê de duh li bajarê Bîelefelda Almanyayê li ser banga Navenda Civaka Demokratîk mitîngek hate lidarxistin. Di mitîngê de hewldana dorpêçkirina wargehê hate şermezarkirin û bang li artêşa Iraqê hate kirin ku xwe ji wargehê vekişîne. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin ku berpirsyartiyên xwe bi cih bîne.

Divê tavilê xwe ji Mexmûrê vekışîne’

Li bajarê Marîgnaya Fransayê jî duh di danê êvarê de bi heman boneyê çalakî hat lidarxistin. Kurdistaniyên ku li Qada Marîgnaneyê hatin ba hev, dirûşma “Mexmûr bi tenê nîn e” berz kirin û bang li NY’yê kirin ku ji bo kampa di bin berpirsyariya wê de ye erk û wezîfeya xwe bi cih bîne. Di çalakiyê de bang li artêşa Iraqê jî hate kirin ku tavilê xwe ji kampê vekişîne.