4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Şamê bajarokek Derayê dorpêç kir

Piştî êrîşa li dijî erebeyeke hêzên Rûsyayê ku di encamê de kuştî û birîndar çêbûbûn, hêzên hikumeta Şamê bajarokê Înxilê yê Derayê dorpêç kir.

Hate zanîn ku li gundewarên Derayê bi mayinekê êrîşî erebeyeke leşkerî ya hêzên Rûsyayê hatiye kirin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûbûn. Piştî êrişî hêzên hikumeta Şamê bajarokê Înxilê yê Derayê dorpêç kir.

Hêzên hikumeta Şamê li xeta Înxilê bi bajarê Casim ve girê dide, belav bûn û bendên xwe li rojhilatê Nexweşxaneya Casim danîn. Her wiha nuqteyên nû danîn da ku Casim û Înxilê ji hev qut bikin.

Her wiha hate zanîn hikumeta Şamê ber bi benda kontrolê ya nêzî devera Qebû Eswed ve sewqiyat kiriye û nuqteyeke nû bi navê “Dîfon” li bakurê Casimê daniye.

Li gorî nûçeya duh a SOHR’ê, li bajarokê Mehecê yê Derayê bi bombeyekê êrîşî erebeyeke leşkerên Rûsyayê hate kirin, di encamê de leşkerekî Rûs hate kuştin. Piştî bûyerê hêzên Rûsyayê li bajarok seferber bûbûn û rêya navneteweyî ya li herêmê girtibû.

Di salekê de 388 kes hatin kuştin

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)  ciwanê hatiye kuştin ji hêzên hikumeta Şamê vekişiyabû û di sala 2018′an ve vegeriyabû bajarê xwe û karê xwe yê necariyê dikir.

Li bajarokê Til Şihab ê li rojavayê Derayê ku ji herêmên “çareserkirinê” ye, ji ber şerê di navbera du malbatan de ciwanek ji aliyê pismamê xwe ve hat kuştin.

Li gorî SOHR’ê, ji destpêka 2023′yan ve, ji ber aloziya ewlehiyê 388 kes bi rêbazên cur bi cur hatin kuştin.

SOHR diyar kir ku ji destpêka 2023′yan ve, di encama sûcên wekî tundiya malbatî, dizî an jî bi sedemên din ên nediyar de 233 kes (51 jin, 159 mêr û 23 zarok) hatine kuştin.