18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakgerên Nobeda Edaletê bang li dewletê kirin

Malbatên girtiyên ketine greva birçîbûnê di Nobeda Edaletê de diyar kirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îradeya wan e. Malbatan got ku hêj tu mirin çênebûn divê dewlet hişê xwe bîne serê xwe û gav biavêje.

Girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakiya girtiyan didome û malbatên girtiyan jî di çarçoveya kampanyayê de dest bi Nobeda Edaletê kirin.

Nobetên edaletê di serî de li Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê hatibûn destpêkirin û piştre li Stenbolê jî dest pê kir. Nobeta Edaletê ya li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bagcilarê hate destpêkirin.

Malbatên girtiyan ên ku her roj tên qada nobetê, hewl didin dengê girtiyan bidin bihîstin.

Hevserokê MATUHAYDER’ê Mehmet Şafî Erol ji bo pirsa “We çima dest bi çalakiya nobetê kir?” wiha bersivê dide: “Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmralyê di tecrîdê de tê ragirtin. Ev tecrîd, bi demê re li hemû girtîgehan belav bû. Tundî û zexta îktîdarê ya li ser gelê kurd êdî gihiştiye nava malên me jî. Me hiqûqa tu kesî binpê nekiriye. Lê hiqûqa me tê binpêkirin, bi ser zarokên me de diçin. Em vê qebûl nakin. Em ê heta dawiyê jî vê qebûl nekin.”

Bi domdarî Erol diyar kir ku li dijî kurdan hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye û ev tişt anî ziman: “Me jî ev rewş qebûl nekir û dest bi nobetê kir. Divê hemû kurd vê neheqiyê bibînin û bibin yek. Dema bûn yek, dê ev rojên xerab bi dawî bibin. Tekane armanca me edalet e. Divê em vê bêedaletiyê qebûl nekin. Heta ku em serî bitewînin dê ev bêhiqûqtî bidomin. Divê her kesê ji xwe re dibêje sosyalîst, oldar û insan piştgiriyê bide çalakiya malbatên girtiyan. Bila bên serdana me. Heke em bibin yek dê mercên enbaş ên li girtîgehan bi dawî bibin. Ji ber ku tu kes bi gel nikare. Heke bi rastî jî gel îrade û hêza xwe bi kar bîne, em ê bikarin vê rejîma faşîst a gelên me nas nake têk bibin.”

‘Kes nikare kurdan tune bike’

Fînce Akman ku dayika girtî Yakup Akman e û tev li nobetê bûye jî wiha got: “Bila îktîdara AKP-MHP’ê baş bizane ku kurd bi kuştin, girtin û hwd. tune nabin. Ji Şêx Seîd heta Seyîd Riza, bi hezaran kurd bidarve kirin. Divê gelê kurd van baş bizane û ji bîr neke. Berxwedana kurdan bi 7 kesan dest pê kir û niha bûne milyonan kes. Niha li her devera cîhanê belav bûne û xwedî li nasnameya xwe derdikevin. Lîstikên AKP-MHP’ê pir in. Li rexekî şaredariyên me desteser dike, li rexa din parlamenterên me digire. Lê em ê her tim li ber xwe bidin.”

‘Heta em agahiyekê digirin dê dev jê bernedin’

Akman, anî ziman ku demekî dirêje ji Abdullah Ocalan agahiyan nagirin û axaftina xwe wiha qedand: “Bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehan de ne. Zarokên me di greva birçîbûnê de û Serok (Abdullah Ocalan) weke îradeya xwe dibînin. Heta ku em agahiyekê ji Serok digirin jî dê dev ji çalakiya xwe bernedin. Em naxwazin tu kes bimre. Bila dewlet hişê xwe bîne serê xwe. Kurd bêxwedî nînin. Kurd rastî gelek komkujiyan hatin lê tu carî bêdeng nebûn û nabin jî. Çiqas zextê li me bikin jî em ê her pêşve gav biavêjin. Dayikên me tu carî bêdeng nabin. Ji ber ku îradeya wan xurt e. Ji vir silavên xwe ji bo Îmrali û hemû girtiyan dişînim.”