27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya û Çînê lihevkirinên nû îmze kirin

Di serdana serokwezîrê Rûsyayê Michael Mishustin a li Çînê de, Pekîn û Moskovê têkildarî xizmetguzariyê lihevkirinên nû îmze kirin.

Rûsya û Çînê îro muzakereya lihevkirinê li ser firehkirina hevkariya ji aliyê bazirganiya xizmetguzariyan ve îmze kir.

Di navbera Wezareta Geşepêdana Aboriyê ya Rûsyayê û Wezareta Bazirganiyê ya Çînê de belge hate îmzekirin.

Wezîrê geşepêdana aboriyê yê Rûsyayê Maxim Reshetnikov û wezîrê bazirganiyê yê Çînê Wan Wentao muzakere îmze kir. Muzakere hevkariyê heta 3 salan dirêj dike.

Her du aliyan li ser pêşxistina bazirganiya di navbera Rûsya û Çînê de li hev kir, da ku şîrketên her du dewletan li ser xebatên hevbeş teşwîq bikin.

Wezîrê Geşepêdana Aboriyê yê Rûsyayê Maxim Reshetnikov got bazirganiya ximzetguzariyan roleke girîng di têkiliyên Rûsya û Çînê de dilîze.

Serokwezîrê Rûsyayê Michael Mishustin ‎tevî şandeyeke ji wezîrê Geşepêdana Gboriyê yê Rûsyayê, di 23-24′ê gulanê de serdana Çînê kir da ku têkiliyên her du welatan xurt bikin.